Nûnerê Ferensa li Netewên Yekbûyî, Franso Dîlater, nebaweriya xwe diyar kir derbarê gotinê rêjîmê ku dibêje min çekên kîmawî li rex xwe nehiştine, û tekez kir ku ew piştgiriya çêkirina komîteyekê nû derbarê êrîşên ku çekên kîmawî di wan de hatine bikaranîn li Sûriyê dikin.
Û Dîlater got ku divê civaka navdewletî giringiyê bide mijara bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê, û sûr be li ser sizakirina kesên besrpirs diber bikaranîna wan çekan de, û amaje kir ku divê têkbirin û nehêlana cebilxaneya çekên kîmawî li ser tevaya xaka Sûriyê bê dabînkirin.
Û Ferensa daxwaz ji civaka navdewletî kir ku berpirsên diber bikaranîna çekên kîmawî de siza bibin, û sipasiya mîkanîzma navdewletî ya hevbeş a ji bo vekolîna derbarê bikaranîna çekên kîmawî kir.
Û Amerîka berê jî di 17 heyva bûrî de ragihandibû ku ewê berdewam be di sepandina fişaran de li ser Encumena Ewlekariyê, ji bo nûkirina karsipartina komîteya vekolînan ya navdewletî ya taybet bi bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê, piştî ku Rûsiya mafê redkirinê Vîto li dijî demdirêjkirina karê wê bikar anî.
Û daxuyaniyek ji Ofîsa wezîrê karê derve yê Amerîkî Rix Telerson derket, tê de tekeziyê li ser ku”Rûsiya dijî nûkirina karsipartina mîkanîzma vekolînên hevbeş ya Netewên Yekbûyî û saziya qedexekirina çekên kîmawî derket, ji bo parastina rêjîma Esed û terorîstên ku çekên kîmawî li Sûriyê bikar tînin”.
Û ji hêla xwe de, hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî dît ku nekarîna Encumena Ewlekariyê derbarê dirêjkirina dema karê komîta vekolîna navdewletî ya tayber bi bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê, karekî şerm e, û ziyanê digihîne navê Netewên Yekbûyî.
Û mîkanîzma vekolînên hevbeş ya NY û saziya qedexekirina çekên kîmawî, di rapora xwe de ya di destpêka êlûnê de derketibû, gihabû encamekê ku rêjîma Beşar Esed berpirs e di ber bikaranîna çekên kîmawî de li gelek deveran û yek ji wan êrîşa li ser Xan Şêxn bû, ya ku di nîsana bûrî de pêkhatibû.
Û Saziya Qedexekirina Çekên Kîmawî desteyeke navdewletî ye, karê cîbicîkirina rêkeftina qedexekirina çekên kîmawî pê hatiye spartin, û karê wê di sala 1997an de ketibû warê cîbicîkirinê, û armanca wê nehêlana belavbûn û bikaranîna çekên kîmawî ye, û têkbirina çekên hene, ji bo mukumkirina ewlehiya cîhanî û valakirina cîhanê ji wan çekan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî/ Ajans