Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê li Sûriyê di dawîtirîn raporên xwe de derbarê binpêkirinên rijêmê û Rûsiya li bakurê Sûriyê, tekez kir ku binpêkirinên agirbestê li deverê berdewam in, û got ku wê 2793 binpêkinên agirbesta ku di navbera Rûsiya û Tirkiyê de di heyva adara bûrî de hatiya îmzekirin belge kirine.
Û tîmê di rapora xwe ya duh duşemê derketî de, anî ziman ku binpêkirinên rijêmê û Rûsiya 13 avahiyên jîndariyê armanc kirin, û êrîş bûn sedema 29 qurbanîyan ji xelkê sivîl, ew jî di navbera dema rêkeftinê de ji 6 heyva adara îsal ta duh dûşemê pêkhatin.
Û Hevrêzkarên Bersivdanê binpêkirinên berdewam li bakur-rojavayê Sûriyê ji aliyê hêzên rijêmê û Rûsiya ve şermezar kirin, û bal kişandin ku binpêkirinên domdar li deverê; vegera bisedan ji sivîlan bo deverên xwe dereng dike.
Û Hevrêzkarên Bersivdanê ji Civaka Navdewletî daxwaza tevgerê kirin, daku giyanê sivîlan li deverê biparêzin, û tewanên cengê dijî gelê Sûrî rawestînin, û tevaya biryarên navdewletî yên girêdayî Sûriyê cîbicî bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî