Roja şemiyê 10/11/2017 Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û emandariya wê ya giştî civetên xwe li darxistin, û hin guhertinên rêxistinî di nivîsgeha serokatiyê, têkiliyên derve, emîndariyê de kirin
Sekreteterê PDKS Siûd Elmele ji bo serokatiya encumanê hate helbijartin li gor tekeziya Ebdulsemed Xelef Biro endamê emandariya giûtî ya ENKS ji malpera mere.
Her wiha Biro ragihand ku civatê desteyeke siyasî ji ENKS re destnîşan kir, û ji her yek ji serokê ENKS û nûnerê partiyên Yekîtî û Wekhevî û Çaksazî û Yekîtî Kurdistanî pêk hat, ji bilî helbijartina nivîsgeheke nû ji têkiliyên derv re ji her yek ji ( Ibrahîm Biro- Kamiran Haco- Siyamend Haco – Ismaîl Hesaf- Tahir Sifûk ) pêktê û bi şêweyekî dîmuqratîk hatin helbijartin.
Ji hêla xweve Muhsin Tahir ku wekû endamê emîndariya giştî hate nîşan kirin, ji malpera me re diyar kir ku roja Duşemê 11 /12 /2017 civat berdewam bû têde hemû nivîsgehên encumanê di riya helbijartinan re hatin destnîşankirin.
Li ser hejmar û parên pêkhateyên ENKS Tahir got “emîndariya giştî wê ji 31 kesan pêk bê 17 ji wan nûnerê ciwan , jin û kesên serbixwe ne, û 14 ji wan nûnerên partiya ne” .
Di heman mijarê de Tahir bal kişand ku ti guhertin li ser nûnerên encumanê di Hevbendiyê de nebû û ewê li hêviya helbijartinê Hevbendiyê bin.
Tê zanîn ku çekdarên PYD di 7-11-2017 rê li ber li darxistina kongirê Çaremîn yê ENKS girtin û neheştin li darkeve.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê