Daxwiyanî

Divê Fişarên Bilez li ser Rejîmê Bêne Sepandin ji bo Rakirina Dorpêça li ser Kampa El-Rikban

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Rewşa kampa El-Rikban ya koçberên Sûrî ya li nêzîkî sînorê Sûrî-Urdunê li parêzgeha Himsê ber bi xerabiyê diçe, ku rewşa nêzîkî 70 hezar koçberên Sûrî li kampê ber bi rewşeke trajîk diçe, di bin dorpêçeke dijwar de ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên alîgirên wê her ji heyva hezîrana borî ve. Mirina zarokan dest bi zêdebûnê kiriye, piştî girtina dergehên rêxistinên navnetewî yên hawarhatinê û berdewamiya astengiyan û destdanîna li ser dermanan û xwarinê ji aliyê rêbendên hêzên rejîmê, ku bûye sedema kêmbûna derman û kelupelên pizîşkî û zêdebarî kêmbûna xwarinê di nav de ard û şîrê zarokan. Pêwîstiya zarokên kampê bi hawarhatinê heye ji bo rizgarkirina wan ji birçîbûna ku rejîm wê wek pirojeyekî li dijî zarokan û kesukarên wan pêktîne, bi taybetî ku pêwîstiya gelek nexweşan bi çavdêriya pizîşkî ya taybetmend yan jî niştergeriya bilez heye. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, ji civaka navnetewî daxwaza bizaveke lezgîn dike, ji bo rizgarkirina koçberên kampa El-Rikban û misogerkirina çavdêriya tenduristî bi awayekî berdewam û herdemî, bi sepamdina fişarên rasterast li ser rejîmê ji bo rakirina dorpêça li ser kampê û gihandina alîkariyan bêyî çi mercan. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Agahdariyê...

Hevbendiya Nişgimanî Êrîşa Terorîstî li Wîlayeta “Batmanê” li Tirkiyeyê Şermezar Kir

  Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê êrîşa terorîstî ya li ser alaveke veguhestina leşkerên artêşa Tirkiyê li wîlayeta "Batmanê" ya li rojhilatê Tirkiyê ( roja pêncşem 4 cotmehê/October) şermezar dike. Hevbendî piştgiriya xwe ji Komara Tirkiyeyê re li hemberî hemî terzên terorê dupat dike, û dubare helwesta xwe ya xurt û neguhêr derbarê vê yekê piştrast dike, û cext dike li ser pêwîstiya yekkirina bizavên navnetewî yên ji bo peyketina terorîstan û sponsorên wan, û xebata ji bo jinavbirina çavkaniyên terorê û dewlet û aliyên piştevanên wê. Hevbendiya niştimanî sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan dixwaze û hêviya başbûneke zû ji birîndaran re dike, û hevdem li bîr têne ku terorîzma li dijî miletên navçeyê yek terorîzm e, û em hemû bacê bêkariya civaka navdewletî didin, ku nikare bi cidî li hemberî serkar û sponsorên wê raweste, û di serê wan de rejîma Esad û rejîma Îranê. Dilovaniya xwedê li şehîdan be, Û başî û silametî ji birîndaran re, Û azadî ji kesên binçavkirî re, Bijî Sûriya û xelkê wê bi azadî û serbilindî. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Agahdariyê û ragihandinê 5 cotmeh 2018  

Peymana Idlibê Rê li ber Çareseriya Siyasî li Sûriyê Vedike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Peymana di navbera Tirkiya û Rûsya de ya derbarê Idlibê gaveke girîng û pêwîst bû, bi taybetî ji bo misogerkirina ewlehiyê ji bo bimilyonan kes ji welatiyên sivîl û koçberên li Idlibê, digel misogerkirina mana wan di malên xwe de, û herwiha rê li ber çareseriya siyasî vedike, û diyar dike ku bijardeya kuştin û koçberiya bi darê zorê ser neket. Rê ji demeke dirêj de li pêşiya vê peymanê vekirî bû, û derfet hebû ku çareserî peyda bibe ji bo rawestandina rijandina xwînê û wêranekirina welat, lê rejîm û hevalbendên xwe berdewam bûn di bikaranîna hemû peyman û agirbestan ji bo jinavbirina çareseriya siyasî, di dema ku hemû hewldanên hêzên şoreşê û opozisyonê ji berê de û hêjî berdewam in, ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya rastyeqîn, wekî takebijardeya ligor demê ji bo dabînkiruna xwestek û mafên hemû Sûriyan. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê pabend ma ji bo serkeftina her peymanekê bikaribe çareseriya siyasî bêxe ser rêya rast a li gor biryarên navnetewî, û îro jî piştrast dike ku ew jidil û erênî dê serederiyê ligel vê peymanê bike, ji ber ew encama xweragiriya gelê sûriyê li hember gef û êrîşan e, û serkeftina...

Hevbendî Tawanên Rejîma Îranê Derheqê Rikberên wê Şermezar Dike û Dibîne ku Ew Terorê Belav Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Nişgimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekeziyê dike li ser şermezarî û redkirina xwe ji tawanên rejîma Îranê re yên dijî gelê Îranê yê daxwaza mafên xwe dike û ji bo azadiya xwe têdikoşe, û bi taybetî êrîşa li ser navendên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKI) û (PDK) li Herêma Kurdistana Iraqê, ku bûye sedema şehîdketin û birîndarbûna bi dehan welatiyên sivîl û penaber, her weha kiryarên bidarvekirina çalakvanên aştiyane. Ev êrîş dikevin di çarçova siyaseta belavkirina terorê de, ya ji aliyê rejîma Îranê li dijî miletên herêmê dibe, tevlî dijminahiya wê ji pêkhatên gelên îranî re, bi belavkirina tirs û teror û ajawegeriyê, ji bo tepeserkirina xelkê azadîxwaz û jinavbirina dijberên xwe, da berdewam bimîne li ser desthilatdariya welat û dizîna saman û aboriya wî. Hevbendiya Niştimanî careke din hişyariyê ji polîtîkayên rejîma Îranê dide, yên herêmê ber bi bobelatan dibin, û Hevbendî tekeziyê li ser pêwîstiya gemkirina rejîma Îranê bi biryar û gavên rêk û pêk dike, bi armanca rizgarkirina herêmê û gelên îranî, ji Kurd, Ereb, Belûç û Azeriyan û dabînkirina mafên wan yên kulturî, destûrî û mirovî. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Peywendî û Ragihandinê 12 îlon 2018

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Rewşa Xwîndar a li Idlibê û Hundurê Sûrîyê Gengeşe Dike

Daxuyaniyeke rojnamevanî Xula şehîda zarok Umeya Eymen El-Riz Bi rawestana deqeyeke bêdengî û xwendina fatiheyê li ser giyanê şehîdan û gengeşekirin û erêkirina xalên di rojevê de, Serokê Hevbendiya Niştîmanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê birêz Ebdulrehman Mustefa karubarê xula 41'emîn a desteya giştî ya Hevbendiyê dest pê kir. Rewşa li ser erdê bi hemû hûrbîniyan bi taybetî rewşa li Idlib û Hamayê ji mijarên pêşîn bûn yên axaftineke dirêj li ser wan hat kirin, piştî pêşkêşkirina raporteke berfireh ji aliyê "Ofîsa Karubarê Leşkerî", ku têde pêşketin û derfetên pêşbînîkirî li Idlib û encamên civîna Tehranê hatin gengeşekirin. Hevbendiyê pesnê xwenîşandanên aştiyane û sivîl yên redkirina êrîşê li navçeyên rizgarkirî da, û tevlêbûna hemû çînên gel li nav xwepêşandanan û bilindkirina ala şoreşê û tekezkirina daxwazên azadî û rûmetê û mafên destûrî û mafên mirov bilind nirxandin, herwiha supasiya helwesta Tirkiyê û piştgirîya navnetewî û Ewropayê yên guncayî bi helwesta Hevbendiyê re ya redkirina êrîş û holocosta tête plankirin li Idlibê kir, û got ku wê ew êrîş bibe sedema felaketên mezin û wê ziyan li bimilyonan kesên sivîl bibe ku armanca sereke parastina wan e, û dibe bibe fakterê peydabûna koçberiyeke mezin, û rapora meydanî behsa rewşa başûr...

Rûsya li jêr Bêdengiya Navdewletî Tawanên Şer û Kuştin û Koçberkirina Xelkê Sûrî Vedişêre

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Îro roja yekşemê, hin gund û bajarokên navçeya Idlibê û Hamayê bi giranî ji aliyê firokeyên rejîma Esed û yên dagirkariya Rûsan, bikaranîna roket û bombeyên deaktîv û bermîlên teqîner hatin bombebarankirin, hevdem ligel bombebarana bi top û mûşekan ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên terorîst ên Îranê. topbarana hovane ya berdewam li ser taxên welatiyên sivîl bû encama şehîdketin û birîndarbûna hejmarek ji sivîlan di nav de jin û zarok tevlî zarokeke şîr bi navê Umiya Eymen Elriz, bêyî ku tîmên parastina sivîl hejmara wan heta niha destnîşan bike, û di 48 saetên dawî de du nexweşxane ji xizmetê derketin, tevlî jikarketina navenda bergiriya sivîl. Dagirkariya Rûsiyayê li Sûriyê radibe bi dubarekirina senaryoya êrîşkariya li dijî bajarên, ji bo wêrankirin û kuştin û koçberkirina milet, bi fikra wê ku dikare di bin bêdengiya navnetewî de careke din senaryoya çêbû li Xûta û Der'ayê, dubare li Idlibê û derdora wê kopî bike. Rûsya û Îran û rejîm bi plan niha zicîreke nû ji tawanên şer û tawanên dijemirov pêktînin, ji bo koçberkirina xelkekî zêdetir û temamkirina projeyê guhertina demografîk li ser xaka Sûriyê, bêyî ku rastî astengiyan bibin ji aliyê civaka navnetewî û qanûnên wê. Hevbendiya Niştimanî bi...

Hevbendiya Niştimanî Supasiya Gelê Serhildêr ji bo Mafên Xwe Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê supasiya xelkê Sûriyê kir, ku îro li nêzîkî 70 xalan li bajar û bajarokên Sûriya xwenîşandan lidar xistin, ji bo şermezarkirina gefên ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê li dijî Idlibê û bi redkirina helwest û daxuyaniyên dawî yên nûnerê navnetewî De Mistura, ku daxuyaniyên wî bi ronahiya kesk ji bo berdewamiya kuştin û koçberkirinê dan zanîn. Ji aliyê xwenîşanderên ala şoreşa Sûriyê hate bilindkirin, û têde nerazîbûna xwe xuya kirin li dijî her "lihevhatin û çareseriyeke binav ", bi tekezkirina li ser prinsîpên şoreşê û berdewama şoreş heta hilweşandina rejîmê, û herwiha xwepêşanderan careke din dijberiya xwe ji terorê re bi hemî terzên wê ve piştrast kirin, û rola Artêşa Azad ya Sûriyê di dijberiya terorê de dibîr anîn. Gelê Sûriyê bi riya van xwenîşandanan nameyên aşkere û zelal şandin, bi piştrastkirina ku moral û îradeyeke mezin heye li şerê li dijî rêjîmê li Idlibê û ku her gaveke bêseruber dê rejîm û hevalbendên xwe baceke mezin bidin. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Agahdariyê û ragihandinê 7 îlon 2018

Em Bombebarana Idlibê Pirotesto Dikin û Daxwaza Parastina Sivîlan Dikin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bombebarana tawankarî ya ko firokên dagîrkerên Rûsî û firokên rêjîmê li bêtir ji 20 bajarok û gundewarên Idlibê cîbicî kirine pirotesto dike, ko di encamê de nekêmî 20 sivîlan şehîd ketine û bi dehan birîndar bûne, her weha hişyariyê dide ji piştguhkirina aliyên kartêker yên navdewletî ji van bûyeran re bi taybetî mijara parastina sivîlan û ewlehiya wan. Ji civaka navdewletî tê xwestin ko li dijî vê tawankariyê rawestin, û fişarên pêdivî bikin bo pabendiya tekûz bi peymana kêmkirina şerî li Idlibê, û nameyekê bişînin ko tê de çi behaneyên binpêkirina vê rêkeftinê red bikin. Hevbendî çi behaneyên vê êrîşê red dike, û alayên artêşa Sûrî ya azad yên yekem bûn li hemû Sûriyê ko beraberiya rêkxistinên tiroristî kirine. Û sivîlên Sûriyê yên herî ziyan gihiştiye wan bi sedema hebûna wan rêkxistinan, yên ko destê rêjîmê di çêkirina wan de heye. Hevbendî bi gotin û kiryar hebûna rêkxistinên tundrew an milîtanên mezhebperest li hemû deverên Sûriyê red dike, û giring e yekser derkevin û hemû cureyên dagîrkeriyê bidawî bibin. Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji Encûmena ewlehiyê dike ko beraber vê êrîşê yekser bilive û kar bike bo derxistina biryareke bilez ko...

Silav bo Xelkê Serhildêr li Hemberî Êrîşên li ser Idlibê û Daxuyaniyên Nûnerê Netewên Yekbûyî

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi germî xwenîşanderên îro li seranserê bajar û bajarokên Sûriyê silav dike, yên derketin ji bo diyarkirina nerazîbûna xwe li hemberî her êrîşeke Rûsiyan li dijî her bosteke axa welat, û bi tekezkirina piştgiriya xwe ya tekûz ligel Idlibê û taxên wê ji gefên rejîmê li ser êrîşkirina li navçeyê û koçberkirina xelkê xwe . Xwenîşandanên roja Înê derketin, bang ji bo yekitiya Artêşa Azad ya Sûriyê, û cext li ser daxwaza ji bo rûxandina rêjîmê kir û dubare bi tekezkirina piransibê şoreşê yên ji bo rûmet û dad û azadiyê û avakirina dewleteke demokratî ya sivîl, ligel redkirina gefên li Rûsya û rêjîmê. Di çarçoveya van gefên ji aliyê nûnerê navnetewî De Mistura ew daxuyanî şoke û şermezarkirî û hatin ragihandin ji bo ku bibe destpêk bo êrîşên Rûsya û rêjîmê li ser kesên sivîl li Idlibê. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bang li Netewên Yekbûyî dike ku helwesteke vebir bide li hember van daxuyaniyên ku rê vedike ji bo pêkanîna tawanên çaverêkirî ji aliyê Rûsya û milîsên Îranê û rejîma Esad li dijî welatiyên sivîl li Idlibê. Îro xwenîşandanên xelkê Sûriyê derbirînê ji ruhê şoreşa...

Êş û Azarên Gitiyan û Mirina bi Hezaran bi Îşkenceyê di Girtîgehên Esed de û Berpirsyariya Civaka Navdewletî li Hemberî vê Yekê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Girtina derveyî qanûnê, û windakirina bi darê zorê, îşkence û kuştin, û hemû riftarên nemirovî, rayên kûr hene di koka rijêmê de her ji kodeta û baladestiya Esed bav li ser desthilatdariya Sûriyê, ku ev hemû bi pratîk her ji pêncî salî di organên rijêmê de hatine bikaranîn bi awayakî sîstematîk li dijî opozîsyonê her ji berî û di dema şoreşê de, wek yek ji binyatekî herî giring yê hukmraniyê ji bo xistina tirs di nav milet de; heta gihişt radeyekê ku kîna xelkê teqiya ligel destpêkirina şoreşa sûriyê, ku girtina zarokan Der'ayê û hilkirina neynûkên wan li 27/2/201'an, bû sedemekî serekî ji bo destpêka xwenîşandanên aştiyane ji aliyê çalakvanên li Şamê ji bo dilsoziya ligel dayik û bavên wan zarokan û malbatên girtiyan li parêzgehên din li beramberî Wezareta Navxweyî ya li Mirja di 16/3/2011 de. Rejîm berdewam e li ser girtina çalakvan û îşkence wan ku ev yek dibe handerekê zêdetir ji bo berdewamiya şoreşê; ji bo şermezarkirina rejîmê bi riya wêneyên mexdûrên yên ji aliyê Sizer ve gihişhine ligel belgeyên din û raportên komîsyonên lêpirsînê yên navnetewî, û raportên rêxistinên serbixwe yên li ser mezinatiya qebarê tawana nayê veşartin; Rejîm di mehên dawî de, rastî...

Page 76 of 137 1 75 76 77 137

Nûçeyên Dawî