Komkujiyên Nû li ser Destê Hevpeymaniya Navdewletî Derheqê Sivîlên Dêrazorê
Daxuyaniyeke Rojnamevanî Ji aliyê balafirên hevpeymaniya Navdewletî duh bi şev êrîşek li ser kargeha qeşayê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê hat pêkanîn, û li gor raportan, di encamê de komkujiyek mezin hat pêkanîn, û têde bi dehan sivîl hatin kuştin, ku hêjî hejmareke tekez ji şehîd û birîndaran re tune ye. Ew serjimêriya ji aliyê çalakvanên mafên mirovan û çavkaniyan ve gav bi gav zêde dibe, û diyar dibe ku rewşa gelek birîndaran metirsîdar e, di van şert û mercên zehmet de ji tinebûna xizmetên tenduristîyê û nebûna kêmtirîn derman û alavên pizîşkî yên pêwîst. Hevpeymaniya navdewletî netenê bi şikestina xwe di warê parastina welatiyên sivîl ji êrîşên rêjîmê û Rûsya û tawanên çekdarên Îranê, û nekarîna xwe ya bicihanîna biryarên Netewên Yekbûyî yên derbarê rawestandina kuştina li Sûriyê mukur nayê, di heman demê de em dibînin îro di kuştina xelkê Sûriyê û wêrankirina malên wan de beşdar dibe. Di dema ku hemû awayên armanckirina sivîlan cihê pirotestokirin û şermezarkirin ye, bêxemiya derbarê xwîna xelkê û nestandina tedbîrên pêwîst ji bo parastina wan, cihê rexne û şermezarkirinê ye, û ev tewanên dubar dibin, diyar dikin ku Hevpeymaniya Navnetewî giringiya pêwîst nade parastina sivîlan di êrîşên xwe de. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên...