Cîgira serokê desteya danûstandinan ya Sûrî Henadî Ebû Ereb civîneke televizyonî ya girtî digel nûnerên çalakvaniyên xwecihî û yên sivîl yên Hema û Idlibê re lidar xist, hem jî digel jinên Sûrî yên gundewarê Idlibê civiya.
Ebû Ereb tekez kir ko şanda danûstandinan amade ye ko roja duşembê digel şanda rêjîmê danûstandinan bike, ew dibîne ko mijara veguhastina siyasî dê di danûstandinan de be.
Ebû Ereb got ku Netewên Yekgirtî û tîma wê ji wan tête xwestin ko aşkere bin û aliyê ko danûstandinan asteng dike û nahêle di cîbicîkirina biryarên navdfewletî de yên têkildar bi rewşa Sûriyê ve bi taybetî 2254 bipêş bikevin destnîşan bikin.
Cîgira serokê desteya danûstandinan bal kişand ser ko jinên Sûrî nûnerîtiya wan di desteya danûstandinan de baş heye, û bi karê xwe baş radibin bêtir got ko civaka Sûrî pêdiviya wê bi kartêkirina rola jinê heye.
Bêtir got: ‘’ez kêfxweş im bi karê ko jin li herêmên rizgarkirî pê radibin, û bi taybetî li bajarê Kefer Nubil ‘’ û dibîne ‘’ xebateke mezin li ser asta xwecihî û navdewletî diyar bibe.‘’
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî