Daxwiyanî

Hevbendî Cejna Newrozê Li Gelê Sûriyê Pîroz Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, pîrozbahiya pêşkêş dike ji bo hemû welatiyên Sûriyê û bi taybetî kurdên Sûriyê, herweha li Gelê Kurd li seranserê cîhanê, bi helkefta Cejna Newroz, cejna azadî, aştî, û rizgariya ji stem û zordariyê, ku heman armanc û daxwazên yên xelkê Sûriyê ji bo bidestveanîna wan hewldanan dikin ji neh salan ve bi riya şoreşa rûmet û azadiyê. Têkoşîna gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhatên xwe ve, bi Kurd, Ereb, Turkmen, Aşûrî û Siryan û yên din jî wê berdewam be ji bo pêxema welatekî azad û têde mafên siyasî, civakî, çandî û olî yên hemû pêkhatiyan misoger bibe, û pirrengiya û cudahiyên xwe biparêze jî, û parastina kelepûra şaristaniyê bi erkê mirovî bipejrîne ku nabe xemsarî li hember bibe. Îro divê hewldanên zêdetir terxan bikin ji riya rast ji ezmûn û zehmetiyên wergirin, buhayê ji bo azadî û demokrasiyê didin, û têkoşîna li dijî zordarî, teror û tundrewiyê û îdeolojiyên şaş û teng bi hemî terzên xwe ve, li bîra me tîne ku qedera me hevbeş e, û amancên me yek in, û ku têkoşîna ji bo parastina mafên hevparên welat tenê takeriya ji bo parastina mafên me. Newroza hêviyê me...

Şoreşa Sûrî Ya Mezin Nû Dibe Di Heştem Bîranîna Xwe De

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Destpêka şoreşê ji sembola wê Der'ayê destpê kir, roja şehîdê yekem, roja ku gelê Sûriyê bi hemû netewên xwe ve dîwarên tirsê şikandin û daxwaza azadî, rûmet û dadmendiyê kirin: weke mafekî xwezayî li dijî rejîma takalî û zordar. Ew roja serbilindiya Sûriyê ye, roja hatina şoreşa rûmet û azadiyê ji Der'ayê dergûşa şoreşa sûrî, roja dakokiya Sûrî ya ji bo bidestxistina mafên xwezayî, û avakirina alternatîveke piralî û dewleta maf û dad û wekheviyê. Adar hevdem meha têkoşîneke dirêj bû ji aliyê gel ve bi dehên salan, û têde bi hezaran hatine şehîd û girtin û sirgon kirin, ew werçarxaneke dîrokî ji têkoşîna efsaneyî ya aştiyane li hember hêzên stem û terorê yên bi kîn yên rejîma Esed, bîranîna destpêka xetîra têkoşînê ye ya ku li hemû bajar, navçe û gundên Sûriyê belav bû, û têde mezintirîn destanên qeremaniyê bi dirêjiya heşt salan hatin tomar kirin. Lehingên Dar'a û Homs, û hemû gelê Sûriyê, peymana xwe bi şoreşa xwe di her firsendekî de nû dikin, û berdewamiya şoreşa xwe dupat dikin, ku Sûriyê dê dîsa di bin nîrê zordarî, û koletiyê rizgar bibe, û ku Horan sembola şoreşê ye, û dê faktoreke çalak be ji bo bidawîkirina...

Hevbendî Êrîşa Li New Zeland Çêbûye Pirotesto Dike û Daxwaza Parastina Penaberan Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê tawankariya tiroristî ya tiroristên tundrew li du mizgeftan li bajarê Kirayist Tişîrîş li New Zeland pêk anîne pirotesto dike. Hevbendî sersaxiya malbatên qurbaniyan dike û bi taybetî malbatên Sûrî yên penaber yên ko kurên wan bi sedema êrîşa hovane jiyana xwe jidest dane, û tekez dike ko di van kêlîkên aloz de ew li rex wan in, û daxwaz dike ko parastina wan bêtir bibe. Ev bûyera ko kuştareke mezin pêk aniye metirsiya gotara hevrikî û kînê li dijî yên din diyar dike, her weha dide zanîn ko tiroristî ol û reng û mezheb jê re nîn e, û giring e peyketina hemû îdyolociyên ko dihêlin tiroristî belav bibe bête kirin, û kar ji bo zuhakirina jêderên wan bibe, û bi taybetî ramanên milî û nijadperestî yên tundrew. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Birêveberiya Mîdya û Ragehandinê 15.03.2019

Gurkirina Şer Dijî Idlibê Binpêkirin e ji Peymanê re û Hewldan e ji bo Wendakirina Dengê Konferansa Brukselê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Her kes dizane ku êrîş û tawan û binpêkirinên rejîmê berdewam in, her ji imzekirina peymana navçeya bêçek de, ku rejîm her ji sala 2011'an ve bi ti peyman û biryarên navnetewî pabend nebûye. Zêdekirina şer niha û êrîşên bi fosfora şewatkar binpêkirin e ji peymanê re, herwiha ku hewldaneke ji bo wendakirina dengê konferansa Brukselê, ku rejîm û hevalbendên xwe bi her awayekî hewl didin ji bo fişaran li ser zêde bikin û wê jinav bibin. Plana niha ya rêjîmê û hevalbendên wê bi awayekî sereke li ser cîbicîkirina kampanyayên berdewam û pêkanîna komkujî û tawanên şer avakirî ye, ji bo rê li ber çareseriya siyasî bigire û hewldanên navnetewî yên ber bi çareseriyê asteng bikin. Êrîşên dawiyê bûne sedema ketina hejmarek şehîd û birîndaran, û wêrankirina bajarokê Altmanah û yê Alhbit û gundê Elsalihiyê û bajarê Sermîn yê bi bombeyên deaktîv hatibû topbarankirin, tevlî deverên din li gundewarê Idlib û Hemayê. Pêwîstiya van bûyerên nû bi helwestên cidî heye, û bi taybetî ji aliyê dewletên gerantor, her weha berdewamiya tawanan li dijî gelê Sûriyê û topbarana berdewam li ser deverên sivîlan û binpêkirina rêkeftinan, careke din civaka navdewletî datîne ber berpirsiyariyên wê, nemaze derbarê parastina aştî...

Hevbendî Destxweşiyê li Lehengên Der’ayê Dike û Pesnê Xebat û Berxwedana Wan Dide

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, desxweşiyê li serhildêrên Der'a dike, û xebat û xwepêşandanên wan bi bilindî dinerxîne, û piştgiriya xwe ya tekûz ji xebata wan re li dijî organên zordar yên rejîmê piştrast dike. Lehengên Horan peymana xwe bi daxwazên şoreşê di heştemîn salvegera wê de nû kir, bi dupatkirina dilsoziya xwe bi qurbaniyên gelê Sûriyê re, ku rejîma bêrewa nikare xwe li ser wijdana sûriyên azadîxwaz bisepîne. Têkoşîna gelê Sûrî li dijî zorkarî û zulmê erkekî neteweyî ye, û xelkê Sûriyê dê berdewam bimînin di têkoşîna xwe de bi her awayên berdest heta avakirina dewleteke sivîl û demokrat a di şaristaniya mirovî de beşdar bibe, û red bike bibe modêlek ji tundutîjî û tepeserî û tawankariyê û arzankirina rûmet û jiyana welatiyan, û red bike bibe çavkaniya berhemhênan û hinartina terorîzmê. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 10 adar 2019

Daxuyaniya Dumahî ya Rola 44ê ya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Bi xuleke bêdengî û bi xwendina Fatîheyê li ser rawanê şehêdên şoreşa Sûriyê, desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê rola xwe ya 44ê roja şemî û yekşemê 09 û 10 adarê dest pê kir. Serokê Hevbendiya Niştimanî mamoste Ebdilrehman Mistefa di gotina xwe de silav bo gelê Sûriyê di heştemîn bîranîna şoreşa Sûriyê de şandin, û tekez kir ko miletê me sûr e li ser bidestxistina mafê xwe yê azadî û rûmetê di rêya sîstemeke piralî, sivîl û dîmuqrat re, her weha pîrozbahiya jina Sûrî bo Roja Cîhanî ya Jinê kir, û li ser rola wê ya berçav û xweragirî û qurbaniyên wê axivî. - Civînê bi gengeşeya bendên lîsteya kar dest pê kir, piştî ko hate pesend kirin, destpêk bi raporta serokê Hevbendiyê û desteya serokatiyê bû, ya ko çalakiyên corbicor û karên ko di du heyvên bûrî de pêk hatine diyar kirin, her weha raporta emîndarê giştî, ya ko bal kişand ser amadekirina cihê Hevbendiyê li hundir, ta di demeke nêzîk de bi fermî bête vekirin, û giringiya hebûna serpereştên Hevbendiyê li wir , û amadekariyên jê re dibin. - Desteyê raportên birêveberiyan û yên komîtan gengeşe kirin, û tekezî li...

Rêz û Silav bo Jin û Diyên Sûrî di Roja Wan ya Cîhanî de

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, pîrozbahiya miletê Sûrî di Roja Cîhanî ya Jinê de dike, û bizavên ko jina Sûrî di warên corbicor de kirine bibîr tîne, di riya dilsozî û deyaxek mezin re ko bandor li xweragiriya me kiriye. Û erkê me ye ko em li rex xuşkên xwe di hemû biwaran de rawestin, û em tev de têbigehên ku di vê şoreşê de em şirîkên hevûdu ne, û emê xebata xwe milbimil pev re bighînin serî, em bawer in ko şirîkatiya jinê di şoreş û karê siyasî de wekû mafekî hatiye, ko wê bi karîn û şiyanên xwe bi dest xistiye, û hêj xuşk û dêyên me yên Sûrî qelenê azadiya Sûriyê didin, û zarokên xwe ji bo welatekî azad gorî didin. Di vê helkeftê de em silavên xwe ji hemû çalakvanên jin û mêr û alîgiran re dişînin, yên ko vê rojê vedijînin, û moralên bihêzkirina kar bilind dikin, û kampanî û çalakiyan li paytextên corbicor bo piştgiriya jinên girtî lidar dixin… ji bo jina Sûrî ya koçber… ya derbider.. ya dorpêçkirî, jina Sûrî ya şehîd ketiye… û ji civaka navdewletî daxwaz dikin ko dadweriyê bo miletê Sûrî misoger bikin, û piştgiriya...

Raporta Rêkxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî Pêngaveke ber bi Sizakirina Berpirsiyaran û Nehêlana Çêbûna Tawankariyên Bêtir e

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê xweşhaliya xwe bi encamên raporta rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî ya dawî da, û daxwaz ji encûmena ewlehiyê û dewletên xwedan bandor kir ko li gora encaman tev bigerin, û pêngavên pêdivî bavêjin ji bo aliyê berpirsiyar siza bikin, wek pabendiyê bi biryarên xwe yên dibêjin emê bersivê bidin eger careke din çekên kîmawî hatin bikaranîn. Hîna ji rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî tête xwestin, li gora wilayeta wê ya nû ko vê dawiyê karê wê firehtir bûye, aliyê berpirsiyar di ber êrîşan de destnîşan bike, û karê wê netenê tekezkirina bikaranîn an bikarneanîna çekên kîmawî be. Hevbendiya Niştimanî dîsa tekeziyê li ser giringiya piştgiriya karê rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî dike, û vekolîna di hemû bûyeran de dabîn bibe, û hevkariyê digel rêkxistinên mafnasiyê bike, yên Sûrî yên ko vekolîn di gelek kêşeyan de kirine ku rêkxistinên navdewletî di wan de kar nekirine, û berdewamkirina vekolînê tako aliyê berpirsiyar aşkere bibe, di pey re dadwerî derbatrê şehîd û birîndaran misoger bibe, û berpirsiyarên vê tawankariyê û yên din siza bikin, û nehêlin tawankariyên nû derheqê miletê Sûrî de çêbibin, çi bi çekên kîmawî an bi çekên din be. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên...

112 Şehîd di Heyama Mehekê ji Encama Tawanên Rejîm û Hevalbendên wê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Ji roja yekem ya Şoreşa Sûriyê û heta niha welatiyên sivîl armancên sereke ne ji rejîma Esed û hevalbendên wê û piştevanên wan re, ji bo ku armancên xwe bicih neynin, û parastina toreya sitemkarî û tawankariyê û gerantiya berdewamiya destkeftên hejmareke kêm ji tawanker û alîgirên wan û hiştina Sûriyê wek navend û kaniya tûndî û belavbûna teror û tevliheviyê li deverê. Rejîma Esed tevahiya destpêşxêriyan red kirin, û pabendî ti rêkeftin û biryareke navdewletî girêdayî rewşa Sûriyê nebû, çi biryarên girêdayî agirbestê yan yên girêdayî çareseriya siyasî. Di heyama hemû salên şoreşê de piraniya şehîd û birîndaran ji encama tawanên şer yên rasterast û projeyên cînosayd û koçberkirina bi zorê bûne qurbanî, li beramber hin rewşên çekdar û leşkerî. Serjimêrî û raportên belgekirî tekez dikin ku sivîl qurbaniyên topbarana rejîmê ne,û mal û xanî têne armanckirin, û ev yek rêjeya şehîdan di nava zarok û jinan de di dema derbasbûyî de ji encama topbarana Idlibê eşkere dike. Di meha Sibata derbasbûyî de tenê şehîdbûna 112 sivîl ku 28 ji wan zarok û 26 jin in hatiye belgehkirin, herwiha 223 birîndar ji encama armanckirina rejîm û hevalbendên wê ji tevahiya deverên Idlib û Gundewarê Hemayê re, herwiha...

Hejmarek Zarok li Me’eret Eln’uman bi Sedema Bombebarana Rêjîmê Şehîd Ketin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Bi sedema topbarana rêjîmê duhî li ser bajarê Me’eret Eln’uman, hin zarok û jin şehîd ketin. Topbaran gihişt herêmên corbicor ji gundewarê Idlib û Hemayê. Raport tekez dikin ko mûşekên teqîntund bikar anîne. Ji dema peymana Sotşî hatiye imzekirin bombebaran ranewestiyaye, şehîd û birîndar hene û wêraniyeke rojane li herêmê pêk tê. Rêjîm û hevalbendên wê dixwazin rewş germ û bêserûber bimîne. Amanckirina bi mebest û berdewam bo sivîlan û pêkanîna komkujiyan derheqê wan, alîkariyê dike ko fişar li ser rêkxistina Desteyê kêm bibe, û guman libal me nîn e kontrolkirina rêkxistina Desteyê ya gelek herêman li Idlibê li ser hesabê alayên şoreşê yên din pilana rêjîmê ye û di berjewendiya wê de ye. Sivîl ew aliyên têkçûyînê di van tiraziyên tunekirinê de û ji bihevguherîna rolan di navbera komek aliyên tirorist de ko berjewendiyên wan tevlihev in, rêjîm û yên piştgiriya wê dikin ji aliyekî ve û ji aliyê din Desteya tehrîr elşam. Em tiştekî ko nikare bike ji civaka navdewletî naxwazin, lihevkirinek li ser çareseriya siyasî li Sûriyê heye, ev pêvajo divê piştgitiya wê bibe û bigehînin dawiya wê û ew bi biryara navdewletî ya hejmar 2254ê ve girêdayî ye, ev pêvajo bi tenê ya dikare...

Page 73 of 137 1 72 73 74 137

Nûçeyên Dawî