Hewldanên Rêjîmê û Rûsya Eşkere ne ji bo Têkbirina Peymana Idlibê û Peydakirina Bihaneyan ji Binpêkirin û Êrîşan Re
Daxuyaniyeke Rojnamevanî Rûsya berdewam e li ser propagandaya xwe ji derew û gotinên rejîm re, bi riya hemû hewldanên xwe ji bo belavkirina tevlîhevî û veşartina rastiyan ta gihiştina astengkirin u jinavbirina hewldanên siyasî. Di dema borî de, milîsên Îranê kom dibûn li derdora Heleb û Idlibê, wek hewldanekê ji bo peydakirina hincetan û binpêkirina peymana Idlibê. Hevdem ku Rûsya kar dike ji bo veşartina van binpêkirinan bi riya dezgehên xwe yên siyasî û medyayî ji bo yasakirina tawanên rejîmê, û piştguhxistina berpirsiyariya wê di ber bikaranîna çekên kîmyayî de zêdetir ji 140 carî. Armanc ji propagandaya kîmyayî berî lidarxistina civîna Astana ya çaverêkirî eşkere ne, ku rêjîm û Rûsya û Îran dixwazin kaxetan tevlîhev bikin û civînê ji naveroka wê vala bikin, û armancên wê yên ji bo vegera danûstandinên Cinêvê û hewldanên ji bo çareseriya siyasî dûrî rastiyê bixin. Rejîma Esed gelê Sûriyê dorpêç kiriye bi piştgiriya Rûsya û Îranê, û bi sedhezaran kes hatine girtin û kuştin, û bi milyonan hatine koçberkirin di riya bikaranîna gelek rêbazên, ji bermîlên teqîner ta bi çekên kîmyayî, hevdem ku her ciheke hebe berdewam ji aliyê rejîmê û mîlîsên terorîst yên Îranê tê bombebarankirin, û komkujî li her derê tên pêkanîna...