Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî tawankariya çepel li ser nexweşxaneya Kefrzêta li Hemayê li ser destê hêzên Esed şermezar dike, ku ev armackirin bûye egerê şehîdbûna hin kesan tevî şehîdbûna rêveberê saxlemiya Hemayê Dr. Hesen Ele’irec û birîndarbûna hejmareke din.
Hin nîşanên destpêkî hene ku ev êrîş bi awayekî rêkupêk û bi mebest hatiye encamdan, ji bo terorkirina Dr.Hesen; rêveberê saxlemiya parêzgeha Hemayê, ya ser bi wezareta saxlemiya Hikûmeta Sûriyê ya demkî ve.
Ev tawan dergehên metirsiyê vedikin, nemaze ku kesayetiyeke pizîşkî yê diyar hatiye armanckirin, tevî ku êrîşa nexweşxaneyan bitenê dikeve li jêr tawanên şer.
Diyar e ku mebesta rêjîmê ji armanckirina sivîlan, çi kesayetî yan komên sivîlan bin, dibe gefxwarineke rasterast li agirbestê û rêkeftina rawestandina karên dijminkarî, û li dawiyê dibe gefek li ser tevahiya pêvajoya siyasî, ku ji civaka navdewletî tê xwestin bi erkê xwe rabe, û her weha berpirsyaretiya têkçûneka çaverêkirî ji pirosêsa siyasî re hilgire.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
13 nîsan 2016