Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimaniya Sûrî Salim Elmislit dibîne ku biryarên civaka nêvdewletî li rex rijêma Esed ne hêjane nirxê xamava pê hatiye nivîsandin, û ji berî çar salan ve wan biryaran nikarîne wî neçar bikin ku tawanên xwe yên berdewam rawestîne, her wekî ku li herdû taxên Hamê û Qudseya yên gundewarê Şamê ku ji 20 rojan ve di bin gefa dorpêçkirina birçîbûnê de ne.
El mislit ji Encumana Esayişê xwest ku biryara hejmara 2139 ya derbarî vekirina dorpêça li ser devrên dorpêçkirî li sûriyê û derbaskirina alîkariyên xwarinê bi şêweyekî lezgîn,her weha Elmislit dorpêçkirina herdû deverên Hama Û Qudseya weke binpêkirinek nû ji aliyê rijêma Esed ve ji biryarên Encumana Asayişê re dît.
Hêjayî gotinê ye ku hêzên Esed dorpêçkirineke tund li ser herdû bajaran sepandiye, ev dorpêçkirina birçîkirinê bûye destpêka bobelateke mirovahî , piştî ku nanpêjxaneyan dergehên xwe girtin û kar li wan rawestiya, piştî ku rijêmê rê li derbaskirina ard û sûtemeniyan girtin, her weha dukanên bazirganiyê hatin girtin ji ber nemana keresteyên xwarinê yên sereke, wek birinc û şrkir û savar , ji bilî kêmbûna derman û heyberên tenduristî li dermanxaneyan yên ku bi piranî hatine girtin, heman rewşê li Qudseya ya nêzîkî Hamê jî çêbû , ji ber ku rijêmê hemû rêyên tên herdû bajaran girtin û çûn û hatina mirovan bi temamî qedexe kirin , lewra nişteciyên herdû bajaran ketin rewşeke bê hêvîbûnê wek ya li kampa Yermûk ya penaberên Felestînî li Şamê berî niha peyda bûyî.
Û tiştê cihê daxê ya ku bi hezaran penaber li van herdû bajaran hene û jimara wan ji ya niştecihên bajêr bi xwe pirtir e, û agirbestek bi rijêmê re bidirêjiya dema Heyvekê hebû, lê piştî bidawîbûna wê agirbestê berî du hefteyan rijêmê tu şer gur nekirin, lê dorpêçkirina birçîkirinê di nerîna xwe de çêtir dît, da xelkê ji desthilanîn bixîne.
Jêder : Hevbendî+ Alşerq Elewset