Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di çarçoveya civatên navdewletî yên li Merakiş a Şahneşîna Mexribê berî neh salan lidar ketine, bêhtir ji 120 dewletan danpêdana xwe bi Hevbendiya Niştimanî wek nûnerê rewa yê gelê Sûrî ragihandin.
Rewşên hiştine ku ew kongir lidar bikeve, û amadebûna wan dewletan û beşdariya wan têde, ji bo piştgiriya gelê Sûrî û ruxwandina rewaya rijêma tawanbar ta gihiştina standina biryara mikurhatina bi Hevbendiya Niştimanî wek nûnerê gelê Sûrî, hîn ew rewş in, lêbelê ew rewş pêşdetir çûne.
Pêwîstiya wê biryarê li ser asta ketwar wek dihate xwestin cihê xwe negirt, û doseya Sûrî piştgiriya pêwîst ta bighêje çareya siyasî wernegirt, û biryarên Encumena Ewlekariyê yên girêdayî karûbarê Sûriyê yên ji wê demê de derketine cîbicî nebûn.
Bîranîna vê biryarê û bîranîna peyman û helwestên ku hejmarek ji dewletan bo gelê Sûrî pêşkêş kirine, tiştekî pir giring e, nemaze tiştê girêdayî bi haydariya ku wê demê ragihandine, wek bersiveke cidî derbarê çi bikaranînên çekên kîmawî an biyolocî.
Ji tevaya dewletan û di serî de dewletên xwedî bandor di biryara navdewletî de tê xwestin ku bi sozên xwe re wefedar bin, û berpisyariyê derbarê vê doseyê bi cidiyeteke mezin hilgirin, û bi carekê nayê pejrandin ji çi alî be ku zêdegaviyan bike û doseya tawanbarî û teroristîya rijêmê di bin çi bihaneyê de be piştguh bikin, an hewldana biserxistina rijêmê an normalkirina têklyan pêre bikin.
Zêdegaviyên hin dewletan û hewldanên dubarekirina pêwendiyan li gel rijêma ku tawanên cengê û komelkujî bi çekên kîmawî pêk anîne, wek pişikdariyê di tawanê de ye, û xwedînederketina li biryarên navdewletî ye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
13 kanûna pêşî 2021