Daxwiyanî

Vetoya Rûsî-Çînî Perdeyeke ji bo Tawankar û Destûrdana Kuştinê ye

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Vetoya Rûsya û Çînê ya îro li dijî projebiryara Belçîkî-Kuweytî li Encûmena Ewlehiyê, bi daxwaza agirbest û parastina sivîlan li ldlibê, tê di çarçoveya perdeya Rûsî-çînî de ya ji bo veşartina tawanên şer û tawanên dijemirov yên dibin bi destê rejîmê. Ev pêngava miştûmir tê wekî riftareke siyasî ya cihê şermezarkirinê û nerazîbûnê ye, nemaze ku ew tê di çarçoweya piştgiriya rasterast ya leşkerî de ya pêşkêş dibe ji hêla Rûsya ji rejîmê re û beşdarbûna wê di bombebarankirina sivîlan de û pêkanîna tawanên şer li dijî gelê Sûriyê û destêwerdana di karûbarên Sûrî de heta digehêje astê dargîrkariya rasterast li Sûriyê. Bikaranîna veto ji alî sponsorên rejîma tawanbar ve, berpirsiyariya civaka navdewletî li hember trajediya gelê Sûrî nerake, çi derbarê dosya tawanên şer, yan derbarê karesata mirovî ya berdewam, yan derbarê pirsa girtiyan û penaberan û tevî bi dehan babetên din yên hilwastî. Ti berawerdkirin nabe di navbera projebiryarên têne beravîtîkirin bi rêya bikaranîna vetoya ji hêla Rûsya û Çînê ve ji bo jikarxistin viyana civaka navdewletî û di navbera projeyên têne pêşkêşkirin ji hêla hevalbendên rêjîmê ve di Encûmena Ewlekariyê de ji bo fihêtiyê, ku bi piraniya dengan têne redkirin. Hevbendiya Niştimanî bang li aliyên çalak...

Derbarê Teqîna Terorîstî ya li Bajarokê Ra’î li Bakurê Helebê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Careke din terorîstî sivîlan armanc dike û hewl dide tirs û terorê li bakurê gundewarê Helebê belav bike, û êrîşa duhî yekşemê dijî bajarê Ra'î, nêzî nexweşxaneya mezin, di heman çarçoweyê de ye, û têde 11 şehîd ketin û 15 birîndar bûn, herweha ku dibe amara qurbaniyan zêdetir bibe, nemaze ku hin ji wan birînên wan giran in. Ev tawan tê piştî tawaneke din ya hevşêwe ji berî du rojan li bazarekê gelêrî beriya nimêja înê, û bû sedema kuştina 13 sivîlan, zarokek di nav wan de heye, tevî birîndarbûna 25 kesan. Ev êrîşa tawankarî bi awayekî plansazkirî hat, ji bo armanckirina sivîlan û zêdekirina fişaran li ser wan, digel bombebarana hovane ya berdewam li ser seranserî gundewarê Idlibê, û ev êrîşên pev re ji bo sepandina bijardeya leşkerî û tawankariya rejîmê û hevalbendên wê û bidawîkirina hemû derfetên ji bo çareseriyek siyasî, bi sûdwergirtina ji nexuyabûna civaka navdewletî ya bi yekcarî. Artêşa Niştimanî ya Sûrî berdewam e di peyketina çete û terorîstan de, û rojane bi erkên xwe ji bo bilindkirina asta amadebûna xwe radibe, ji bo dijberiya hemû planan ji bo bidawîkirina hebûna her terorîstekî yan metirsiyekê li ser ewlehiya sivîlan li herêmê. Ev terora ku...

Hevbendî Daxwiyaniyên Karsparteya Karûbarên Penabran yên Cihê Matmayînê yên Propogendayê Ji Rejîma Tawankar re Dikin Şermezar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Komîseriya Bilind ya Penaberan ya Netewên Yekbûyî (UNHCR) ne tenê alîkarî negihand ji penaberan û koçberên pêwîstdar re, û herweha ew alîkarî terxan kir ji piştevaniya makîneya şer ya rejîma Esed re ya berpirsyar li hemberî mezintirîn oparesyonên koçberkirinê li cîhanê piştî duyemîn şerê cîhanê, û piştgiriya şebihên rêjîmê li ser berdewamiya şer li dijî gelê Sûriyê; ku îro derbasî qonaxeke nû dibe û piropogendayê ji rejîmê re dikin, û hewlên boyaxkirina wêneyê wî didin. Di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya fermî, Komîseriya Bilind ya Penaberan ya NY (UNHCR) spasiya rêjîma Esed kir, xwe xist di rewşeke şîzofrenî û korbûnê de ku bi ti awayî nabe behane, nemaze ku nîvê xelkên Sûrî li dewletên cîran û derûdora cîhanê bûne koçber û penaber ji encama siyaset û plansaziyên ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê ve hatine pêkanîn. Hevbendî dubare wan daxuyaniyên di berjewendiya rejîmê de şermezar dike, ku "spasiyek mezin" dayê li hemberî "hevkarî û piştgiriya penaberên li Sûriyê", di dema "berpirsiyariya wê di ber wêrankirina dibistan, enstîtû û zanîngehan de, û ji bîr kiriye ku bi dehan hezar xwendekar û mamoste, levlî penaberên filistînî hatine îşkencekirin di zîndanan de bi şahidiya hin aliyên serbixwe û fermî...

Daxuyaniya Dawiyê ya Xula 47emîn – Xula Şehîdên Idlib û Hemayê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Bi deqeyek bêdeng û xwendina Fatihê li ser giyanên şehîdên şoreşa Sûrî, di 31'ê tebaxê de, desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dest bi civînên xwe yên xula 47emîn kir, li bin navê "xula şehîdên ldlib û Hemayê ”. Serokê Hevbendiyê, Enes Abda, civîn bixêrhatina mêhvan û kesukarên kêmendaman vekir, û herweha biryar hate dan li ser pesindkirina xişteyeke kar bo heyamê du rojan, û paşî hejmarek ji kesukarên kêmendaman derbarê rewşa xwe û dawazên xwe axivîn, di nav de daxwaza avakirina komîteyek taybet di hevbendiyê de ji bo têkildariyan û guhdariya pêdiviyên vê beşa mezin ji qurbaniyên tawanên rejîmê û şerê wê yê qirkirinê li dijî gelê Sûriyê. Piştre pêkanîna kabîna hikûmata demî ya Sûrî hat gotûbêjkirin, û serokwezîr bernameya hikûmeta xwe û navên wezîran pêşkêş kirin, û navên van wezîran di hikûmeta birêz Abdul Rehman Mistefa de hatin pesend kirin: Serokerkan Dr. Selîm Idrîs, wezîrê berevaniyê Kolonel Mihiyedin Hermûş, Wezîrê Navxwe. Endezyar Mohemed Said Sulêman, Wezîrê rêveberiya xwecihî û xizmetgoariyê. Dr. Huda Al-A'bsî, Wezîra Perwerdehiyê. Dr. Abdil Hakim Al-Misrî, Wezîrê aborî û darayî. Dr. Meram Şêx Mistefa, Wezîra Tenduristiyê. Parêzer Abdulah Abdul Selam Mohemed, Wezîrê Dadê. Desteya Giştî civînên xwe di...

Di Roja Cîhanî ya Bêseruşûnên bi Darê Zorê de … Civaka Navdewletî Xwe Veşartî ye

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Kiryarên veşarina bi darê zorê beşek girîng ji rêbaza rejîmê bû bi armanca jinabirina rêzên pêşîn yên çalakvanan, ligel kiryarên kuştin, koçberkirin, binçavkirin û îşkenceyê, ji kiryarên belavkirina tirs û terorê di nava gelê Sûrî de, da viyana wan bişkîne û pêşî li şoreşa wan bigire, di nav wan tawan û binpêkirinan de, pêkanîna bêserûşûnkirina bi darê zorê, li dijî hemû nifşan, di nav de zarok û jin û kal. Li gorî texmîn û dateyên rêxistinan, 85,000 kes bi darê zorê ji hêla hêzên rêjîmê ve hatine bêserûşûnkirin, ku hêjî rêxistinên mafên mirovan her meh zêdetir bûyeran tomar û belge dikin, ku nêzîkî 400 bûyerên wendakirina bi zorê di tîrmeha borî de bi tenê hatine belgekirin, tevî penaberên hatine girtin ji hêla hêzên rejîmê ve piştî vegerandina wan bi darê zorê bo Sûriyê. Deftera tawanên hatine pêkanîn bi destê rejîma Esad di salên borî de, herî xirab û herî metirsîdar û hovane ne di vê serdemê de, ji ber vê yekê, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, careke din bibîr tîne ku divê Encûmena Ewlehiya Netewên Yekbûyî bi karê şopandina biryarên peywendîdar rabe, nemaze biryarên xwe hejmar 2042, 2043 û 2139, û bi taybetî jî tekstên...

Derbarê Komkujiya li Mi’ret Al-Ni’hman ya li ser Destê Hêzên Rejîmê û Hevalbendên wê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di çarçoveya kampanya tawankarî ya berdewam ji çend mehan ve ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê li ser gundewarên bakurê Hemayê û tevaya deverên gundewarê Idlibê, bajarê Miret al-Ni'hman di çend demjimêrên borî de rastî topbaranek asîmanî hat, û bû sedema komkujiyekê û têde 13 kes şehîd ketin, di nav de zarok, tevî birîndarbûna bi dehan kesên din. Têkiliyên me bi aliyên navdewletî re li ser vê kampanyê û binpêkirina peymanan berdewam in, û em careke din dubare dikin ku hemû operasyonên rêjîmê, Rûsya û Îranê, bi xwe tawanên şer ên beloq in, ku bi rêka wan li radeya yekê deverên niştecî û sivîlan wekî armancên sereke têne topbarankirin, û divê cîhan tevbigere ji bo rawestandina vê felaketê ya ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê ve li dijî gelê Sûriyê dibe. Hevbendiya Niştimanî dubare piştrast dike ku ji Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî, û nemaze ji grûpa dewletên zilhêz, tê xwestin ku van êrîş û komkujiyan bi awayekî bilez rawestînin, nemaze ku helwestên ne berpirsyar yên van welatan bûn sedema peydabûna aloziyê, û ev yek wan têxe li hemberî berpirsyareke mezintir hember rawestandina komkujiyên berdewam û bizaveke navdewletî bibe ji bo misogerkirina azadiya xelkê Sûriyê û parastina welatiyên...

Tawanên Şer bi Derbasbûna Demê Tune Nabin di Salvegera Tawana vê Sedsalê de ya bi Gaza Sarin li Xûta Şamê Hat Pêkanîn

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di şeşemîn salvegera komkujiya kîmyayî ya xemgîn de, ya ji hêla rejîma Beşar Esed ve di vê rojê de, roja 21ê Tebaxê, 2013 hatibû pêkanîn, em dilovaniya xwedê ji qurbaniyên wê re yên piranî jin û zarok dixwazin, hêvî dikin ku Xwedê sebr û aramiyê têxe di dilê kesukar û malbatên wan de, û di heman demê de em piştrast dikin ku civaka navdewletî gihîştiye astek çavnerêkirî, ku hêjî nekare vê rejîma hovane rawestîne ji pêkanîna tawanên zêdetir li dijî sivîlan, yan jî rawestîne ji bikaranîna çekên kîmyayî yên qedexekirî. Ev roj dê berdewam bimîne şahid li ser şermezarkirina rejîma Esed, û herweha sîstema navdewletî, ku nekarîbû bi erka xwe rabe li hember rûdana vê tawanê, û ne tenê ev jî ku rêkeftin û têgihiştin ligel tawanbaran pêk anîn bi rêya têgihiştinên şikestî bûn encamê îmzekirina radestkirina amrazê tawanê û berdana destê tawanbaran, ku salên borî eşkere kir ku rejîmê karî civaka navnetewî bi hêsanî bi xapîne û vegere li ser bikaranîna çekên kîmyayî li çend deveran li pêş çav û li ber guhê cîhanê, ku ev yek dupat dike ku rejîmê hemû cebilxaneya xwe ya kîmyayî radest nekiriye û herweha rabûye bi berhemhênana wê careke din bi...

Bangek bo Aliyên Bexşkar û Rêkxistinên Hawarhatinê û yên Mirovî Derbarê Rewşa Derbideriyê li Idlibê

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê bangek bilez bo hemû aliyên bexişkar û rêkxistinên navdewletî û yên mirovî şand, bo alîkariyê ji nêzî sedhezar derbiderî re pêşkêş bikin, ko di çend rojên bûrî de neçar bûne dest ji mal û milkên xwe berdin û xwe ji bombebaran û wêraniya ko rêjîma Esed û hevalbendên wê li hemû derverên gundewarê Helebê û Hemayê pêktînin rizgar bikin. Pêla derbiderbûnê ya dawî beşek ji pirojeyê koçkirina bi kotekî ye, ya ko rêjîm û hevalbendên wê ji çend salan ve pêktînin, ji bo rijêm bighêje armanca xwe ya ku navê civaka wekhev lê dike, ev koçberkirina rêbazkirî û bi taynbetî sala bûrî gava bi milyonan xelk ji gundewarê Şam û Deraa û Humsê ber bi herêma bakurê rojava çûn, fişareke mezin li ser civaka Sûrî û rêkxistinên hawarhatinê û aliyên piştgir çêkirin, lewra gereke rêkxistin û alî têkevin rewşeke awarte û bizavên xwe bikin yek ji bo karibin pêdiviyên derbideran bilez pêk bînin. Em daxwazê ji koma hevalên miltê Sûrî dikin bo alîkariyê ji rêkxistinên hawarhatinê re pêşkêş bikin, û para wan zêde bikin tako bilez rewşa têkçûyî li ser xakê çareser bikin, û dîsa piştgiriya rêkxistinên mirovî û yên...

Ji Civaka Herêmî û ya Navdewletî Tête Xwestin ko Bobelateke Mirovî ya ko Rêjîm û Hevalbendên wê jê re Plan Dikin Rawestînin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di çend rojên bûrî de hêzên rêjîmê û dagîrkerên Rûsî bi operasiyoneke leşkerî ya tund rabûne, ko ji çend mehan ve dest pê kirine û gelek binpêkirin û tawankarî li herêmên gundewarê Hema yê bakur û gundewarê Idlib yê başûr pêk anîne, û binpêkirinên metirsîdar êk anîne li dijî lihevkirin û peymanên ku gerek bû bi dabînkirinên navdewletî bin. Ev pêşveçûnên metirsîdar ko heye bobelatan bi ser miletê Sûrî û herêmê û cîhanê de bi xwe re bînin, pirotestokirineke navdewletî û tevgereke navnetewî ji hevalên miletê Sûrî jê re divê, ko rawestandina êrîşan dabîn bike û aliyên êrîşker yekser vekişînin. Alayên artêşa Sûrî ya azad hêj xweragir in û tiştê ji wan tê dikin, da vê êrîşê bi paş ve vekêşînin, ya ko bû sedema koçkirina bi dehhezaran sivîl ên perîşan bûne, û giring e cih û kamp ji wan re dabîn bibin heta operasiyonên leşkerî rawestin û karibin li malên xwe vegerin, hem jî bi sedhezaran xelk ji destpêka kampanyê de koçber bûne û hêj piraniya wan li çolan in, bê ko kêmtirîn pêdiviyên wan dabîn bibin. Li himber van binpêkirin û tawanan Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê berpirsiyariya sersariya civaka navdewletî dide ser...

Pîrozbahiyek bi Helkefta Cejna Qurbanê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi helkefta cejna qurbanê pîrozbahiyên germ dide gelê Sûrî û miletê me yê Ereb û tevaya Mislimanan, û bi vê helkeftê dilovaniya xwedê ji şehîdên me yên nemir ên xwîna paqij li ser xaka welat rijandin re dixwaze, û hêviyê ji xwediyê mezin dike ku wan bi dilovaniya xwe şad bike, û cihê wan buhişta berîn be. Cejna Qurbanê bi ser me de tê, lê dilê me bi xem û kul e li ser kesên me yên girtî û bêseruşûn di girtîgehên tarî û di bin îşkenceya rejîma stemkar de, ku heta niha jî hîç çalakiyek navnetewî li asta van tawanan nehatiye kirin, tevî hebûna bi dehan hezar belge û wêne û dokument li ser wan. Em pêşwaziyê li vê cejnê dikin û gelê me hêjî di nava xwînê de ye, ku hêjî oparesyonên hovane ji aliyê rejîmê û Rûsan dijî gelê me dibin, û hêjî pêlên koçberiyê zêdetir dibin û trajediya penaberên li kampan zêdetir dibe. Em careke din dupat dikin ku em dê berdewam berevaniyê di ber mafên gelê xwe yên xweragir de bikin tevlî zêdetir ji heşt salan ji tawanên hovane bi alîkarî û beşdarbûna Rûsya û...

Page 68 of 137 1 67 68 69 137

Nûçeyên Dawî