Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Dubarekirina sepandina sizayan li ser Îranê ji aliyê Emrîka ve pêngaveke erênî û pêwîst e, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekeziyê li ser pêşwazîkirin û piştgiriyê ji tevaya pêngavên girêdayî sizakirina rijêma Îranî û biçûkkirina rola wê ya herêmî dike, ji ber ku ev rijêm siponsera terror û tewanê ye li deverê, û cextî li ser girêngiya rawestandina pilan û desttêwerdanên wê li Sûriyê û dewletên Erebî kir.
Gelê Sûrî çi sizayên dijî dewlet û rijêmên piştgiriya rijêma Elesed dikin, wek piştgiriyekê ji xebatê Sûriyan re dibîne, ji ber ku ew siza hevbendiya ku piştgiriya sitemkariyê û dijîtiya mafên gelan û mafên mirovan dike lawaz dikin.
Em bi hêvî ne ku aliyên din ên civaka navdewletî jî, tevlî xebatên bo danîna sînorekî ji kiryarên rijêma Îranê li deverê bibin, her weha çalakkirina her pêngava ji bo misogerkirina azadiya gelê Îranî û rizgarkirina tevaya gelên deverê ji desttêwerdanên wê rijêmê kar dike.
Cîhan nikare ji rewşa xirab û bêserûberî û terorê derkeve, eger rêz li yasaya navdewletî û biryarên navdewletî neyê girtin, û ew li ser tevaya aliyan bê cudahî cîbicî nebe.
Careke din em hişyariyê ji metirsiya torên terorîst ên bi ser Îran û Rûsiya û rijêmê ve li deverê didin, û em daxwaza kar bo rûbirûbûn û jihevketina wan ji Civaka Navdewletî dikin, û em dibînin ku derengmana di cîbicîkirina vê yekê de dê bibe sedema mezinbûna aloziyan û ji destdana jiyana gelek kesan.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
22 îlon 2020