Hevbendî Daxwaza Bizaveke Bilez ji Civaka Navnetewî ji bo Parastina Sivîlên Idlibê Dike
Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di çend demjimêrên borî de, ji aliyê hêzên rejîmê zincîrek ji êrîş û binpêkirinan ji peymana Idlibê re hatin pêkanîn, bi topbarankirina gund û bajarokên deşta Idlib û Hemayê, ku herî kêm heft kes hatin kuştin bi piranî jin û zarok bûn, û birîndarbûna hejmareke din ku hin ji wan bi giranî birîndar bûne ji encama topbarana gundê "Um Celal" yê bi ser bajarê Altmanah ve. Îro, piştî salên bombebaran û kuştin, û koçberiya bi darê zorê ya li ser destê hêzên rejîmê û alîgirên wê, û li pêşberî hewlên berdewam ji bo rijandina xwîna jin û zarok û sivîlan, hevdem digel bêdengiya bi temamî ya civaka navnetewî û neamadebûna li hember bûyerên li ser erdê û rastiya trajîk ya dibe ji encama bombebarana ji hêla hêzên rejîmê û mîlîsên Îranî ve û bi piştgiriya balafirên Rûsyayê û binpêkirina peymana Idlibê. Hevbendî dubare her êrîşeke berevajî peymana Idlibê şermezar dike, û herwiha hemû aliyên civaka navnetewî berpirsiyar dibîne li hemberî pêkanîna ewlehiya sivîlan, û tekeziyê li ser pêwîstiya çalakiyek bilez ji bo rizgarkirina jin û zarokên Idlibê dike, û rê bigire li ber ketina şehîdên zêdetir bêyî ti behaneyê, bi taybetî jî ku armancên rejîmê û hevalbendên wê...