Endamê desteya şanda danustandinê Hadî Elbehra got ku armanc ji danustandinan cîbicîkirina daxuyaniya Cenêv û biryara 2254 bi temamî ye, û zêde kir û got ku nekarîna NY bo anîna şanda din li ser maseya danustandinên rasterast; wê bi awayekî nerênî kartêkirinê li ser pêvejoya piroseya siyasî bike.
Di hevdîtinekê de bi rêka toreyeke telefizyonê ya girtî ligel revenda Sûrî li Amerîka, Elbehra bal kişand ser bicihînana karê şanda desteya danustandinê yê bi rêkupêk û bi hemahengiyek balkêş di navbera hemû pêkhateyan de, ku hemû endam rijdin li ser giringiya cîbicîkirina veguhestina siyasî û guhertineke bineretî.
Ji aliyê xwe ve, endamê desteya danustandinê Yosif Selman da zanîn ku şanda danustandinê wek tîmeke yekgirtî kar dike, û zêdetir got: ” hîç cûdahî di navbera me de nînin, boçûn yekin, û hemû dikevin li ser xala cîbicîkirina daxuyaniya Cenêv1 û biryara 2254 û biryarên pêwendîdar“.
Selman dît ku danustandinên rasterast baştirîn rê ye bo gengeşekirina sercem mijaran, û cext kir li ser mizaxtina her hewlekê ji aliyê desteya danustandinê ji bo pêşvebirina piroseya siyasî.
Û zêde kir û got: “Em xwe dibînin erkdarên rawestandina rijîna xwîna gelê Sûriyê , û em ê kar bikin ji bo danîna dawiyekê ji bobilata xwîndar re”, lewra em çareseriya siyasî baştirîn rê dibînin.
Û endamê şandê Firas Elxalidî, got ku hin alî dilê xwe bi têkşikastina sand opozisyonê yan destberdana wê ji piransîp û armancên şoreşa Sûriyê xweş dikin , û got “me peyamek zelal daye ku em nûnertiya îradeya gelê Sûriyê dikin, û em berevaniyê di ber piransîbên neguhêr yên tevaya gelê Sûriyê de dikin“.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî