Daxwiyanî

Hevbendî Daxaza Tevgereke Navdewletî Dike ji bo Nehêlana Bombebaranê û Milîtanên Rêjîmê Amanc Bike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Bi bilindbûna asta êrîşa tawankarî ya li ser herêmên Idlib û Hema, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwazê ji hemû aliyên navdewletî yên kartêker dike, ko bilez bilivin û pêngavên pêdivî pêk bînin, tako nehêlin helîkopterên rêjîmê li ser bakurê Sûriyê bifirin û bermîlên teqîner bavêjin, û firokxaneyên firok jê difirin û sivîlan amanc dikin ji kar bixînin. Hevbendî daxwaza pêşvebirina mîkanîzmeke leşkerî ya bilez dike, ji bo jiberhevxistina milîtanên tirorist yên ko rêjîm wan bi amanca kuştin û koçberkirina miletê Sûrî bikar tîne. Bajar û bajarokên Hema yê bakur û gundewarê Idlib yê başûr û rojava û yê naverast ketine ber dijminkariyeke tawankarî û operasiyoneke leşkerî ya bûye cengeke rastî û vekirî ku hêzên rêjîmê bi piştgiriya Rûsya li dijî miletê Sûrî pê rabûne, Êrîş bi firok û helîkopter û topan li ser bajar û bajarokan pêk tên, û di çend demjimêrên bûrî de 17 kes şehîd ketine, û bi dehan birîndar bûne, ko piraniya wan jin û zarok in. Hejmara êrîşên dawî bêtir ji 60î ye, têde mal û taxên niştecihan bi bombeyên goşeyî û bermîlên teqîner bêtir ji 50 bajar û bajarok û gundî amanc kirine. Amancên operasiyona nû ya ko rêjîm...

Komkujiyên Rêjîmê Berdewam in û Divê Dewletên Kartêker Mekanîzmekê Danin ji bo Rawestandina Kuştinê û Parastina Sivîlan

Êrîşkariya hovane ya ji aliyê hêzên rejîmê û balafiran Rûsyayê li ser navçeyên deşta Hema û Idlib û Helebê, di çend demjimêrên bûrî de, bi kêmanî bû sedema kuştina 5 kesan, ligel birîndarbûna bi dehan kesên din. Bombebarana hovane ya li ser deverên nişteciyan û bikaranîna bermîlên teqîner û bombeyên deaktîv û napalim, bûye tiştek berdewam di dema têkçûna rejîmê li ser erdê. Êrîşên bejayî yên rejîmê û hevalbendên wê li dijî Idlib û Hemayê û hewldana ji bo vekirina xaleke lawaz li derekê berdewam dişike, û dîsa tekez dike ku dubarekirina tiştên bûyîn li deverên din li vê deverê çênabe. Berxwedana şervanan li ser çeperan qayim û mukum e, û ew li ser erdê ferz dikin û ziyanên mezin digehînin hêzên dijmin, lê ti fişarên navnetewî li dijmin nabin û nayên hişyarkirin ji berdewamiya armanckirina sivîlan û êrîşên li dijî wan û komkujî û tawanên şer li dijî wan. Armancên rejîmê ji pişt van êrîşên berdewam û komkujiyan ji bo tengasîkirina çareseriyan û parastina rewşa aloz in, û ji holêrakirina hewldanên çareseriya siyasî ne bi her awayekî berdest. Bendewariya navdewletî dê bibe fakter ji bo alozkirina rewşê, û dê bûyer ber bi tunekirin û rijandina xwînek zêdetir biçin, ku...

Daxuyaniya Dûmahî: Rola 46 ya Desteya Giştî (Rola Şehîd Ebdilbasit Elsarût)

Daxuyaniya Dûmahî Serokê Hevbendiya Niştimanî ya êzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê rola 46 ya desteya giştî dest pê kir, hate biryardan ko bi navê Rola şehîd Ebdilbasit Elsarût be, bi kêlîkeke bêdeng û xwendina sûretê Elfatîhe li ser rewanê şehîd Elsarût û hemû şehîdên şoreşa Sûrî dest pê kir. Desteya giştî civînên xwe dest bi hin guhertinên rêbaza bingehîn kirin li gora pêşinyarên desteya siyasî, wek guhastina bargehê Hevbendiyê bi fermî bo hindirê Sûriyê, û çend guhertinên din ko serboran ew feriz kirine. Ji ber ko ev rol, rola mafê hilbijartina desteya giştî û ya serokatiyê ye, hilbijartin bi berpirsiyarî û lihevkirinê û dîmuqratiyetê çêbû, Enes Elebde bû serokê Hevbendiyê, mamoste Ebdilbasit Ebduletîf bû emîndarê giştî, mamoste Uqab Yihya û Dr Ebdilhekîm Beşar û Dîma Mûsa wek cîgirên Serok, û 19 endam bo desteya siyasî hatin hilbijartin. Desteya giştî biryar da ko mamoste Ebdilrehman Mistefa desthilata demkî damezirîne, ko berbijêrên xwe ji wezîran bi piranî di qonaxa mehekê de pêşkêş bike, tako di civîna desteya giştî de bête biryardan. desteya giştî biryar da ko civîna yekem ya her du desteyan ya serokatiyê û ya siyasî piştî piştî hilbijartinê li bargehê Hevbendiyê li hindirê Sûriyê be, û kongirekî rojnamevanî bête lidarxistin...

Derbarê Serdana Hin Kesan ji bo Îsraîlê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi carekî red dike ku ti kesê fermî serdana Îsraîlê kiribe. Ew kesên serdana dagîrkariya Îsraîlê kirine, weke di raportên medyayê de hatiye, ti peyvendiya wan ligel opozisyonê nîne, û ti girêdana wan bi hêzên şoreşa Sûriyê re û nûneriya wan di deste û komîtên şoreşê de tuneye. Her welatiyekî sûrî yê birûmet nikare kiryareke bi vî rengî bike, li gel desthilateke dagîrker, ku serweriya yasa navnetewî red dike, û berdewamiyê dide bijaredyên xwe yên li ser binyatê zilm û zordariyê. Û jirêçûna hinek kesan bandorê li helwesta gelê me yê Sûrî û ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê li hember vê doza çarenivîsî nake, helwest û prensîbên me xuya ne, li ser qanûnên navneteweyî hatine avakirin, û palpiştiya mafê gelê Sûriyê dikin bo standina erdên xwe yên dagîrkirî bi hemû rêyên durist û rewa, û pêkanîna aşitiya dadane û giştgîr li herêmê. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 25.06.2019

Derbarê Herdû Teqînên Terorîstî li Bajarê Axtirin li Gundewarê Helebê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Teqîna terorîstî ya îro li dijî Xalid Dîbo, serokê encumena xwecihiya bajarê Axtirin li deşta bakurê Helebê, bû sedema birîna lingekî wî, tevî ku berî niha jî rastî hewldana teqîneke din bibû, lê ma berdewam li ser karê xwe, û îro jî dîsa em hêviya vê yekê ji wî dikin, herwiha otombêleke din ya taybet li pêşiya mala melayê mizgeftekê hat teqandin û mele bi sivikî birîndar bû. Dupat bû ku tawan û hewldanên terorîstî yên ji bo têkdana jiyana sivîlan û belavkirina ajawegeriyê li çend salên borî; nikarin vîna gelê Sûriyê bişkinin, û ew bi tenê hewldanin bêhêvî û têkçûyî ne, û tawanên teroristan û şanikên wan ên veşartî wê bi ser nekevin di jikarxistin û rawestandina pêvajoya avakirin û azadiyê de, ya ku kesên birûmet û azadîxwazên Sûriyê berpirsiyariya wê weke erk dibînin û ji bo wê xwîn û jiyana xwe didin. Em dubare bang li hemû aliyên civaka navnetewî dikin ji bo şermezarkirina êrişên terorîstî yên berdewam li Sûriyê, ligel bizaveke astbilind ji bo alîkarîkirina sepandina ewlekarî û piştgiriya çareseriya siyasî û bi hemû şêweyan ji ber ku ew take-bersiv e ku dikare terorîzmê jinav bibe, û siyaseta temaşekirina ji dûr ve, ya ji kîsê...

Şewatên Berheman li Rojhilatê Sûriyê Tawan in û Ewlekariya Xwarinê ya Gelê Sûriyê Dike Armanc

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Berdewamiya şewatan li Rojhilatê Sûriyê li ser dirêjahiya çend heftiyan û ziyanên li pey hatine; nîşanên kareseteke abûrî û mirovî ya mezin in, herwiha hejmara zêde ya deverên şewatan cihê gumanê ye, û pêwîste lêpirsîneke bilez bê kirin, û nîşan bên dîtin û gotinên şahidhalan bêne wergirtin. Hevbendî tekez dike ku şewtandina berhemên çandiniyê bi mebest karekî tewankarî yê cihê şermezarkirinê ye, û karekî terorîstî ye, û beşek ji tawanên şer yên ku derheqê gelê Sûriyê de têne kirin. Herwiha divê Civaka Navdewletî destê alîkariyê dirêj bike ji bo vemirandina van agiran, û nehêle were belavkirin, bi taybet ku ew gefê li tinekirina berhemê yekem yê stratejî yê Sûryê dike. Aliyên li pişt vî karê tawankarî radewestin; dizanin tişta ku dikin tevahiya pêkhateyên Sûriyê dike armanc, û gef e li ser ewlekariya xwarinê ya welat, herwiha birçîkirina xelkê û zêdekirina êş û azarên wan e. Hevbendî vê pirsê dişopîne, û bi awayekî cidî dixwaze komîteyeke serbixwe bi beşdariya Hikûmeta Sûriyê ya Demkî ava bike, ji bo lêkolînê di sedemên şewatên ku çêdibin bike, û tekez dike ku her aliyê destê wî di vêxistina van agiran de hebe, dê ji sizayê ruha nebe, herwiha Hevbendî desthilata dîfakto li wan...

Sûriya Mezintirîn Trajediya Penaberiya vê Serdemê ye

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Rejîma tawan û terorê, Sûriya xist di nava trajediyek berfireh de, ku beşên wê behsa çîrokên penaberên Sûriyê dikin, yên ji encama kiryarên dirindane yên rejîmê û ji dojeha qirkirinê reviyane û di mercên bobelatî û zehmet de dijîn. Tevî hin destpêşxeriyên navnetewî ji bo çareserkirina vê krîzê, û hewldanên baş ji piraniya welatên penageh, lê di heman demê de asta têkçûna civaka navnetewî li hemberî parastina yasa navnetewî, û pêkanîna biryarên Konseya Ewlekariyê û komeleya giştî ya Netewên Yekbûyî, û karvedanên vê yekê li ser doseya Sûriyê û krîza penaberên wê eşkere dibe. Di bin sîbera berdewamiya zêdegaviyan de, rewşa penaberan ya mirovahî û civakî xirabtir dibe, tevî ku êş û zehmetiyên wan li welatên penageh zêdetir dibin, bi taybetî li hin welatan weke li Libnanê, ku dezgehên wê ti rêzê li mafên penaberan û yasayên navnetewî yên penaberan nagirin. Di heman demê de, kesên koçber li navçeyên di bin kontrola rejîmê de rastî şêweyên cuda yên çewisandin, girtin, binçavkirin û îşkencê dibin, bi bikaranîna rêbaza xwe ya li ser tundûtîjî, talan û desteserkirina malê welatiyan ava kirine. Li ber vê siyaseta tawankar, hejmara penaberan bi nêzîkî 7 milyon kesî tê texmînkirin, lê agahiyên rast diyar dikin...

Komkujiya “Bînîn” Zingilê Metirsiya Bobelateke Mirovî ya Nêzîk Lêdide

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Li çend demjimêrên borî, ji aliyê balafirên rejîmê zincîrek ji êrîşên esmanî li seranserî Idlib û gundên hemayê hatin pêkanîn, yek ji wan bû sedema komkujiyekê û têde 12 sivîl, di nav de zarok hatin kuştin, ligel hejmarek ji birîndaran. Li gorî agahiyên berdest, duh êvarî, kombûnek welatiyên sivîl li bajarê "Bînîn" li gundewarê başûrê Idlibê hat topbarankirin. Ev êrîş tê di çarçoveya kampanyeke zêdegaviyên zêdetir de ji aliyê rejîmê û Rûsya û çekdarên Îranê li ser herêma bêçek û deverên cuda yên kêmkirina zêdegaviyan li gundewarê bakurê Hema û seranserî Idlib û derdorên wê, û 24 sivîl di çend demjimêran de hatin kuştin, di nav de jin û zarok û du karmendên parastina sivîl, li gel 34 birîndaran. kuştina bi mebest û topbarankirina welatiyên sivîl, tawanek şer ya sîstematîk a berdewam e ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê, û li hember ji Civaka Navnetewî tê xwestin ku vê yekê şermezar bike û destwerdanek navnetewî hebe ji bo rê bigire li pêşiya aliyê şerxwazê şer li dijî gelê Sûriyê dike, û milîsên mezhebî li welêt bicih dike. Wê ti yekalîkirina leşkerî li ti deverên Sûriyê tunebe, tiştek venagere weke berê, xewnên rêjîmê ên sepandina desthilata xwe careke din...

Hevbendî Behîdariya Mihemed Morsî, Serokê Berê yê Misrê Dike

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê behiya Dr. Mihemed Morsî, serokê berê yê Komara Erebî ya Misrê dike, pirse û sersaxiyê dide malbata wî û tevaya gelê Misrê yê bira. Di dema serokatîya wî de, serokê berê ma dilsoz û piştevan ji bo daxwazên gelê Sûriyê û şoreşa azadî, rûmet û demokrasiyê, û herwiha ma pabend bi pirsgirêkên neteweya erebî bi awayekî zelal, bê xwe vekişîne yan jî bazaran bike li ser pabendbûn û piştgiriya xwe bi her awayekî heyî. Herdem me hêviyên mezin hene ku Misr, dê weke berê bimîne dîwarekî asê li hember hemû hewldanên li dijî herêmê yên bi armanca pêkanîna gefan li ser ewlekariya herêmê û belavkirina ajawegeriyê, û em bawer in ku dê berdewam be li ser helwest û pabendbûna xwe li gel miletên mafperwer û rûmetxwaz. Dilovanî ji serokê berê re be, û sersaxî ji malbata wî û gelê Misrê yê bira re Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 18.06.2019

Handanek Metirsîdar li Dijî Penaberên Sûrî yên li Libnanê Dibe

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê piştrast dike ku ew hemû daxuyaniyên kîn û nijadperestiyê yên hin aliyên fermî li dijî penaberên Sûrî li Lubnanê şermezar û red dike. Hevbendî hişyardariyê dide ji encamên berdewamiya zêdegavî û handanê li dijî penaberên Sûrî û herwiha hişyariyê dide ji beşdarbûna hin aliyan di belavkirin û bangeşa pêla kîn û nijadperestiyê ya xirab de, weke axaftinên wezîrê derve yê Libnanê, ku ew axaftin dê bi nerênî li xudanê xwe vegerin. Welatiyên Sûrî ticarî helwesta rawestana birayên xwe yên Libnanî li kêleka wan di vê derdeseriya mezin de ji bîr nakin, ku duh li Beyrûtê xelkek kom bû ji bo şermezarkirina kiryarên li dijî penaberên Sûrî, û tikes rola hin aliyên neyar jî ji bîr nake, û bi taybetî Hizbullaha terorîst, ya berpirsiyar û hevpara tawanên li ser erda me dibin, û herwiha ew sûcdara bobelata derbiderî û penaberiyê ye. Ku hebûna van milîsan, sedemên sereke yên vê bobelata kuştin, sirgûnkirin û koçberiya bi darê zorê ye, eger ji xaka Sûriyê venekişin û dest ji piştgiriya tawankariyên rejîma Esed û pêkanîna tawanên şer li welatê me bernedin, ku ti mifayek nîne ji daxwaza çareserkirina pirsgirêkên penaberên Sûriyê li Libnanê ji aliyekî bi...

Page 70 of 137 1 69 70 71 137

Nûçeyên Dawî