“PYD” Berdewam e di Kiryarên Binçavkirin û Revandina Sûriyan de
Daxuyaniyeke Rojnamevanî Wek kopîkirinekê ji riftarên rêjîmê ên tepeserkirinê re, milîsên "PYD" ên terorîst siyasetên tirsandin û eşkencedanê li dijî xelkê Sûriyê dimeşînin, û her ji bo bicihkirina vê armancê li çend rojên borî hilmeteke girtin û revandinê li ser rêbendan û bi êrîşkirina li ser malên xelkê li gund û bajarên Minbic û Reqê û Dêrazorê bi rê ve dibin, ji bo revandin û girtina ciwanên wan navçeyan û tevlîkirina wan li nav hêzên xwe. Hevbendiya Niştimanî van kiryarên revandin û tirsandinê şermezar dike, û tekeziyê li ser hevkarî û piştgiriya xwe dike ji xelk û koçberên Minbicê re yên grev li dijî van kiryaran kirin, û milsên "PYD" bi gulebarankirina dikanên beşdar di grevê de bersiva nerazîbûna xelkê da, ku ev yek kiryarên Rijêmê yên tepeserkirina xwepêşandanên cemawerî yên li destpêka şoreşê tîne bîra mirov. Herwiha koçberên Afrînê yên vedigerin li ser mal û gund û bajarên xwe rûbirû heman tawan û riftarên kirêt ên milîsên "PYD" tên, û hejmarek malbat tevlî jin û zarokan bi destê wan hatine revandin û ber bi cihên nediyar de hatine veguhestin, tevlî standina nasnameyên koçberên li kampên Helebê ji bo neçarkirina wan li ser mana di kampan de, û koçberekî Afrînî...