Daxwiyanî

Ji Cîhanê Tê Xwestin bi Tundî Teqîna Idlibê ya Tiroristî Pirotesto Bikin û Bersiva wê bi Piştgiriya Çareseriya Siyasî Bidin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Bi sedema du teqînên tiroristî yên di heman demê de, duhî 18 heyva sibatê bi roj li navenda bajarê Idlibê, 17 sivîl şehîd ketin û bi dehan birîndar bûne, wek bizavekê ji bo dîmenên mirinê û tawankarî û kuştinê bînin ber çavan, û ew operasiyoneke plankirî ye. Ev tawankarî tekez dike ko pevçûn bi rêjîma Esed û tiroristiyê re heman şerê aloz e, û ew bi dawî nabe eger rêjîma tawankariyan û rêkxistinên tiroristî ji kok ve neyêne rakirin, û kaniyên tiroristiyê zuha nebin, û yên piştgiriya wê dikin têk neçin, û nehêlin delîveyê bibînin da dîsa rehên xwe berdin. Ji Civaka navdewletî bi hemû aliyên xwe ve tê xwestin ko ev tawankariya hovane pirotesto bikin, û tevbigerin tako piştgiriya çareseriya siyasî bikin, ko bi vê yekê wekû lêvegerê lê bikin û ew tenê dikare tiroristiyê û rêjîma piştgiriya wê dike têk bide, û çavdêrên tiroristiyê ko çi amancên wan bin rê li ber wan bên girtin. Pêdiviya Rewşê bi çareseriyeke navdewletî heye, û ne tenê li tiroristiya rêjîma Esed û tiroristiya rêkxistinên tiroristî û milîtanên tundrew temaşe bikin, ko ew rojane canê sivîlan têk dibin. Aliyên ko ji vê teqînê re plan kirine, amanca wan peydakirina bêserûberiyê...

Komejiyeke bi Sehm li Xanşîxon û Berdewamiya Binpêkirina Peymana Idlibê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî komkujiyek li bajarê Xanşîxon li gundewarê Idlibê ji aliyê hêzên Esed ve li roja înê (15'ê sibatê) hat pêkanîn, û têde neh kesên sivîl, bi piranî jin û zarok in hatin kuştin, piştî topbarankirina taxên nişteciyan bi awayekî rasterast bi rokêt û mûşekan. Ev êrîş tên di çarçoveya kampanyaya zêdegaviyên rêjîmê û milîsên Îranê de bi piştevanîya balafirên Rûsyayê li dijî navçeyên dikevin di nava peymana Idlibê de, bi armanckirina taxên sîvîlan bi mebesta belavkirina teror û ajawegeriyê li deverê . Hevbendî vê komkujiyê şermezar dike û bang li civaka navnetewî dike ku rê bigire li hemberî komkujiyên bêtir, û rêgirtina li pêşiya komkujiyan û dûrkirina metirsiya zêdegaviyên rejîmê li ser deverê. Divê hemû êrîş û binpêkirinên peymanê bêne şermezarkirin, û hemû aliyên gerantor rabin bi çavdêriya rewşa li ser erdê û kar bikin ji bo parastina sivîlan û nehêlana dubarekirina van binpêkirinan. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandin û Agahdariyê 16 reşemeh 2019

Rizgarkirina Welatiyên Sivîl li Idlibê û Hişmendiya Li Hember Zêdegaviyên Rejîmê û Hevalbendên Wê li Dijî Wan Ji Cîhanê Tên Xwestin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Civaka navnetewî berdewama li ser veşartina xwe bi carekî li ser bûyerên li ser erdê û rewşa trajîk ya ji ber topbarana bêserûber û binpêkirina peymana Idlibê, ji aliyê hêzên rejîm û milîsên Îranê bi piştgiriya firokên Rûsyayê. topbarana erdewam ya bêserûber ji aliyê hêzên rejîmê, li roja çarşemê (6ê reşemehê), bû sedema şehîdbûna zarokekî û birîndarbûna hejmarek welatiyên sivîl li bajarê Circinaz, hevdem gundên Xwîn û Zerzûr û Om al-Xalxîl li başûrê Idlibê bi topên hawanê û çekên giran hatin topbarankirin. Ev rewş dê berdewam dike û tawankarî û armanckirina sivîlan berdewam dike, weke tişteke xwezayî, ku ti peymanek nîne, û ti aliyê gerantor yên guhdar bi vê rewşê jî nînin. Encumenên Xwecihiya herdu bajarên û Altmanah û Circinaz ragihandin, ku her du bajar bûne yê felaket bi serê wan hatine, û daxwaza pêşkêşkirina alîkariya lezgîn ji bo piştgiriya bajarokên deverê û pêşkêşkirina alîkariyên oizîşkî û xwarinê ji rêxistinên mafên mirovan kirin. Hevbendiya Niştimanî her êrîşekî yan jî pêngaveka li dijî rêkeftina Soçiyê şermezar dike, û daxwaza şopandina bûyerên ji aliyên gerantorên peymana Idlib û hemû aliyên îmzekirî û civaka navnetewî dike ji bo rêbigirin li hember topbarana sivîlan ya bêserûber ya dibe bi aramanca kuştin û...

Binpêkirineke Nû ji Peymana Idlib re, Rêjîm Kuştareke Nû Derheqê Sivîlên Me’eret Eln’uman Pêk Tîne

Duhî sêşembê 13 sivîl ji nav wan jin û zarok bi sedema topbaranê û mûşekên hêzên rêjîmê û milîtanê Îranî li bajarê Me’eret Eln’uman başûrê Idlibê şehîd ketine. Bêtir ji 20 mûşek û guleyên topan taxên niştecihan û bazara bajêr ya ko karûbarê wê encûmena xwecihî birêve dibe hate amanckirin, di encamê de bi dehan kes ji nav wan jin û zarok birîndar bûne. Binpêkirina peymana Idlibê ranewestiyaye ko berdewam êrîşên xwe dibe ser herêmê û berdewam şehîd dikevin û rojane bajar û bajarok û gundên di peymanê de ne têne amanckirin. Ji civaka navdewletî tête xwestin ko tevbigere û van binpêkirinan rawestîne, û dest ji siyaseta çavgirtinê ji rewşa li ser xakê dibe berde, bi taybetî istiratîciya rêjîmê û hevalbendên wê ya berdewam in di delîvekirina hemî helkeftan ji bo peymanê binpê bike, û zincîra tawankarî û tiroristiyê berdewam bike. Encûmena ewlehiyê û aliyên din yên çavdêrên pirosêsa siyasî berpirsiyar in û gereke têwerdanê bikin ta ko sivîlan rizgar bikin û tawankariyên cengê rawestînin, û biryarên navdewletî yên bi Sûriyê ve têkildar in û di serî de daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 cîbicî bikin. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ofêsa Ragehandinê 30.01.2019  

6 Sal di ser Komkujiya Çemê Qiwêq re Derbas Dibin û Hêjî Kujer Serberdayî ye

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di rojeke wek vê rojê de, di 29'ê meha çilê paşî 2013 de, hûragahiyên komkujiya Çemê Qiwêq ya bi destê hêzên rejîmê dijî sivîl û girtiyên Helebê û gundewarê wê hatibû pêkanîn eşkere bû, ku bii guleyan hatibûn kuştin û paşî termêm wan hatin avêtin di nav ava Çemê Qiwêq de, û li ber pêlên avê ber bi deverên rizgarkirî de çûn. Tîmên Berevaniya Sivîl û çalakvanan 90 term di roja yekem de derxistin, û lêgerîna laşan berdewam kir, û ger û pêlên çem jî berdewam term li ber xwe tanîn, ta hejmara şehîdan li gorî komîteyên belgekirinê gihîşt 220 şehîdan, jin jî di nav wan de bebûn, di heman demê de raportên pizîşkiya dadwerî piştrast kirin ku hin term kelepçekirî û bi cilkên sivîlan hatin dîtin, û di nav wan de cenazeyên pênc jinan jî hatibûn dîtin, ku rastî destdirêjiya sêksî û îşkence û kuştinê hatibûn, herwiha nîşanên îşkenceyê li ser laşên gelek terman xuya bûn. Komkujiya Çemê Qiwêq li Helebê, yek ji komkujiyên tirsnak ên rejîmê ye, yên pê şoreşa gelê Sûriyê her ji sala 2011'an ve armanc kiriye, û ew mînakeke balkêş e li ser riftar û şêwazên hovane yê rejîmê, herwiha dîmenekî rast li...

Daxuyaniya Dawî ya Xula 43yemîn ya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Daxuyaniyek Rojnamevanî Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî xula xwe ya 43yemîn bi deqîqeyek bêdeng û bi xwendina Fatîheyê li ser rihê şehîdên şoreşa Sûriyê lidar xist, bi serokatiya birêz Ebdul Rehman Mistafa Serokê Hevbendiyê di herdu rojên şemî û yekşemê / 12-13.01.2019 de/, ligorî rojev û xişteya kar: Rewşa Hevbendiyê, hebûna wê di hundir de, rewşa siyasî û guhertinên giring, bi taybetî derencamên biryara vekêşana Amerîka, û raportên serokatiyê û yên sekreteriya giştî û yên desteya siyasî, ofîs û komîte, û hikûmeta demî ya Sûriyê, û yekîneya hevrêzkariya piştgiriyê, mijarên herî giring bûn ji aliyê endaman ve di herdu rojan de hatin gengeşe û gotûbêjkirin. Xulê giringiyeke taybet da biryarên desteya siyasî ya derbarê xebata di hundir de, û avakirina çend baregehan li wir, û ev kar wek bingeha bernameya civînê hatibû pejirandin, da bibe bingeh ji bo nûnertiya gel û şoreşa Sûriyê ya di mercên aloz de derbas dibe li ser ava dibe, ku piraniya rapotên pêşkêşkirî û gengeşe li ser vê mijarê bûn. Desteya giştî pêşveçûnên dawiyê yên li Idlib û bandora kiryarên "Heyet Tehrîr el-Şam" û hewldanên wê ji bo kontrolkirina tevahiya navçeyê, û şerê di navbera wê û tabûrên opozisyonê...

Hevbendî Komkujiya Hevpeymanê Li Elşeefe Protesto Dike Û Daxwazê Bi Vekolîneke Giştî Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Duhî pêncşembê di êrîşên Hevpeymana navdewletî yên li ser bajarê Elşeefa li gundewarê Dêra Zorê13 kesên sivîl piraniya wan zarok şehîd ketine. Ew êrîş ji hewildanên hevpeymana navdewletî ne ko bermayên rêkxistina Daiş li Sûriyê berî vekêşana Emerîkî bidawî bikin, ji ber wê hêzên hevpeymanê êrîşên xwe gûr kirine. Hevbendî pirotestokirina vê komkujiyê tîne ziman û ji hemû amanckirinê ko sivîlan didin kujtin, got ew hemû behaneyên pêkanîna van komkujiyan red dike, û tekez dike ko giring e vekolîneke tekûz û giştî di hemû operasiyonên hevpeymana navdewletî de çêbibe û berpirsiyarên wan komkujiyan lêpirsîn digel wana bibe û yên ziyan li wan hatiye beraberê wê nirxê têkçûnê bigehê wan. Divê Operasiyonên vê dema hestiyar yên ko herêmên rêkxistina Daiş hûrbîn bin neyê pejirandin ko sivîl buhayê lezkirina wan bidin ko jiyana xelkê wisa arzan dikin û gerek hevpeymana navdewletî bi hemû aliyên xwe ve berpirsiyariya tekûz ya kuştina sivîlan hilgirin. Hevbendî rewşa tevgerên hevpeymana navdewletî li Sûriyê dişopîne û artêşa Sûrî ya azad bi hevrêzkariyê digel aliyê Tirkî pilanan dikin bo nehêlin tiştê ne li ser balê çêbibin û çi pêşveçûnên neyênî yên valahiya ko hêzên Emerîkî li pey xwe li Sûriyê bihêlin, bi taybetî gava bê hevrêzkarî...

Sosret li Zindana Seydnaya Berdewam in

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hêj bi hezaran xortên Sûrî yên dilsozên welatê xwe bi rengek hovane li ser destê Esed tên dardakirin, di çarçoveya tawankariyên cengê û tawankariyên lidijî mirovîniyê, yên rêjîm li hindirê zindana Seydnaya bêrawestan pêktîne. Hişyariyên berdewam ko me di heyvên bûrî de dan, bi vekolîneke rojnamevanî ya rojnameya Waşinton post belev kir tekez bûn, û aşkere kir ko dardakirin di wê zindanê de bêtir bûye, û salixê sosret û tawankarî û binpêkirinên ji 2011ê ve berdewam in da, û me dîdevanî û belgeh bi wan pêşkêş kirine. Rêjîm wê di van tawankarî û pilanan de berdewam be, tako tirsê di dilê sivîlan de biçîne û nuhok û paşeroja wan bikuje, eger gefin jidil lê nebin, û kes tune be rê li ber wî bigire, û giring e hemû alî yên kartêker di civaka navdewletî de pê rabin. Bi hezaran malbatên Sûrî ji çend salan ve di tirs û nîgeraniya berdewam de dijîn, derbarê çarenivîsa zarokên xwe, û ew li benda helwesteke erênî ji civaka navdewletî ne, an têwerdaneke kartêker ko dadweriyê pêk bîne. Rêjîm û hevalbendên wê dixwezin berdewam bin di pêngav û tawankariyên rêbazkirî de, ko amanca wan têkbirina çareseriya siyasî ye, û demjimêrê bipaş ve vegerînin,...

Êrîşên li Ser Bakurê Helebê Karin Terorîstî yên bi Armanca Belavkirina Tevlîheviyê ne

Daxuyaneke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî zincîra teqînên terorîstî yên li dijî bajar û bajarokên Izaz, Bab û Elrahî li bakurê Helebê şermezar dike, ku bûne sedema şehîdbûna 5 kesan, di nav de zarok, û bi dehan kes birîndar kirin, û tevî wêraniyeke mezin li mal û milkên xelkê. Yek ji teqînan li nêzîkî ofîsa encumena parêzgeha Helebê li bajarê Izaz û ofîsa navenda hikûmeta demkî ya Sûrîyê, di dema bestina civata encumena wezîran hat pêkanîn, ku polîsên azad karîn bombeyekê bi motorsîklekî ve vedayî ji kar bixin. Ev teqînên terorîstî û tawankarî, xwezaya hêzên terorîst nîşan didin, ji bo belavkirina tevliheviyê, ku çi alternatîfekî nabînin ji bilî belavkirina tirs û têkbirina ewlehî û aramiyê li van deverên ku sîvîl têde hatine parastin. Vîna xelkê Sûrî dê berdewam be ji bo bidestanîna azadî û dadweriyê û sizakirina hemû tawanbaran, û ti kes nikare riya şoreşê ji armancên wê yên ji bo bidawîkirina rejîma zordar û sûcdar biguherîne. Tawankarî li dijî xelkê Sûrîyê berdewam e, û ji civaka navnetewî tê xwestin ku bi berpirsiyariya xwe ya ji bo parastina ewlehiyê û bicihkirina biryarên navnetewî rabe, ji ber ku ev yek takerê ye ji bo ku xelkê Sûriyê bikaribin ji bo welatê xwe aştiyê...

Rêjîm û Hevalbendên wê Bêtir Peymana Idlibê Binpê Dikin û Sivîlan Amanc Dikin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Êrîşên rêjîmê û milîtanên tirorist yên Îranî li ser herêmên gundewarê Idlib yê başûr û hemû herêmên agirbestê rojane çêdibin, çi bi firokan be an bi top û şeşberên giran be, û di encamê de pir şehîd û birîndar di nav sivîlan de ketin. Îro rêjîmê bajarokê Circinaz û Elteh bombebaran kirin, di encamê de wêraniyeke mezin di mal û milkên xelkên sivîl de çêbû, piştî ku bi dehhezaran xelk derketin kampên demkî yên li nav zeviyên derdorê bajarokan ji ber bombebaranê. Hevbendiya Niştimanî van binpêkirin û tawankariyan pirotesto dike, û dibêje ku divê hemû aliyên navdewletî berpirs bin di ber cîbicîkirina vê peymanê de, û ji wan xwest ko pêvajoya siyasî bipêşve bibin, û zanibin ku amanckirina peymana Idlibê lîstika bi agir e, û alayên artêşa azad ji bo berevanî û parastina sivîlan çêbûne û herdem ew amade ne. Hevbendî tekez dike ko cîbicîkirina peymana Idlibê erk e li ser milê hemû aliyên têkildar, û derfet ji piştguhkirinê re nîn e, tako nehêlin bobelateke mirovî çêbibe, û ev ji civaka navdewletî tê xwestin ko ji dil tevbigere tako fişarê bide ser rêjîmê û hevalbendên wê, û kar bibe bo pirosesa siyasî bipêş ve bibin, û pêvajoya Cinêvê...

Page 74 of 137 1 73 74 75 137

Nûçeyên Dawî