Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Miwefeq Nêrebiyê, tekez kir ko misogerkirina veguhestina siyasî li Sûriyê pêdiviyeke pêwîst e û divê bilez bibe, ji bo parastina miletê Sûrî ko tête kuştin û li ser destê rêjîmê û milîtanên wî cînosayid dibe, û hem ji bo Sûriyê ji desthilatdariya dîktatorî ko bûye 50 sal rizgar bibe.
Nêrebiyê got: Ev êrîşên ko rêjîma Esed li ser herêmên corbicor ji Sûriyê dike, gefê li aramiyê dike û got: ev bûye 47 roj ko biyara Rawestandina Kirdeyên Dijminkarî cîbicî bûye, lê çi baş bûn di rewşa mirovî ya dijwar de ya ko miletê me derdê wê dikêşîne çênebûye, ew xweşkieina rewşê ya di biryara 2254 û bi taybetî benda 12 û 13an ya ko Encûmena Ewlekariyê derxistiye hatiye.
Çimkî Rêjîma Esed ji destpêka agirbestê heta nuha 1400 kes ji sivîlan kuştine, ji nav wan 300 Jin û Zarok û 43 qurbanî di Girtîgehan de bi êşkenceyê şehîd ketine.
Nêrebiyê tekez kir ko Rêjîma Esed bi kêmtirîn daxwazên Rawestandina kirdeyên dijminkarî pabendî nekiriye, bervajî ewî pabendiya Şoreşgera bi peymanê delîve dîtiye da tiştê ko berî peymanê nikarîbû bike, dixwaze niha misoger bike.
Bêtir got: em rawestandina kirdeyên dijminkarî bi şêweyekî demkî naxwazin, lê belê em çareseriyeke siyasî tekûz ji bo miletê Sûriyê ji tundûtûjiya rêjîmê rizgar bike dixwazin, û hem jî danpêdanê bi veguhestina siyasî bike.
Jêder: Hevbendî