Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî: Rêkeftina di Navbera Rêjîmê û Îranê de Ne Rewa ye

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê çi rêkeftina leşkerî û abûrî ya rêjîma Esed bi dagîrjkeran û yên piştgiriya tiroristiyê dikin re imze bike pirotesto dike, û tekez dike ko ew têkçûyî ye û ne rewa ye, û bi taybetî rêkeftina ko Îranê vê dawiyê ragehandiye ya ko dibêje ew rêkeftineke hevkariya leşkerî ye. Hevbendiya niştimanî tekez dike ko ev rêkeftin miletê Sûrî amanc dike, yê ko hêj amanca bitenê ye ji rêjîma Sûrî û hevalbendên wê û milîtanên bi ser ve re, û hemû plan û piroje û hevalbendiyên rêjîmê ji bo mana wî di desthilatdariyê de ye, û têkbirina miletê Sûrî û bêparkirina wî ji mafên siyasî û mirovî. Tev ko ev rêkeftin û bendên wê hêj nediyar in, lê dijminkariya miletê Sûrî û tawankariyên wan yên berdewam derheqê amancên milet, destnîşan dikin ku bêguman naveroka wê mteror û tawankarî ye. Miletê Sûrî qurbaniyê yekem e ji çekên ko rêjîmê ew pêşve birine re, û di serî de çekên kîmawî û bermîlên teqîner û alavên êşkencedan û kuştinê di zindanan de, û rêkeftinên digel Îranê ji bilî pirkirina alavên tawankarî û tirsdandinê pêşkêş nekirine. Hevbendiya Niştimanî ji dewletên kartêker yên Encûmena ewlehiyê daxwaz kir ko bi...

Hevbendî Teqîna Terorîstî li Urdinê Şermezar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê teqîna terorîstî li dijî girûpeke gerok ya ewlekariyê li bajarê Fihîs li Urdinê şermezar dike, û sersaxiya malbatên qurbaniyan û birîndaran dike. Ev tawan tê bi armanca belavkirina gêrê û ajawegeriyê, ku ew bi xwe hewldaneke bêhêvî bû bo lawazkirina ewlekariya Urdinê, ku hikûmeta Urdinê hevdem kar ji bo bihêzkirina ewlekariya xwe dike, herwiha ev tawan tê di çarçoveya polîtîkên cûrbecûr de yên ji aliyê sponsorên kuştin û wêrankirina herêmê dibin, ku carinan terorîzmê bikar tînin û carinan kuştaran. Hevbendiya Niştîmanî baweriya xwe bi Urdinê li hemberî vê gefê dûpat dike, û di heman demê de piştgîrîya xwe bo têkoşîna li dijî terorîzmê û baykotkirina sponsor piştgirên wê yên darayî dike , di nav de û di serê wan de rijêma Esed û Hizbullah û milîsên Îranê yên terorîst û pasdarên wê, û herwiha destxweşiyê li piştgiriya Urdinê dike ya dide koçberên sûrî yên ji dojeh û teror û kuştina bi destê rejîma Esed û hevalbendên wê reviyane. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Peywendî û Ragihandinê 12 tebax 2018

Bidehan Şehîd bi Êrîşên Balafirên Rûsyayê û Rêjîmê li ser Gundewarên Heleb û Idlib û Hemayê Ketin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Zincîreke êrîşan ji aliyê balefirên şer ên Rûsiya li ser taxên bajarê Orm El-kubra li gundewarê Helebê bi bombe û mûşekan hat pêkanîn, di encamê de bi kêmî ve 20 kesên sivîl şehîd û bi dehan kesên din birîndar ketin. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê van êrîşan şermezar dike û hevdem Rûsya bi berpirsyar dibîne li hemberî êrîşên hovane yên li dijî gundewarê Idlib, Heleb û Hemayê. Topbarankirina duhî ya li dijî bajarên El-tmanah û El-Lataminah û El-Tih û Saraqib, û herwiha êrîşên cuda yên li ser Xanşêxûn li başûrê Idlib bi roket û bermîlên teqîner, di encamê de bi kêmayî heşt şehîd û hejmarek ji birîndaran ketin, hevdem ku ji aliyê hêzên Esed topên fosforê li dijî gundên Cisr El-Sixûr hatin bikaranîn. Hevbendiya Niştimanî hişyariyê dide civaka navnetewî ji ber encamên xerab yên bi destên rêjîmê û Rûsya û çekdarên Îranê yên serberdayî li dijî sivîlan li Idlib û Hema û Helebê, û metirsiya yarîkirin bi xwîn û jiyana welatiyên sivîl û û bi çarenivîsa çareseriya siyasî. Pêwîstiya rûdanên dawiyê bi mudaxeleya navnetewî ya bi lezgîn heye ji bo bidawîkirina tawan berdewam û binpêkirina biryarên navnetewî û peymanên li ser agirbestê û kêmkirina zêdegaviyan,...

Berdewamiya Siyaseta Komkujiyan li Gundewarê Der’ayê

Berdewamiya Siyaseta Komkujiyan li Gundewarê Der'ayê Daxuyaniyeke Rojnamevanî Rijêm bi piştgirî firokên dagirkirina Rûsî û milîsên Îranê berdewam e di pêkanîna êrîşan li ser bajar û bajarokên gundewarê Der'a yê rojava bi awayekî bi tewşî û hovane, bi pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan bi riya bombebarankirina komelgehên nişteciyan, û nahêlin ti dever hêmin bimîne bi firok û mûşekên xwe. Bi dehan şehîd û birîndar ketin di nav koçberên navçeya Wadî de ya li bajarokê Koye li geliyê Yermûkê li rojavayê Der'a, piştî armanckirina kampên koçberan li heman navçeyê ji aliyê balafirên dagirkariya Rûsiya û topxaneya rijêmê. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê vê komkujiyê û oparesyona bi tewşî li ser deverên gundewarê Der'a rojava şermezar dike, û tekez dike ku rijêmeke sponsera terorê dike, nikare rabe bi dijberiya rêxistinên terorîst û terorîstan, bi taybetî jî ku ew rijêm yekem berpirsê peydabûn û zêdebûna van rêxistinên terorîstî ye, û di nav wan de rêxistina DAIŞ ya terorîst. Ji dewletên xwidan bandor yên Konseya Ewlekarîyê tê xwestin ku bi berpirsyariyên xwe rabin li hember van tawanan û erzandîtina jiyana welatiyên sivîl. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Agahdariyê û ragihandinê 1 tebax 2018

Hevbendî Êrîşa Terorîstî li ser Swêda Şermezar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê êrîşa terorîstî ya ji aliyê rêxistina DAIŞ a terorîst ya îro li dijî welatiyên sivîl li Swêda li (25 Tîrmeh), bi riya zincîreke teqînan û gulebarankirinê, ku têde bi dehan şehîd û birîndar ketin şermezar dike. Hevbendî, berpirsiyariya karîna rêxistina DAIŞ ji pêkanîna van tawankariyan têxe li ser stûyê hêzên rijêmê, ji ber ku ew kesên êrîş kirine nikarin bê destûrdan ji wê dûrê bên û çend rêbendan derbas bikin û bikevin li nava bajêr ji bo pêkanîna komkujiya xwe. Ji ber ku roleke serekî ya rijêmê di çêkirin û piştgiriya vê rêxistina terorîst de û hêlana wê ji bo pêkanîna tawanan heye. Hevbendiya Niştimanî dubare şermezarkirina xwe ji hemû awayên teroê re tekez dike, û herwiha her cudahiyekê di navbera terora rijêma Esed û terora rêxistinên tundrew û şofînizm û mezhebperist de red dike, û cext li ser pêwîstiya şerê li dijî terorê û ji bo rizgarkirina Sûriya ji terorê dike. Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê ji malbatên şehîdan re pêşkêş dike. Başbûneke lezgînî ji birîndaran re dixwaze, û piştrast dike ku berpirsyarên vê komkujiyê û yên hemû tawanên li Sûriyê bûne, û hemû kesên sûcdar û alîkarên wan, wê ji...

Xebata Kumspiyan Sivîl Rizgar Kirin û wê Şahidhalbûna wan Tewankaran Protesto Bike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi navê bimilyonan welatiyên sûrî, bi rêzgirtin û serbilindî silavan pêşkêşî xwebexşên bergiriya sivîl ya Sûrî dike, û piştrast dike ku xebata wan wê bimîne cihê rêz û hurmetê li rex gelê Sûriyê, û hemû mafxwaz û alîgirên azadî û mirovahiyê li tevaya cîhanê. Li cihê bûyerên reş û tije xwîn û wêrankirin, xwedanên Kumên Spî rûyek spî pêşkêş dikirin , ku mînakek ji bo mirovê sûrî yê resen bûn, mirovekî ku jiyana xwe ji bo rizgarkirina qurbaniyên bombebaran û hilweşîn û koçberiyê terxan kiribû, ku hêza xwe ji dilsoziya xwe ya paqij werdigirt. Di bin bombe û bermîlan, û di nav dîwarên malên wêrankirî de yên bermayên êrîşên balafirên Rûsya û rejîmê, xebata xwedanên Kumên Spî û hevkarî û sebr semaxa wan dibûn sedemên rizgarkirina bi deh hezaran welatiyên sivîl ji bin kavilan, û pêşkêşkirina xizmetan ji bo bi sed hezaran kes koçber û derbider û hejarên ji bombebarana rejîmê û milîsên wê yên terorîst direvin. Ew kesên derewan li ser kar û xebata vê rêxistinê belav dikin, ji sertewanina xwe pêve bidest naxin, ku bi tenê ew derew dikevin di nav wan hewldanan de yên dixwazin careke din...

Hevbendî Mirina Hunermenda Azadîxwaz Mey Skaf Radigehîne

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê mirina hunermenda Sûrî ya serhildêr Mey Skaf radigehîne. Ji sirgûniya bi zorê û dûr ji kolanên Şamê, yên li wan beşdarî di xwenîşandanên aştiyane de dikir, îro roja duşemê (23 tîrmeh), em xemgîn in bi nûçeya mirina hunermend Mey, piştî nexweşiyeyeke giran. Mey, ticarî di helwestên xwe de dudilî nedikir, û herdem li tenişta gelê xwe bû. Dema şoreşê destpê kir, bê dudilî tevlî refên wê bû, û her ji rojên pêşiyê dengê şoreşê bû, û tevlî bizava azadîxwaziya Sûriyê bû, û ji bo rakirina dorpêça li ser bajar û gundan û serbestberdana kur û keçên binçavkirî. Hevbendiya Niştimanî, sersaxiyê ji malbata Mey û hevalên wê û hemû gelê Sûriyayê re pêkêş dike, û tekez dike ku hêviya ku her dem Mey bawerî pê tanî, dê berdewam bimîne ronahiya riya hemû welatiyên Sûriyê yên azadîxwaz. Dilovanî ji hunermend Mey Skaf re, û serkeftin ji şoreşa azadî û rûmetê re. Bijî Sûriya û gelê wê, bi azadî û serbilindî. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Agahdariyê û ragihandinê 23 tîrmeh 2018

Civaka Navdewletî Xwe Kor Dike li Hember Şehîdên di bin Îşkenceyê de

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Rejîma Esed berdewam e di bikaranîna tundutîjiyek sîstematîk a berfirh de li dijî girtiyan û kesên revandî yên bêseruşûn di girtîgehan de ji sala 2011an ve. Û ji aliyê raporên mafên mirovan navên zêdetir ji 100 hezar welatiyên sûrî hatine belgekirin, di nav de navên 12 hezar Filistîniyên Sûrî, niha di girtîgehên rijêmê de binçavkirî ne , û li ser binçavkirîyan û kesên bêseruşûn têne hejmartin. raportên mafên mirovan tişta hemû Sûrî dizanin li ser kiryarên îşkencê ji aliyê rejîmê ve di îşkencekirina girtiyan de piştrast dikin, di nav de şêwandina endamên laşê girtiyan û lêdan û şewitandina bi çixara, û rêbazên din yên îşkenceyê yên dibin sedema mirinê, tevlî kiryarên bidarvekirin û kuştinê yên ji derveyî çarçovê qanûnê. Û raporên Tora Sûrî ya mafên mirovan, rijêm berpirsiyar dît li hember mirina 13.066 girtiyan di hinderê girtîgehan de heta heyva hezîrana borî, di nav de jin û zarok, û 500 Filistîniyên Sûrî, hevdem ku hêjî metirsî hene ku hejmara rasteqîn gelekî zêdetir be. Di vê çarçoveyê de, em rapora Rêxistina lêborîna Navdewletî ya di destpêka sala 2017 de li bîr tînin, ku beşek ji tawanên rejîmê li dijî girtiyan û kiryarên bidarvekirina bikomel û jenosîdê bi awayekî sîstematîk...

Bi Dehan Şehîd û Birîndar li Gundewarê Der’a û Qunêtra Ketin .. Divê Dewletên Xwedanbandor Sivîlan ji Tewankariyên Esed Rizgar Bikin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Ji aliyê balafirên rijêma tawankar, û bi piştevaniya Rûsya, du komkujiyên hovane hatin pêkanîn, yek li bajarê Ayn el-tîne li roja sêşemê (17'ê tîrmeh), û komkujiya din li bajarê (Newa) li rojavayê Der'a. 10 kes di komkujiya Ayn el-tînê de ji yek malbatê hatin kuştin, piştî bombebarankirina xwendingehekê bi bermîleke teqîner ku têde çend malbatên koçber dijîn yên ji tirsa êrîşên hêzên rejîmê û milîsên wê koçber bibûn. Li aliyekî din zêdetir ji 19 welatiyên sivîl, bi piranî jin û zarok, ji ber bombardumana bejayî û esmanî li ser mal û xaniyên Newa şehîd ketin. Bi dehan welatiyên sivîl şehîd ketin li gundên Der'a û Qunitra, bi piranî jin û zarok ji ber êrîşên berdewam ji du hefteyan li ser herêmê, ku bi dehhezaran kes neçar man ku birevin ji ber bombebaranê û bermîlên teqîner. Îro jî, bombe û bermîl û roket li ser bajar û bajarokên başûrê Sûriyê bariyan, û hevdem digel berdewamiya komkujî û koçberkirina sivîlan û armanckirina nexweşxaneyên meydanî, ku tîmên parastina sivîl berdewamin bêwestiyan li ser rizgarjiruna birîndaran, ku civaka navnetewî li hember kirîzê bêdeng dimîne û dest berdaye ji erkên xwe yên li hemberî aştî û ewlekarîya navnetewî. Bi girtina çav ji bûyer...

Hevbendiya Niştimanî Binpêkirin û Tawanên “PYD” yên li Reqayê Şermezar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê binpêkirin û karên tundutîjiyê yên milîsên "PYD" li dijî sivîlan şermezar dike û nemaze girtina jin û zarok li bajarê Reqayê di dema çend rojên borî de. Ku xwenîşandan rastî guleyan hatin û beşdar rastî girtinê hatin, û herwiha jin rastî destdirêjiya û rûreşî û xerabkarîya devkî hatin û li ser sivîlan rewşeke tepeseriyê hat sepandin û dest bi girtina çalakvanan hat kirin, ku ev hemû beşek ji riftarên van milîsan bû yên kopîkirî ji hewldanên rejîma Esad ya zalim ji bo tirsandina xelkê Sûriyê. Hevbendî dubare şermezarkirina van binpêkirinan û tawan û kiryarên revandin û windakirina bi zorê, û piştgiriya tam ji bo gelê xwe û ji bi bizava wê ya aştiyane li dijî van binpêkirinan û li dijî van milîsan piştrast dike. Hevbendî bang li hemû aliyên civaka navnetewî dike ji bo şermezarkirina binpêkirinên ji aliyê van milîsan yên bi nav û pergalên cuda cuda dibin, û krîmînalîzekirina her cûre piştevanîya leşkerî û siyasî ya ji wan re dibe dike û daxwaza kar ji bo rawestandina piştgiriyê van milîsên terorîst dike, û her aliyekê piştgir berpirsyar dibîne li hember tawanên wan yên li dijî xelkê Sûriyê. Hevbendiya Niştimanî...

Page 77 of 137 1 76 77 78 137

Nûçeyên Dawî