Rêvebiriya Tenduristî ya Helebê ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, di pirosesa dermankirina kamp û saziyên Hikûmetê de berdewam e, daku xwe ji vîrosa korona li gundewarê Heleba bakur biparêzin, ew jî di nav rêşûnên xweparastin û pilanên rûbirûbûnê yên ku Hikûmeta Demkî li deverên rizgarkirî pê radbe.
Û malpera Hikûmeta Sûrî ya Demkî, ji devê Rêvebirê Tenduristiya Helebê D. Mihemed Ridwan Kurdî veguhist ku dê rêvebirî di pirosesa dermankirina kamp û saziyên Hikûmetê û bazaran de berdewam be.
Û Rêvebirê Tenduristiyê anî ziman ku tîmê dermankirinê yê girêdayî Rêvebiriya Tenduristiya Helebê di vê dawîyê de, kampên Elselame û kampa Qeterî derman kirin, û tîma kar niha li Turkman Barh û Ihtimêlat yên gundewarê Helebê yê bakurê kar dike.
Û Rêvebirê Tenduristiyê got ku tîma kar dê di demeke nêzîk de here bajarê Elbab di nav helmeteke mezin de li bajêr, daku tevaya sazî û avahî û Rêvebiriyên Hikûmetê û mizgeft û dibistan û bazar û cihên kombûna xelkê li gor pilana kar werin dermankirin, bi hevrêziya li gel Encûmena Xwecihî ya bajarê Elbab .
Û Diktor Mihemed Ridwan Kurdî Rêvebirê Tenduristiya Helebê, bal kişand ku Rêvebiriya Tenduristîyê dê helmeta dermankirinê berdewam bike, û ew helmet ranaweste ta armancên jê tên hêvîkirin bicî neyên, ew jî di riya pêkanîna pilana bi hevrêzkariya li gel Encûmanên Xwecihî li deverên rizgarkirî hatiye danîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî