Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Ji ber pêşveçûnên Şoreşgeran li aniyên şer yên corbicor ji çend heyvan de, Rêjîma Esed tolhildanên xwe yên pîlankirî li dijî sivîlan dubare dike.
Evê carê Muxeyyem Yermûk amanc kir, derdkêşiya niştecihên Filestîniyên Sûrî bêtir kir û evê dawiyê rê daye komekên tirorist yên Rêkxistina Dewletê ko derbasî Herêmê bibin.
Ev sê sal in, Muxeyyem Yermûk di bin dorpêçeke pir asê de ye, Sivîl di rewşeke mirovî ya pir xerab de dijîn, bi dehan Rêbendên Rêjîmê li hawîrdor wan hene, tevli wilo jî ew komekên tirorist ew qas Rêbend derbas kirine û derbasî Muxeyem bûne.
Hevbendiya Niştimanî navtêdana Şoreşgerên ko li Muxeyem di berxwedanê de berdewam in dike, yên ko berevaniya sivîlan dikin û bi pirinsîbên Şoreşê û hêviyên miletê Sûriyê û ji wan jî Felestîniyên Sûrî pabend in.
Hevbendiya Niştimanî bangê li Komkara Erebî û Netewên Yekbûyî û Wekaleta Onerwa dike, da ko têwerdaneke bilez bikin û Rêjîmê neçarî vekirina Rêbuhêrkên dabînkirî bikin. Da sivîlên ko di navbera Hêzên Rêjîmê û Rêkxistina tirorist de hatine dorpêç kirin bên parastin û nehêlin tawankarî di derheqê wan de bibin.
Salim Elmislit
Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
4 Nisan.2015