Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Damezrênerê Navenda Sûrî ya Ragihandinê Mazin Derwîş yê ko ev bû sê sal di zindanên rêjîmê de girtî bû îro hate berdan. Tev ko Mazin hêj wê vergere ber dadgehê, çimkî ew li bal Dezgehên Ewlekariya Rêjîmê bi “navtêdana kirdeyên tiroristî” tawanbarkirî ye, û roja rûniştitina dadgehê 31.08.2015 ji bo hukumkirinê hatiye destnîşankirin.
Bi navê xwe û bi navê hemû Sûriyan ez pîroziya Rojnamevan Mazin Derwîş dikim sebaret berdana wî ji girtîgehên Rêjîma Sûrî û hevdîtina wî bi xelkên wî re ko bi azadiya xwe şad bû.
Revandin, girtin û êşkencekirina Çalakvan û Rojnamevanên Sûrî bi destê Ewlekariya Rêjîmê, wan ji hêza wan naxîne û berevajî vê wan bêtir bihêz û xurt dike.
Di heman çaxê ko em derketina Rojnamevan Mazin Derwîş yê ko xelata Yonisko ya sala 2015an û xelata “Nûçegihanên bêsînor” sala 2013an wergirtiye ji Zindanê pîroz dikin, em doza berdana hemû Girtiyan û kesên hatine revandin dikin, ew derdê ko dikêşînin ji wijdan û bextê her mirovekî Sûrî yê dilsoz ne veşartî ye.
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
10.Tebax.2015