Daxwiyanî

Hevbendî Şehîdbûna Qehreman Ebdilbasit Elsarût Radigehîne

Daxuyaniyeke Sersaxiyê Hevbendiya Niştimanî şehîdbûna qeremanê şoreşger Ebdilbasit Elsarût yê ko li aniya şer bo paşxistina dijminkariya li ser Hemayê radigehîne. Elsarût ji şoreşgerên pêşîn bû yên şoreşa aştiyê yên ko li meydanên xwepêşindan û mangirtinan de xweragir bûn, ji Humsa paytexta şoreşê ye, ji yên ko bi hemû hêza xwe berevanî dikir û sirûdbêjê şoreşê bû. Gelek caran peyketina wî dibû û ji hêla rêjîmê ve amanckirî bû, evro şehîd ket û tevlî karwanê şehîdên rûmetê bû. Bi berdewamiya rêka azadiyê me gelek simbolên şoreşa xwe winda kirine… diçin lê em her sûr in, her şehîdekî û her girtiyekî û her birîndarekî û çi xwîna ko dirije û her qurbaniyek bo azadiya Sûriyê; me bêtir bihêz û sûr dike ko em berdewam bimînin, û sûrbûna me li ser tekoşînê bêtir dibe. Di nameya cangorîbûnê de em amanca şoreşê ya bingehîn bibîr tînin, ya ko şehîdê qehreman ji bo wê tekoşîn kir, û digel wî hemû pakrewanên şoreşa hêja ya bi amanca azadî û dadwerî û wekheviyê. Evro em yek ji rastirîn simbolên şoreşê binax dikin, rawestana wî ligel şoreşê neguhêr bû ew dê bimîne nimûneyek ji mirovên Sûrî yên azad ên dilêrên şoreşê re. Miletê Sûrî aştiyane û çekdar...

Derbarê Êrîşa Terorîstî li Bajarê Izazê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, êrîşa terorîstî ya doh bi şev li ser bajarê Izazê li bakurê Helebê ya bûye sedema şehîdbûna 21 welatiyên sivîl şermezar dike. Ev êrîşa plankirî ya bi otomobîleke bombekirî, wek heman teqînên têne pêkanîn ji aliyê rêxistinên terrorist in, û herwiha careke din rastiya şerê gelê Sûriyê li dijî terorê û aliyên piştîvanên wê eşkere dike. Ev êrîş û êrîşên mîna wê tên bi awayekî rasterast ji encamê projeyê terorê yê bi sponseriya alîgirên rejîmê dibe li hemberî hêzên şoreşê û opozisyona sûrî, û ji bo têkbirina asayîş û aramiya li deverên rizgarkirî. Tê xwestin ku Civaka Navnetewî vê tawanê û aliyên encamder şermezar bike, û divê bizanibe ku ev cure ji terorîzma reş ji ber têkşikestina aliyê navnetewî dibe , ji ber ew nikare çareseriya siyasî bisepîne, û neçariya wê li hember piştgiriya mafên rewa yên gelê Sûriyê. Divê cîhan careke din bi her awayeke guncayî kar bike ji bo rizgarkirina sivîlên Sûriyê û rê li ber terorîzmê û amûrên wê yên cuda bigire, û em ji polîs û artêşa niştimanî dixwazin ku tedbîrên astêtir bistînin û bi haydarî amadekarîyan bistînin ji bo rê li pêşiya êrîşan bigirin di...

Ji Civaka Navdewletî Tê Xwestin Mîkanîzmên Rawestandina Komkujiyên Rêjîmê û Rûsya Peyda Bike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di demjimêrên bûrî de hêzên rêjîma Esed û firokên dagîrkerên rûsî û milîtanên îranî 4 komkujî li Idlib û Helebê pêk anîne, û bombebaranê 35 bajar û bajarok amanc kirine. Hejmara şehîd û birîndaran her diçe zêde dibe, serjimara destpêkî giha 26 şehîdan piraniya wan jin û zarok in, û 70 kes birîndar bûne. Tîmên berevaniya sivîl û tîmên bijîşkî di dijwartirîn rewşê de kar dikin çimkî di bombebaranê de yekser ew amanckirî ne, çimkî xalên bijîşkî û nexweşxane ji destpêka şerê rêjîmê li ser miletê Sûrî amanckirina wan sereke ye. Ji aliyên civaka navdewletî û rêkxistinên navdewletî tê xwestin ko mîkanîzmeke guncaw bibînin ji bo rawestandina komkujiya berdewam, piştî ko şêweyên berê çi sûde nedan di warê nehêlana kujtin û tawankariyên derheqê miletê Sûrî de çêdibin, mijara ko sozên rêkxistinan bo hilgirtina berpirsiyarên wan bo parastina aştî û ewlehiya navdewletî têk çû, û hişt ko ev dezgeha neçar dimîne hember çareserikirina nakokî û milmilaneyên cîhanê, wek dezgeheke mirî bête dîtin . Ji aliyên kartêker yên civaka navdewletî tê xwestin ko bi berpirsiyariyên xwe rabin, û bilez biryarên ji encûmena ewlehiyê derketine cîbicî bikin, û kar bikin bo agirbestê feriz bikin û rêjîmê bi daxwazên çareseriya siyasî pabend...

Rejîm û Hevalbendên xwe Hemû Cureyên Tawanan bi Çekên Qedexekirî Bê ku Tiştek wan Rawestîne Pêk Tînin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Pêşhatên niha li ser erdê û hemû pevçûnên rojane li ser eniyên cuda, tên di bin navûnîşana berdewamiya tawanan ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê ve, ku Kampanya li dijî Xanşîxon û gundewarên başûrê Idlib û bakurê Hema, nûtirîn tawan in li jêr vê navûnîşanê dibin, ku bajar û derdora wî rastî kampaniya şewitandin, wêrankirin, qirkirin û tinekirinê dibe. Bombeyên balafirên Rûsya û bermîlên teqîner yên helîkopterên rejîmê, û bombeyên fosfora spî û bombeyên topxaneyan li ser bajar û bajarokan dibarin, û hemû tiştên qedexe û tewankarî li gor yasa navnetewî niha li dijî welatiyên sivîl li wan deveran tên bikaranîn. Di şeva bûrî de ji ber agirê bombeyên fosfora spî ya qedexekirî, zêdetir ji 2,000 hektarên çandiniyê ji zeviyên başûrî deşta Idlibê şewitî. Herweha kampanya niha dibe; biryarên navnetewî û peymanên derbarê deverê binpê dike, û divê ev bûyer bilez ji bo Konseya Ewlekariyê ya NY bêne pêşkêşkirin, û tekeziyê li ser ku her aliyekî sûcdar barê berpirsyariya xwe hilgire bikin. Divê Netewên Yekbûyî biryarên pratîk bistîne ji bo rawestandina kuştin, wêrankirin û koçberiya bi darê zorê, û gerek e bê naskirin ku ev biryar û yasa ji ber xwe ve bicih nabin. Divê NY û endamên...

Ji Civaka Navdewletî Tê Xwestin ko Komkujiya Elme’ra Pirotesto Bike û Êrîşa li ser Idlibê Rawestîne

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Şeva bûrî li bajarê Me’ret Eln’man Komkujiyeke mezin çêbû di encamê de 11 şehîd û bêtir ji 20 kesan birîndar ketin, bi sedema bombebaraneke asmanî ko bazareke gelêrî di şeveke remezanê de hate amanckirin. Komkujî yek ji pêvajoya êrîşa har ya ko hêzên rêjîmê û dagîrkerên Rûsî û milîtanên Îranî li gundewarê Hema û Idlibê pêk tînin, ko ev binpêkirina hevpeymana bi herêmê ve têkildar e. Hejmareke jin û zarok bûn qurbaniyên vê komkujiyê û pêzanîn tekez dikin ko firokan cih di demeke awarte de amanc kirin, bombeyên boşiyê bikar anîne, tîmên berevaniya sivîl gelek alozî dîtine di heman dema ko xwestine qurbaniyan ji bin wêraniyê rizgar bikin. Miletê Sûrî berdewam e di dana qelen de di heman çaxê ko civaka navdewletî çavê xwe ji van bobelatên derheqê sivîlan de çîdibin digire, ew tawankariyeke cengê û dijî mirovîniyê ye. Erkê me ye ko em civaka navdewletî têkin pêşberî berpirsiyariyên wê beraber parastina aştiyê û peydakirina jiyaneke aram, em tekeziyê li ser rola wê ya kartêker dikin, eger bixwaze vê êrîşa har rawestîne, û ber bi ferzkirina çareseriyeke li gora biryarên navdewletî biçe, û ev ya ko em daxwaz dikin û giring e bilez cîbicî bibe. Hevbendiya Niştimanî ya...

Ramangîrê Sûrî yê Mezin Teyib Tezînî Koça Dawî Kir

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Sûriya û cîhana Erebî bejneke bilind û feylesûfekî nûjenîxwaz jidest da, bizavek mezin kir da pencemuhra xwe ya taybet di warê raman û zanînê de bihêle, herweha di warê dîsa-şêwekirina zemîneke dîrokî û zanistî bo dariştin û avakirina pirojeyê geşepêdanê yê milî , yê ji hindirê mirov dertê û li ser şaristaniya gerdûnî vekirî ye kar kir. Bizava wî ne tenê di vê biwara zindîdar de bû, lê herdem rola wî di biwara rexneya rêjîma tekrew a gendel û dewleta ewlehiya têkçûyî ya ko rêjîma mezhebperest ew avakiriye hebû, û gava şoreşa Sûriyê dest pê kir dîsa xwe neda paş û sala 2011ê beşdarî di xwepêşindanan de kir, bo berdana girtiyan lêdan xwar û riswa bû û hat girtin, lê bizava xwe bo guherîna ji kokê ve kir, û kar bo avakirina dewleteke sivîl ya dîmuqratî û berdewam kir, da nerîna xwe diyar bike û li rêkê serkeftina şoreşa Sûriyê di nav zeviya mayûnan de û di nav metirsiya ko gefê li welat û yekîtiya civak û cografya wî dixwe xebitî. Tev li gefan û hewildanên bêdengkirina evî dengê xuya û bibandor li ser nifşên peyapey, û ji qenciya wî bû jî ko wan di zanîngehên Sûrî û...

Êrîşî Rejîmê û Rûsya û Îranê li ser Gundewarê Hema û Idlibê Dijminkarî û Tawaneke Şer e Hemû Peymanan Binpê Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di çend rojên borî de, bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn ji encamê êrîşên tund yên ji aliyê hêzên rejîmê bi piştgirîya balafirên Rûsya û milîsên Îranê li ser bajar, bajarok û gundên deşta Hema û Idlibê, û taxên şêniyan bi awayekî rasterast têne armanckirin ji aliyê balafirên Rûsya û topbarana hêzên rejîmê, ku bûne sedema jikarxistina 4 nexweşxaneyan, û çend bajarok jî bi carekî hatine wêrankirin, ligel armanckirina çend kamp û rêyên sereke. Êrîş ji çend rojan ve berdewam in, û bi kêmî bûne sedema koçberbûna 300 hezar kesî, û yekem roja meha Remezanê bikaranî ji bo zêdekirina kuştin û derbideriyê ya ku dibe dijminkariyeke eşkere, û hemû rêkeftin û biryaran binpê dike û hewldaneke nû ye ji bo bidawîkirina çareseriya siyasî û sepandina yekalîkirina leşkerî ya terorîstî bi rêya tepeserkirina gelê Sûriyê. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, hişyariyê dide ji encamên vê zêdegaviyê û hevdem ji Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî û Rêxistina Navnetewî dixwaze ku bi berpirsyariyên xwe li rabin hember tiştên diqewimin, û planên ji aliyê rêjîmê û welatên dijminê gelê sûriyê. Hevbendî cext dike ku divê dewletên sponserên çareseriya siyasî û gerantorên peymana Idlibê binberpirsiyariyên xwe rabin li hember...

Kampanya li ser Gundewarê Hemayê Projeyekî Koçberkirineke Girseyî ye Pêdivî bi Destêwerdaneke Navnetewî Heye

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hêzên rejîmê, bi piştgiriya balafirên dagîrkariya Rûsî û milîsên Îranê her ji duh êvarê (duşemê 29 nîsanê) dest bi êrîşekê li dijî deverên deşta bakur-rojavayê Hamayê kiriye, bi topbarankirina bajar û bajarokên Al-Lataminah û Alhbit û Kafr Zita û Qel'et Almidîq, tevî bi dehan gund û bajarokên din. Ji aliyê çalakvan û tîmên parastina sîvîl ve hat diyaririn ku dever bi zêdetir ji 375 top û mûşekan hat armackirin, ji bilî nêzîkî 30 êrîşên asîmanî li ser taxên welatiyên sivîl û rêyên giştî yên di navbera gund û bajarokan de. Di vê Kampanya leşkerî de gelek şehîd û birîndar ketin di Kefrenbaudh û Al-Lataminah de, ku ev di rastiya xwe de pêvajoyeke koçberiya girseyî ye, ku hemû xelkên bajarê Kefrenbaudh bi neçarî ji ber topbaranê derbider bûn, tevî koçberkirina bi hezaran ji niştecîhên bajarokê Qel'et Almidiq û bajarokên din, ku bû sedema peydabûna pêleka kocberiya ber bi bakur de. Destêwerdaneke bilez ji civaka navnetewî tê xwestin ji bo rewş aloztir nebe, û divê kar bibe ji bo spandina fişaran ji bo rawestandina vê kampanya tewankarî ya bi awayekî serekî li dijî welatiyên sivîl û valakirina deverên wan e. Êrîşa duh, êrîşek ji êrîşên berdewam e yên bê rawestan...

Aşopên Rûsya li Sûriyê Pêk Nehatin û Pêk Nayên

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekeziyê li ser helwesta xwe ya herdemî himber rêjîmê û giringiya jihevxistin û ruxandina wê dike, û yên ko destê wan bi xwîna miletê Sûrî bûye ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî bêne şandin, û anî ziman ko ev giringî li gora mafdana biryarên navdewletî yên ji Encûmena Ewlehiyê derçûne. Di vê derbarê de Hevbendî daxuyaniyên serokê Rûsya Viladîmêr Potîn red dike, û tekez dike ko miletê Sûrî bi hemû alavan di Şoreşa xwe de berdewam e, û heta amancên xwe pêk neyine ranaweste, bi taybetî ku miletê Sûrî di salên bûrî de di rûyê rêjîmê û yên piştgiriya wê dikin Rûs û Îraniyan xwe ragir bû, tevlî tawankarî û tiroristî û koçkirina sivîlan. Rêjîmê bi dirêjahiya pêncî salî mafê azadî û rûmet û jiyaneke aram binpê kiriye, û zordariya xwe bi tundî û tawankariyan ava kiriye, bi mebesta ku Sûriyê wêran bike, cîhan tev vê rasteqîniyê dizane û bi taybet Rûs û Îranî, lê wan piştgiriya vî tawankarî li dijî mafên miletê Sûrî û yasaya navdewletî kiriye. Miletê Sûrî bi mafên xwe û biryarên Encûmena Ewlehiyê û bi taybetî biryara 2118 û 2254ê pabend in, û bawer in ko ew...

Derbarê Êrîşa li ser Kampa “Yasmîn” û Wêrankirina wê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, kampanya duhî roja çarşemê (24'ê nîsanê) ya ji aliyê artêşa Libnanê li ser kampa "Yasmîn" ya biser Yekîtiya Komeleyên Alîkarî û Geşepêdanê û wêrankirina wê şermezar dike. Karê vê kampê nimûneyî ye, û xizmetgozariyan di rewşên awarte de pêşkêş dike, û karê wê bi rêkeftin ligel Wezareta Hundir ya Libnanê û ajansa penaberan ya NY dibe, lewra êrîşkariya li ser û wêrankirina wê bi wî awayî dibe binpêkirinek ji yasayê re û berovajî peymanên navnetewî ye, tevî ku binpêkirinek eşkere ye ji peymanên navnetewî re yên taybet bi penaberan. Divê rayedarên Libnanê rabin bi lêpirsîneke fermî li hember vê tawankariyê û serbestberdana kesên hatin binçavkirin û qerebokirina hemû kesên zeremend, çi penaber bin yan jî rêxistinên xêrxwazî bin, û divê kar bibe ji bo standina hemû gavên pêwîst ji bo darizandina kesên berpirsiyar û nehêlana dubarekirina wê bi ti reng û awayî. Ev reftar karekî beltecî û rengek ji rengê terorê ye, bi armanca peydakirina tirs û terorê di dilê penaberan de û zêdekirina fişaran li ser wan û bêparkirina wan ji mafên yasayî, herwiha ev yek weke gaveke nû xuya dibe ji bo girtina riyên jiyanê li pêşiya pensberên...

Page 71 of 137 1 70 71 72 137

Nûçeyên Dawî