Şandyarê Navdewletî Stîvan Dî Mistora, di raporta ko pêşkêşî Encûmena Ewlekariyê kir, ya derbarê amadekariyên Cinêvê , destnêşan kir ko Rêjîma Esed astengiyan dike pêşiya gihandina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê, ev gotin di rûniştineke girtî de kir, da Encûmena Ewlekariyê bi Raportê agedar bike.
Her wiha nûnera Emerîka li Netewên Yekbûyî Samansa Bawir, Rêjîma Esed li ser redkirina wî ya vê heyvê ji gihandina karwanên alîkariyê re bo Der’ayê rexne kir. Bawir got ku rewşa Sûriyê di paşketinê de ye ji aliyê gihaştina alîkariyên mirovî û her weha di paşketinê de ye ji aliyê rawestandina kirdeyên dijminkarî.
Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Nûra Elemîr, diyar kir ko xweşkirina rewşa mirovî li Sûriyê ya di benda 12 û 13 ji biryara 2254 de rawestiyaye, bi sedema serhişkiya Rêjîma Esed û astengkirina gihandina alîkariyan.
Elemîr di daxuyaniyeke berê de jî gotibû ku pêşneketina dosya mirovî dê operasiyona siyasî têk bibe, û derfeta çareseriyê li Sûriyê kêm bike. Û destnîşan kir ko pêrabûnên Rêjîma Esed di astengkirina rêyên karwanên Netewên Yekbûyî, derdê xelkê zêde dike û dibe sedema mirina wan.
Elemîr li ser daxwaza bingehîn ya rakirina dorpêçê ji ser hemû bajarên dorpêçkirî tekez kir. hem jî daxwaz ji dewletên Encûmena Ewlekariyê kir ko pabendiyên xwe pêk bînin û Biryara bi tevayî hate standin cîbicî bikin. Hem mîkanîzminan ji bo rawestandina Rêjîmê ji binpêkirinan re deynin.
Jêder: Hevbendî+Acans