Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporteke xwe de îro pêncşembê got ku wê 33 kuştar li Sûriyê di çêriya paşî ya borî de belgeh kirine, ko bûne sedema kuştina 410 kesan, nîvê wan zarok û jin in.
Di raporta Toreyê de hatiye ko hêzên rêjîma Beşar Elesed û milîtanên mezhebperest yên piştgiriyê dikin 16 kuştar, û firokên Rûsî 13 kuşatar, û hêzên hevpeymana navdewletî kuştarek, û sê kuştar aliyine nediyar, pêkanîne.
Toreyê anî ziman ko ji nav qurbaniyên kuştaran ko bûne sedema kuştina 410 kesan, 135 zarok û 62 jin hene, anko rêjeya 49% ji qurbaniyan jin û zarok in.
Raportê destnîşan kir ko 256 ji nav wan 87 zarok û 42 jin bi destê Rûsiyan, û 123 kes ji nav wan 37 zarok û 18 jin bi destê hêzên rêjîma Esed, û 28 kes ji nav wan deh zarok û du jin bi destê aliyin nehatine binavkirin, û pênc kes ji nav wan zarokek bi destê hêzên hevpeymanan hatine kuştin.
Berê jî toreya Sûriyê ya mafên mirovan binpêkirinên derheqê miletê Sûrî û yên biyanî li Sûriyê belgeh kirine, ji nav wan rewşên girtin û dardakirinên meydanî ko digihên asta tawankariyên li dijî mirovantiyê çend aliyan pêkanîne.
Her weha toreyê di heyva çêriya yekem ya borî de kuştina 435 kesan tomar kiriye, her weha kuştina 996 sivîlan di heyva çêriya paşî de, di kuştarên ko Rûsya û hêzên rêjîmê û hevpeymana navdewletî pêkanîne, belgeh kirine.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ko êrîşên hêzên rêjîma Beşar Elesed û êrîşên firokên Rûsî li ser sivîlan kirine, amanca wan çareserkirina siyasî têk bidin, gava peyman binpê dikin û kuştin û tawankariyan dikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî