Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bi dilekî pir xemgîn û kovan, me nûçeyê şehîdkirina mediyakar û serkirde Elşêx Zahir Elşirqat kurê bajarê Babê bihîst, ku ew jî tevlî karwanên şehîdên azadî û rûmeta gelê Sûriyê bû, bi sedema birînên xwe yên ji encama kiryareke terorkirinê ya tawankar û çepel li ser destê rêxistina DAÎŞ a terorîst.
Şehîdê mediyarkar kar di kenala “Heleba Îro” de dikir, ku pêştir serokê encûmena xwecihî ya Babê bû, û peyketina wî ji aliyê rêxistina DAÎŞ ve dihat kirin, ji ber helwestên wî yên miyanrê û lêberal û piştgiriya mafên gelê Sûriyê, ew tevî bizava şoreşgerî bû her ji destpêka wê ve. Sûriya wê ranewaste ji dan û jidayikkirina lehengên qehreman û wê riya azadî û rûmetê bimîne dirûşm û navunîşan bo xelkê Sûriyê.
Dilovaniya xweda ji Şehîd re û azadî ji Sûriyê re.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
13 nîsana 2016