Daxwiyanî

Lêkolîna Navdewletî derbarê Armanckirina Avahiyên Bijîşkî Rûsya Têxe bin Fişara Navnetewî

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, destxweşiyê li tevgera vê dawiyê ya Netewên Yekbûyî dike, ya ji bo eşkerekirina tawanên şer yên ji aliyê rejîma Esed û Rusya li Idlib û deşta Hemayê qewimin, û ev tevger, tevî bi awayekî ne pir jidil e jî, lê giringiyeke wê ya mezin heye, ji ber ku ew rola sîstema navdewletî ya darizandina tawanbaran û bicîhkirina aştî û ewlehiya navnetewî careke din dupat dike. Hevbendiya Niştimanî dakokiyê li ser belgekirina armanckirina saziyên bijîşkî û navendên girîng ji aliyê rejîma Esed û Rûsya dike, û ev yek Rûsya careke din têxe bin guvaşên navnetewî, ku rûyê rastî yê operasyonên leşkerî li dijî gelê Sûrî û proseya siyasî ya bi piştgiriya NY diyar dike, û herweha gotinên Rusya û rejima stemkar ên dijberiya terorê derew derdixe. Hevbendiya Niştimanî balê dikişîne ser vê yekê ku Rûsya xalên bijîjkî yên destnîşankirî armanc dike, û agahiyên derbarê cihên wan ên ji hêla Netewên Yekbûyî ve hatine dan bikar tîne, ku ev yek dibe tawaneke dutaq, û divê lêpirsîn li ser bibe. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 03.08. 2019

Derbarê Gotgotên di Medya Civakî de Belav Dibin yên derbarê Koçkirina Sûriyên Parastina Demkî li Tirkiyê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Alavên ragehandina civakî di vê dawiyê de nûçeyin belav kirine derbarê koçkirina hevwelatiyên Sûrî yên li gor yasaya parastina demkî li Tirkiyê ne. Em li Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê rewşê ji nêzîk ve dişopînin, û wek xuyanî ye, Tirkiyê bi sedema cengê ‘’ parastina demkî‘’ li gora yasayên navdewletî daye Sûriyên li ser xaka wê dijîn. Li gor pêzanînên fermî yên ko ji aliyê Tirkî ji me re hatine, hejmara Sûriyên di bin siya parastina demkî de ne, 3634378 kes in, heta 18 tîrmeha 2019ê, û di seqayeke aram mêvandariya wan dibe, û 3% ji Sûriyan li navendên bicihkirinê yên demkî dijîn , û 97% ji wan li derveyî navendên demkî dijîn. Bi milyonan Sûrî yên ko li Tirkiyê dijîn ji mêvandariya Tirkiyê dilxweş in, û pêzanînên ko me ji desthilatdarên taybetmend yên li ser pêşveçûnên rewşa dawiyê bidest xistine, dibêjin ko gotgotên li alavên medya civakî û ragehandina navdewletî hatine belavkirin rastiyê nabêjin. Çi kampanya bi amanca vegerandina Sûriyên li Tirkiyê dijî nîn e, û berpirsiyarên Tirkan ev yek ji me re tekez kirin. Pêrabûnên ko desthilata Tirkiyê kirine di çarçoveya karê rêveberiya koçberiyê de ye, bi amanca parastina ewlehiya sistema giştî, ji...

Berpirsiyariya Civaka Navdewletî di ber Parastina Sivîlan de Tekez e

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Teqînên teroristî yên ko evro şembiyê 27.07.2019 yên ko gundewarê Helebê amanc kirine û di encamê de 3 kes şehîd ketine û bi dehan birîndar bûne, hevdem bû li gel tawaneke nû ya firokên rêjîmê derheqê sivîlan li bajarê Erîha li Idlibê , û di encamê de 11 kes şehîd ketine û bi dehan birîndar bûne. Ligel tawan û tiroristiya berdewam derheqê Sûriyan de, dîsa diyar dibe ko miletê Sûrî beraberiya hevpeymaniyeke tiroristî dike ko hemû şêweyên tiroristiyê tê de kom dibin, di heman çaxê ko bêdengiyeke navdewletî heye. Xwîna miletê Sûrî dirije û welatê wî wêran dibe û xortên wan têne girtin û koçberkirin… tawan û binpêkirin rojane derheqê miletê Sûrî pêk tên, hêj civaka navdewletî nikare têwerdanê bike bo vê komkujiyê rawestîne, û hêj dewletên aktîv di bêdengiya xwe de berdewam in, wek ko tiştê bi serê Sûriyan tê di berjewendiya wan de ye. Bajar û bajarokên Hema û Idlib û Laziqiyê dikevin ber bombebaraneke tund ji hêla firokên rêjîmê û dagîrkerên Rûs, hejmara qurbaniyan bêtir dibe û civaka navdewletî berpirs e di ber tawanên berdewam ên li ser xakê de, her weha di ber rewşa astengîkirina çareseriya siyasî. Berpirsiyariya civaka navdewletî di ber tawanên rêjîmê...

Birûska Sersaxiyê Derbarê Mirina Serokê Tûnisî Albacî Kayid Al-Sibsi

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi helkefta mirina serokkomarê Tûnisê Albacî Kayid al-Sibsi, sersaxî û serxweşiyên germ ji gelê Tûnisê yê bira re pêşkêş dikin. Serokê xwedêjêrazî, hewldanên xwe mezaxtin ji bo xizmetkirina gelê Tûnisê, û di dema pila xwe de weke serokkomar, hewldanên xwe xistin ji bo bihêzkirina yekrêziya navmala welêt, û pêşxistina rewşa aborî û ewlehiyê. Hevbendî baweriya xwe karîna Komara Tûnisê bi gel û rêberên wê ve dupat dike, derbarê nehiştina vê valehiyê û rêvebirina welat ber bi pêşketin û xweşiyê de. Hevbendî sipasiya xwe nîşan dide ji bo gelê Tûnisê û piştgiriya wê dike ji bo parastina destkeftên şoreşa wê û saziyên wê yên demokrasî û parastina maf û daxwazên gelên herêmê. Dilovaniya xwedê bo Serokê xwedêjêrazî, û serxweşî û sersaxî ji malbata wî û gelê Tûnisê yê bira re be. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 25.07.2019

Rûsya û Rejîm li Deşta Hema û Idlib Zincîreke Komkujiyan Pêk Tînin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Dîsa deşta bakurê Hemayê û hin navçeyên Idlibê rastî bombebaranê hatin, û çend komkujî li wan deveran hatin pêkanîn û di çend demjimêrên borî de herî kêmî 50 kes hatine kuştin, zêdebarî bi dehan bêserûşûn û kesên birîndar hene, û kelexên wan di bin avahiyên heriftî de mane, ji ber êrîşên balafirên Rûsya û helîkopterên rejîmê. Agahiyên destpêkî amaje bi şehîdbûna 20 kesan dikin, di nav wan de jin û zarok, bi sedema bombebarana balafirên dagîrkeriya Rûsya li serê siba îro duşemê (22' tîrmehê), li bazareke bajarê Miret al-Ni'hman, piştî bombebarana duh ya li ser bajarokên deşta Idlibê û şehîdbûna 17 kesan, di nav de 12 kesên sivîl ji wan 5 zarok bi êrîşa balafirên rejîmê li ser bajarê Orm al-Coz li deşta Idlibê hatin kuştin. Tawanên rejîmê û Rûsyayê, ne tenê yên şer in, belê bêtir ji vê yekê ne, ku ne tenê wek şaşîtiyên operasyonên leşkerî ne, berovajî vê, welatiyên sivîl bi awayekî rasterast têne armanckirin, û kuştina welatiyên sivîl armanca sereke ya oparesyonên leşkerî yên Rûsya û rejîmê ne, ku bi vî awayî xwezaya van tawanan digehêja asta tawanên navnetewî ku pêdiviya wan bi dadgeha tawanên navnetewî heye. Di çend demjimêrên borî de, bajar û...

Komkujiyên Rejîmê ji bo Jinavbirina Hewldanên Destpêkirina Berdewamkirina Pêvajoya Siyasî ne

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Îro, tawanên rêjîmê li dijî sivîlan dubare dibin, û ew bûyerên me hişyarî li ser didan careke din destpê dikin, û em dixwazin di derbarê vê yekê de piştrast bikin ku rejîma Esed û alîgirên wê dê berdewam bimînin li ser pêkanîna tawanan eger civaka navnetewî li berpirsiyariya xwe xwedî dernekeve. Komkujiya duhî bi rêya sê êrîşên asmanî ji aliyê balafirên rejîmê li ser bazareke gelêrî di naveka bajarokê Mi'rşorîn de li gundewarê Idlibê pêk hat. Ev tawana şer ya xuya, bû sedema şehîdketina 9 kesan û birîndarbûna bêtir ji 15 an, di nav de hin birînên wan giran jî hene, û herwiha bû sedema wêrankariyeke mezin û zirarên madî û şewtandina gelek mal û dikanên welatiyan. Civaka navnetewî, ya berpirsiyar li hember jiyana welatiyên sivîl, ketiye di rewşeke bêberpirsiyariyê û xemsariyê de, ku wek berpirsiyar li hember hovîtiya tawanên rejîmê û zêdegaviyên wê tê dîtin, ku rejîm her bêdengiyeke navdewletî, ji bo kuştin û wêrankirinê bikar tîne. Ev êrîş, tawan û komkujî tên ji bo jinavbirina hewldanên şanderê taybet yê NY yên ji bo destpêkirina pêvajoya siyasî, lê bêdengiya navnetewî û bêdengiya sponsorên çareseriya siyasî li hemberî van hewldanan ji aliyê xelkê Sûriyê weke hevkariyekê ligel rejîmê...

Hevbendî Êrîşa li ser Karmendên Qunsilxaneya Tirkiyê li Hewlêrê Pirotesto Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê êrîşa teroristî ya li ser karmendên qunsilxaneya Tirkiyê li Erbîla paytezta Kurdistana Îraqê pirotesto dike, ku di encama êrîşê de yek ji wan hate kuştin. Hevbendî sersaxiya malbata yê qurbanî û dewleta Tirkiyê dike, û tekez dike ko Sûriyên qurbaniyên tiroristiyê ne, şîrk in di şerê li ser vê nexweşiyê û yên piştgiriyê dikin, ji ber tiroristî bi hemû şêweyên xwe dijmina me ye, em li rex Tirkiyê û civaka navdewletî di cenga li dijî rêkxistinên tiroristî radiwestin. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ofêsa Medya û Ragehandinê 17.07.2019

Tawanên Rejîmê Ranawestin Eger Civata Navnetewî û Encumena Ewlekariyê bi Berpirsiyariyên Xwe Ranebin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Rejîm careke din komkujiyê li dijî sivîlan pêk tîne, ku şevê din, du malbat, du mêr, du jin û çar zarok, bûn qurbaniyên êrîşeke balafirên şer yên rejîmê bi rokêtan li ser zeviyekê li nêzîkî bajarê Xanşêxon li deşta Idlibê. Êrîşa tawankar ya berdewam û her diçe gurtir dibe li ser deverên Idlib û Hema, hiştiye em gelek caran bangê bo bizaveke navnetewî bidin , ji bo avêtina gavên pêwîst ji bo sepandina dijefirînê li ser bakurê Sûriyê, û rê li pêşiya helîkopterên rejîmê û avêtina bermîlên teqîner bigirin. Rastiya li ser erdê piştrast dike ku rijêm dê berdewam be di pêkanîna tawan û komkujiyan de li dijî sivîlan, û divê civaka navnetewî, zû yan dereng, û piştî zêdebûna hejmara şehîd û birîndaran, zanibe ku çi rê nîne ji bo rawestandina vê tawankariya berdewam; ji bilî destêwerdaneke navnetewî ya bi bandor, û wê tawanên rejîmê û hevalbendên wê li Sûriyê berdewam bin heta ku civata navneteweyî û Encûmena Ewlekariyê bi berpirsyariyên xwe ranebin. Hevbendî dubare daxwaza mekanîzmayek navnetewî ya bi bandor dike, ji bo rê li pêşiya rejîmê û milîsên şerxwaz bigire, li gel misogeriya jikarxistina balafirgehên têne bikaranîn di êrîşên dijî sivîlan de. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên...

Hevbendî Xweragiriya Artêşa Azad ya Sûrî li Eniyên Hemayê Bilind Dinirxîne

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Tabûrên artêşa Sûrî ya azad wek tekezkirinekê li ser şiyanên xwe yên xweragiriyê, ji bo bersiveke tund be li beranberî stratejiya yekalîkirina leşkerî ya rêjîm û hevalbendên wê dixwazin bi xwînê ferz bikin, wan karîne li ser qada şer destkeftek nû bidest bînin, û rê li pêşiya her pêşketineke hêzên rejîmê û milîsên terorîst li deverên bakurê Hemayê bigirin. Tabûrên artêşa azad, berxwedan û çeperên xwe li Tel Hamamiyat yê stratejîk li gundewarê bakur-rojavayê Hemayê xurt kirin, û di dema çend demjimêrên borî de, bersiva êrîşên vajî yên ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên Îranê yên xwedan cureyên cuda yên mertal û çekan dan, û ziyanên giran gihandin wan. Hevbdndiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, pesnê şervanên Artêşa Azad li eniyên cuda dide, û tekeziyê li ser girîngiya rola wan dike, ku ne bitenê ji bo parastina welatiyên sivîl û rêgirtina li ber rejîmê û hevalbendên wê ye, ji bo nehêlana pêkanîna planên wan, lê herwiha rola wê bandoreke rastyeqîn li ser rêya şoreşê jî heye, bi taybetî derbarê dupatkirina li ser pêdivî û girîngiya çareseriya siyasî, ji ber ew takerê ye bo çareseriyê. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ofisa Ragihandinê 12.07. 2019

Pirotestokirina Tqînên Tiroristî yên Efrîn û Hesekê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Êrîşa tawankarî ya li ser navenda Efrînê vê sibehê bêguman êrîşeke tiroristî ye pirotestokirî ye, li gora serjimarkirinê 11 şehîd û bi dehan birîndar hene, û hêj tîmên rizgarkirinê û yên hawarhatinê û berevaniya sivîl li cih hevkariyê dikin tako birîndaran rizgar bikin û kesên xwedan rewşên aloz û metirsîdar bo nexweşxaneyên guncaw biguhêzin. Tawana li Efrînê çêbû, digel ko li çend êrîşên wisa li Hesekê çêbû, tiroristî û yên piştgiriyê dikin û alavên wê yek cûre ne. êrîşên ko bajar amanc kirine teqîn bikar anîne di encamê de hin birîndar bûne û ziyanên madî çêbûne. Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko polîs û artêşa niştimanî dê berdewam peydeçûna milîtanên tiroristî bike û li pey endamên wê li her cihî biçe, asta karê amadekariyê bilind kiriye û li hemû amadekarî kirine da tirorist derbasî herêmên zindîdar nebin. Hevbendiya Niştimanî got tirorist sivîlan amanc dikin, eger bi teqemeniyan be an bombeyan an bermîlên teqîner be, tiroristî her ew e, lê nikare çi pêşketinê li ser xakê bidest bixin, û em bi karînên artêşa niştimanî sûrî bawer in. Ji civaka navdewletî tê xwestin ko têwerdaneke siyasî û yasayî bo piştgirî û alîkariya bijarteya miletê Sûrî bike, û dîsa ewlehî û aramiyê...

Page 69 of 137 1 68 69 70 137

Nûçeyên Dawî