Daxwiyanî

Dagîrkariya Rûsî Du Kuştaran li Gundewarê Idlibê Pêktîne

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Kuştareke hovane ji aliyê firokên dagîrkariya Rûsî îro roja çarşemê (21'ê adarê) li gundewarê Idlibê hat pêkanîn û têde bi kêmayî 22 sivîl ji wan jin û zarok hatine kuştin, ev tawan bi awayekî bimebest li ser penageheka sivîlên ku ji tirsa bombebaranê xwe têde divaşartin. Herwiha duhî kampeka koçberan li nêzîkî bajarokê Has rastî êrîşan hat, û têde bi dehên sivîlan şehîd û birîndar ketin, di nav de jin û zarok û kalemêr hebûn, ku ji cih û warên xwe ji tirsa bombebaranê koçber bibûn lê rastî êrîşên firokan hatin û komkujiyeke din hate pêkanîn. Heger "destkeftên" potîn yên wêrankirinê li Sûriyê û piştgiriya wê ji rijêma Esed ya tawankar re, bi xwîna zarok û jin û kal û pîran tên nexşekirin, hevdem ku civaka navdewletî ya têr nabe ji çavdêriyê û bêdeng, ew jî berpirsyar e li hember dîtina mîkanîzmekê ji bo rawestandina van komkujiyên terorîstî û tawanên hovane yên berdewam, nemaze ku ji konseya ewlekariyê parastina aştî û ewlehiya navdewletî tê xwestin. Îro, tevlî ku baweriya xelkê Sûriyê bi civaka navdewletî û dezgehên wê nemaye, lê berpirsyaretiyên konseya ewlekariyê û NY û sercem endam û rêxistin û saziyên wê wê bimînin li ser milê van...

Gotara Abdulbasit Hemo Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê

Gelî roleyên gelê Sûriyê yê mezin Neviyên Kawayê Hesinkar yên şerefmend Îro 20 adarê ye sibe newroz e, cejna aştî û azadiyê, ev cejna ji hezarên salan de bûye sîmola şehnazî û azadiyê, bi vê helkeftinê cejna gelê kurd û tevaya gelê Sûriyê pîroz dikim. Di van rojên zehmet û giran de ên bi êş û azar derbas dibin, lê em dibêjin ku bi yekrêzî û berxwedanê wê ev zilm û zorî nemîne û aştî û azadî bi ser bikeve û gelê kurd û hemû gelê mentîqê wê bigihêje mafên xwe, û wê ez zilm û zorî bi xebata hemû pêkhateyên Sûrî bi Erebên xwe û tukumanên xwe bi asûrî û kildanên xwe ve wê bi dawî were, û aştî û azadî bicî bibe. û careke din ez cejna Newrozê, cejna aştî û azadiyê, li hemî gelê kurd û bi taybetî gelê Sûriyê pîroz dikim. Gelê kurd li her cihekî ahingê bi cejna xwe ya netewî "Newroz" dike, ya her sal dikeve di 21'ê adarê de. Qeder wiha bû ku destpêkirina xetîra şoreşa Sûriyê ya pîroz ya derbas dibe di sala xwe ya heştan de hevdem be ligel cejna Newrozê ya pîroz, ya ku li radeya yekê bi xwe nîşana...

Hevbendî Daxwaza Lêkokînê Derbarê Rewşa Koçberên Xûta û Paristina Wan ji Netewên Yekgirtî Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaza şandina komîteyek taybet bo encamdana lêkolînan derbarê rewşa koçberbûyên ji ber dujeh û bombebarana li ser Xûtayê bi awayekî rasterast ji NY dike, û herwiha daxwaza peydakirina parastina pêwîst û misogerkirina navendên awarebûnê yên pêwîst û guncayî bo koçberan dike. Ku gelek raport û nûçe derbarê rewşa derdora 20 hezar sivîlên koçber yên ji neçarî ji bombebarana berdewam ya ji çend heftiyan li navçeyên Xûta rojhilat revîn, û raport amaje bi wê yekê dikin ku bi sedên koçberan ji aliyê hêzên Rijêmê û damudezgehên wê yên tepeseriyê hatine binçavkirin û bi hezaran hatine komkirin li cihên neguncayî de bê pêşkêşkirina xwarin û avê û dermanên pêwîst. Ku hêjî lêkolînên di sercem nûçeyan de nehatine encamdan, lê pêdiviye lêkolîn bi awayekî rijd ji aliyê komîteyên navdewletî û Xaça Sor bêne encamdan, û pêdiviye deste û saziyên navdewletî yên taybet û pespor rabin bi lêkolînan derbarê rewşa koçberan û misogerkirina parastina wan bi zûtirîn dem. Ku parçekirina malbatan û cudakirina zarokan ji dayîk û bavên wan û destqotan ji bo xwînxwar Bişar Esed û hilgirtina wêne û posterên wî, û zîndankirina bi sedên koçberan û binçavkirina bi hezaran û komkirina wan...

Şoreşa Azadî û Rûmetê bi Hêvî û Dilxurtî û Xweragerî Derbasî Sala Xwe ya Heştan Dibe

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Heft sal li ser destpêkirina şoreşa Sûrî derbas bûn, li dema gel derket ji bêdengiya xwe û rabû bi herifandina dîwarê tirs û revê, û rabû li hember zordariyeke tawankar û terorîst û stemkar, li dijî rijêmeke reftar xirab ku serderî ligel xelkê dike wek benî û kirêgirtiyan, ku xelk ji bo berjewendiya xwe ya taybet li dijî daxwazê gelê Sûriyê û berjewendiyên welat bikar tîne, li ser bikaranîna yekaliyên ewlekarî û leşkerî bi dirêjeya bi dehên salan ligel bizav û daxwazên azadiyê, hercar bi şêwazê tepeserî û çewsandinê li hember miletekê xudan şûntiliyên zêrîn û şaristaniyeke mezin. Ji Şamê bo Der'a li başûr û paşî li Helebê û heta Qamişlo li rojhilat û Latiqiyê li rojava, banga azadiyê li her deverekî belav bû, û hêjî vedenga azadiyê wê bimîne delîbaz û girove ku şoreşa me cemawerî ye û aştiyane ye bo sercem pêkhateyên gelê Sûriyê, şoreşa azadî û rûmet û dadperweriyê ye ji bo îroj û paşerojê ye. Li şûna Rijêm bi belê bersivê bide li ser daxwazên milet, berovajî bersiv bi kuştinê û rêbaza ewlekariyê da, ku bersiva wê rengvedanek bû ji tawan û hovatiyê ku bûne dîmen û rûxsarê rijêmê, ya piştgirî lê dibe ji...

Daxuyaniya Dûmahiyê Ya Civîna Desteya Giştî Ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî

Daxuyaniya Dûmahîkê Roja 10-11ê Adarê desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî rola xwe ya 38ê lidar xist, lîsteya karê wê çend xalê giring bûn. Ji ber ko rol bi ne amadebûna serokê hilbijartî çêbû birê Riyad Sêf yê ko destjikarberdana xwe pêşkêş kir bi sedema rewşa wî ya tendiristî û gotinek bi dengê xwe rê kir tê de hêviya serkeftinê ji Hevbendiyê re xwest ko karûbarê xwe misoger bike û ew dê wek endam bimîne. Desteya giştî li gora madeyên rêbaza bingehîn 8,11,12 yên derbarê valabûna cihê serok û piştî lihevkirina herdu cîgirên serok biryar da cîgirê serok birêz Ebdulrehman Mistefa bi karûbarê serok rabe heta hilbijartinên dahatî û spasiya birêz Riyad Sêf kir têkoşerê tund li ser karê ko ji bo Hevbendiya Niştimanî kir û hêviya tendiristiyeke xweş jê re xwest. Piştî gengeşeya raportên serokatiyê û ya Emîndarê giştî û ya desteya siyasî desteyê hûrbîniyên hevdîtin û gotûbêjiya digel Encûmena Niştimanî Kurdî pêşdîtin kirin û biryara erkspasrtinê ji desteya siyasî re ko peyapey gotûbêjiyê berdewam bike tako bigehêjin encamine lihevkirinê ko beşdariya xurtir bike û mijarên nakokiyê gav bikin. Xûta kêşeya herî germ bû di gengeşeyan de û bi danûstandina rasterast ya bi cîgirê serokê desthilata demkî re li Dûma...

Rêzgirtin Ji Bo Mamoste Riyad Sêf Bo Dema Serokatiya Wî ji Hevbendiya Niştimanî re

  Daxuyania Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê rêz û hurmeta xwe ji têkoşerê mezin Riyad Sêf re diyar dike, ko bi sedema rewşa wî ya tendiristî daxwaza destkêşana ji kar wekû pêngaveke mêranî pêşkêş kir. Hevbendî spasiya bizavên wî yên ji bo çaksazkirina Hevbendiyê dike û gelek karûbar di qonaxeke aloz de pêk anîn, Hevbendî xêr û xweşiyê bo tendiristiya wî dixwaze da zû karibe li karê xwe vegere wek endamekî çalak di Hevbendiyê de. Li gora madeya 8 û 11ê ji sistema bingehîn ya taybet bi rewşa valabûna cihê serokê Hevbendiyê, birêz Ebdulrehman Mistefa cîgirê serok bi meşandina karê serokatiyê hate teklîfkirin, heta dema hilbijartinên dahatî, bi hêvî ne di karê xwe de serkeftî be û karê tevayî û yê dezgehî di vê qonaxê de ji bo xizmeta milet û şoreşa me û beraberiyên têne pêşiya şoreşê baş birêve bike. Rêz ji bo têkoşerên xwedan bawerî û serkeftin ji şoreşê re Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Desteya Siyasî 09.03.2018

Hevbendiya Niştimanî: Hemû Rêz Û Siyanet Û Şanazî Bo Jinên Sûriyê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi navê miletê Sûriyê û bi helkefta roja cîhaniya jinê, rêz û pêzanîn xwe dişîne ji jina Sûrî re, hevdem rêz û şanaziyê bi rola sereke ya jina Sûrî dike û amaje bi zehmetiyên mezin yên dayik û keçan di mîjo û kawdanên Sûriyê de, di serdemên şer û aştiyê de û di rojên şoreşê û yên berê de. Jina Sûrî bingehekî sereke ye di civaka Sûrî de, û wê riya ferehiyê bi behremendî û aqilmendiya xwe weku hercar bibîne, wê karibe wêneyê xwe yê rasteqîn rast bike, tevlî piransîpên maf û azadî û dadperweriyê, û herwiha wê beşdar bibe di avakirina paşerojeke hêjayê mirovatiyê. Ku jina Sûrî ya hêjaye bo amajepêkirin û siyanet û rêzgirtinê ji ber rola wê di şoreşê û di xwenîşandan û karwanê azadiyê de, hevdem ku her ji adara 2011an ve, rastî kuştin û derbederî û girtin û bêseruşûnkirin û eşkece bi destê rijêma Esed hatiye, ku ev yek belgeyeke li ser giringiya kar û rola wê, û herwiha li ser têkşikestina saziyên navdewletî li hember parastina jin û sivîlên Sûriyê, û bêkariya wê li hember berpirsyaretiyên parastina ewlehî û aştiyê û parastina giyanê mirovan....

Rijêm Xûta bi Gaza Kilorê Bombebaran Dike û di Kiriyarên Qirkirinê de Berdewam e Bê Destêwerdaneke Navdewletî ya Bilez

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hêzên Rijêmê rabûn bi binpêkirina herdu biryarên 2209 û 2118 û biryara agirbesta 2401, bi avêtina bermîlên teqîner yên bi gaza kilora bi jehr li ser taxên nişteciyên bajarê Hemoriyê û bajarokê Bêtsewa li Xûta Şamê ya rojhilat û têde 40 kes rastî bihnçikandinê hatin. Hilmeta cenosîdê li ser Xûta rojhilat berdewam e, û amara qurbaniyên duhî bi tenê gihiştiye zêdetir ji 100 şehîdan, hevdem ku hejmara wan her ji destpêkirina hilmeta qirkirinê gihiştiye zêdetir ji 800 şehîdî. Esed tekez dike ku wê berdewam be li ser tawanan û tiştek li ber singa kuştinê nagire, ne biryarên navdewletî û nejî daxuyanî û beyannameyên nîgeraniyê yên civaka navdewletî, anku wê hilmeta qirkirinê berdewam be û herwiha ku biryara 2401 ya taybet bi agirbesta 30 rojî xuya dibe ku hêjî cêbicê nebûye. Cihê şermezariyê ye ku rawestandina qirkirina niha li Xûta rojihalt dibe, hêjî girêdayî be bi biryarên navdewletî yên nayê standin bê erêkirina tawanbaran, ku ev yek dihêle ev biryar vala û bê naverokin û nayên bicihkirin. Bêgoman ku helwesta navdewletî ya bêkêr û falincoyî bûye fakterekî rasteqîn û kara bo peydabûna derencamên rewşa niha ya li Sûriyê û navçeyê. Îro, tevlî ziyanên mezin yên li Xûtayê ketin, ku...

Hevbendî: Cenosîd Li Xûta Rojhilat Bi Serê Xelkê Tê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Her demjimêrek û her rojek derbas dibe bi dehan şehîd û birîndar li Xûta rojhilat dikevin bi sedema bombebarana topxane û firokên Rijêmê û dagîrkariya Rûsî. Li çend demjimêrên borî, çend kuştar bi destê Rûsiya û Rijêmê li bajar û bajarokên Cisrîn û Seqba û Hemoriyê û Dûma û Misraba û Keferbetna û Eleşe'rî û Bêtsewa û Herista û E'rbîn û Elşofîniyê û Cober hatin pêkanîn, anku bi wê wateyê ku tevaya deverên Xûta rojhilat ya dorpêçkirî têne armanckirin, û ya xuyaye ku êrîşa hovane li ser Xûtayê tê ji bo pêkanîna armancekê ji du armancan, yan kuştina sercem xelkê Xûta yan koçberkirina wan, ku ev yek civaka navdewletî careke din têxe li hember berpirsyaretiyên wê, ji ber ku Xûta rojhilat niha rûbirûyî oparesyoneke qirkirinê li ser destê Rûsiya û Rijêmê û milîsên Îranê dibe. Duhî roja yekşemê (4'ê adarê) 52 sivîl tevlî hin jin û zarokan li Xûta rojhilat şehîd ketin, ji wan 31 şehîd li bajarê Dûma bi tenê, û hejmara şehîdan heta danê piştî nîvro yê îro roja duşemê gihiştiye 21 şehîdî, ji wan 11 li bajarokê Cisrîn û 4 li Herista û 3 li Seqba, ku hejmara qurbaniyan her ji destpêka oparesyona leşkerî ya...

Tewana Armanckirina Encumana Xwecihî ya Şîfoniyê û Şehîdketina Serokê Wê û Sivîlin Din

Daxuyaniyeke rojnamevanî Aavahiya encumana xwecihî ya bajarokê Şîfoniyê li Xûta Rojhilat a gundewarê Şamê roja yekşemê 25 sibatê tuşî bombebaraneke balafirên rêjîmê û dagîrkera Rûsî bû, û di encamê de komelkujiyek çêbû û serokê encumena xwecihî Mihemed Camûs û du endam û hejmarek ji sivîl û penaberan şehîd ketin, û ta niha operasyonên derxistina laşên wan ji bin wêraniyan berdewam in. ew bumbebaran tewaneke cengê ye û binpêkirineke ji biryara agirbesta 2401 re piştî kêmî 24 saetan ji biryardana wê, û binpêkirine ji yasaya navdewletî re û yasaya navdewletî ya mirovî re, ku tê de çekên goşeyî û şewatkar dijî taxên niştecihan û avahiyên sivîl û pizîjkî hatin bikaranîn. Hevbendiya Niştimanî bi germî sersaxiya malbatên şehîdan dike, û tewanên li pey hev li dijî sûriyan şermezar dike û hişyariyê dide derbarê dijminkariya ku dijî Xûta Rojhilat bi hemû bajar û bajarokên wê dibe, û dibîne ku ew pirojeyekî qirkirina tevayî ye û tewana dijî mirovahiyê ye ku îro li pêş cavê civaka navdewletî dibe, ew civaka navdewletî ya tevaya berpirsyariya bêkêriya xwe di sizakirina tewankarên wan tewanan de bi dirêjiya salan hildigre, û di encamê de asta tewankariya Rêjîmê û Rûsya û Îraniya bilintir bû. û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên...

Page 80 of 137 1 79 80 81 137

Nûçeyên Dawî