Rêxistina “Human Rights Watch” duhî raportek belav kir û têde hatiye ku nêzîkî 55 hezar penaber li kampa Elrikban ya li başûrê rojhilatê bajarê Himusê li ser sînorên Sûriya ligel Urdinê di ketewarekî xirab de dijîn.
Raportê gotiye ku daxistina sînorên Urdinê bûye kelem li pêş gihandina alîkariyên mirovî bo penaberan, û herwiha bûye sedema lawazbûna karê rêxistinên alîkariyan li wê navçeyê, tevî qedexekirina pêşkêşkirina penaxwaziyan.
Rêxistina “Human Rights” bi rêka hevdîtina ligel penaberan bi rewşa wan agehdar bûye, û tekez kiriye ku ew ji15 rojan ve ji ava vexwarinê hatine bêpar kirin, û ev yek bûye sedema belavbûna nexweşiyên zikçûn û ziwabûnê li nav zarok û gêncan.
Rêxistinê li ser zarê komsyona bilind ya karubarên penaberan ya NY, gotiye ku dawîtirîn alîkariyên netekûz ên ji penaberan re hatine dan, ji berî şeş heyvan bû, û raportê bal kişandiye ku ew alîkarî bi tenê têra 35 hezar kesî dikirin.
Û rawêjkarê NY yê karubarên mirovî li Sûriyê, Can Îgland, li roja 9’ê çiriya pêşî di daxuyaniyekê de tekezî li ser aloziya rewşa kampê kiribû, û bal kişandibû ser ku NY û bi alîkariya Amerîka û Rûsiya pilanek daniye ji bo zêdekirina alîkariyên xwe li hindurê Sûriyê.
Û “Human Rights Watch” daxwaza qebûlkirina sercem penaxwaziyan ji Urdinê kiriye, û herwiha daxwaza derbaskirina nesaxan û kesên pêwîstiya wan bi çareseriya pizîşkî heye bo Urdinê kiriye, û daxwaz ji Amerîka û Rûsiya kiriye ku li hember vê kêşeyê bi erkê xwe rabin, û dît ku pêşindeya sereke ew e pêşkêşkirina alîkariyan bi rêka sînorên Urdinê.
Hêjayê gotinê ye ku 15’ê tebax borî bangewaziyek ji aliyê penaberên kampa Elrokban bo NY hatibû dan, ji bo bilez bi pêşkêşkirina alîkariyan rabe, piştî birîna eletrîk û xwarinê ji ser wan bi sedema şer û pevçûnên li biyabana Sûriyê, hevdem ku pêdawîstiyên jiyanê li kampa Elrikban bi carekî peyda nabin, ligel rewşa xirab ya saxlemiyê û xwendinê, tevî bangewaziya “Elsafiya E’clûnî Al Elmecalî”, balyoza niyazên pak ya NY li rojhilata navîn, bo aliyên navdewletî yên hawarhatinên tengaviyan, ji ber rewşa penaberên kampa Elrikban ya mirovî ya têkçûyî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî