Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Li Sûriyê û ligel bêdengiya civaka navdewletî, gelek sivîl li ser destê dagîrkariya Rûsiya têne kuştin.
Bajarokê Elcirzî li gundewarê rojhilatê Dêrazorê li roja sêşemê (5’ê çiliyê pêşiyê) û di çarçovê kuştaran de, ji aliyê firokên Rûsiya hate bombebarankirin û têde 23 sivîl ji jin û zarokan û bi piranî ji xêzankê bûn şehîd û bi dehên birîndaran ketin.
Û ligor raportan, ku taxekî nişteciyan û hin cihên bazarganiyê li nêzîk mizgefta bajarok û barhilgirek hatin armanc kirin, ku barhilgirê hin koçber bar dikirin, yên bazdidan ji bombebarankirin û êrîşên bitewşî yên cudahiyê nakin di navbera sivîl û ne sivîlan de.
Ev komkujî û tevî zincîreke dirêj ji komkujiyên din, dibin komeke binpêkirinan li ser rêkeftinên navdewletî yên girêdayî bi parastina sivîlan û misogerkirina parastina wan di demên şer de, û dikevin di xaneya armanckirina sivîlan ya bimebest de, lewra pêwîst e lêpirsîn û dagehkirin ligor yasa navdewletî li ser bibin.
Hevbendî her ji destpêka destêwerdana Rûsiya ya keşkerî wê rasterast berpirsyar dibîne li hember pêkanîna tawanên şer li dijî sivîlên Sûriyê li tevaya welat, tevî berpirsyaretiya wê di ber piştgiriya tawanên cînosayîd û bikaranîna çekên kêmyayî û yên qedexekirî yên dibin ji aliyê Rijêmê.
Şermezarkirina komkujiyê û tawanbarên wê û duvçûna her tawanbarekî şer bi hemû awayan û karê rijd ji bo parastina sivîlên Sûrî bi awayekî bilez ji Encûmena Ewlehiya Navdewletî li gor nav û erkên wê tê xwestin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
7 çileyê pêşiyê 2017