Desteya danûstandinan ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê biryara serokê Emerîka Donald Tiramp bi danpêdana Qudsa wek paytext ji bo desthilata dagîrker û guhastina balyozxaneya Emerîka red û pirotesto kir.
Desteyê di daxuyaniya xwe ya îro pêncşemê de dibîne ko ev pêngav li dijî biryarên Encûmena Ewlekariyê û komelgeha giştî ya Netewên Yekgirtî ye, û ji wan biryara 242 (1967), 478 (1980) û 2334 (2016) yên ko danpêdana bi çi rewaya dagîrkerî li ser Qudsê nîn e, û dibînin ko ew xak dagîrkiriye.
Desteyê bêtir got ko ew zêdegaviyeke eşkere ye li ser mafên Erebî û Filestînî li Qudsê, û alîgirtineke metirsîdar e ji dagîrker re, li ser hesabê mafên rewa yên miletê Filestînî û mafê çarenivîsî û avakirina dewleteke serbixwe ya paytexta wê Quds be.
Desteyê daxwaza helwesteke Erebî û navdewletî ya xurt û tund kir ko li himber pêngava Emerîkî ya yekalî rabe, û bihêle ko jê vekişe da nehêle bêtir bêserûberî û tundî li herêmê belav bibe.
Deste pabendiya xwe bi rewaya navdewletî û cîbicîkirina biryarên wê tekez dike, û ewê kar bike ji bo aştî û dadweriya tekûz li Felestîn û herêmê peyda bibin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî