Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî Wezîrê Derve yê Holenda, Steve Block, kir, tê de spasiya rola welatê wî ya şopandina tewanên cengê li Sûriyê û nehêlana ku ew tewanbar ji cezayan rizgar bibin kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di nameya xwe de got ku silavên germ ji rêzdariya we re ez pêşkêş dikim, û bi hêvî me ku herdem tenduristiya we baş be, û di berevaniya di ber pirensîpên cîhana azad û parastina mafên mirovan de serkeftî bin.
Û Elherîrî bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî û gelê Sûrî, destpêşxeriya Hikûmeta Holendî di warê sizakirina berpirsên îşkencê li Sûriyê pêşkêş kiriye bilind dinirxîne, û piştgiriya tam ji karên têne kirin di warê mafên qurbaniyan de û nehêlana ku tewanbar ji sizakirinê rizgar bibin, û danîna sînorekî li pêşiya îşkence û bidarvekirina rêbazkirî û hovane yaku wek hîmekî sitratîcîk e li cem rijêma Elesed anî ziman.
Û Elherîrî amadebûna Hevbendiya Niştimanî bo beşdariya temamî li gel tîma yasayî a Hikûmeta Holendî ji bo dan û standina agahiyên girêdayî prosesa lêpirsînê diyar kir, di riya komîteyên yasayî yên serbixwe û pispor û Komîteya Niştimanî ya Karûbarê Mafên Mirov û Girtî û Bêserûşûnan re.
Û Elherîrî hêviyên xwe derbarê lidarxistina hevdîtineke nêzîk bo gengeşekirina asoyên hevkarîya hevbeş, anîn ziman, her weha karê li ser pêkanîna armancên pêngava girîng yaku Hikûmeta Holendî ji bo rakirina giliyên dadgehan yên dijî rijêma Elesed bi sedema berpisyariya wê di ber tewan û binpêkirinên mafên mirovan de dest pê kirîye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî