Daxwiyanî

Girigiya Dibîranîna Sûriyan ji bo Serastkirina Rewşa xwe ya Yasayî Berî Bidawîhatina Dema Destnîşankirî

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Komîteya hevbeş ya Sûrî -Tirkî, li bîra hemû Sûriyan tîne ku rewşa xwe ya yasayî bişopînin, herweha wan agahdar dike bi giringiya çareserkirina rewşa xwe di zûtirîn dem de, ji berî bidawîhatina dema wê ya berî 30'ê cotmehê ye. Komîte bang li hemû kesên xwedan rewşên yasayî dike ku rewşa xwe ya yasayî çareser bikin û serdana yek ji van sê navendên koçberiyê bikin "Sultan Bailey-Esenler-Esenyurt". Di dema ku lêpirsîn yan dozên taybetî hebin, hûn dikarin têkiliyan bikin bi rêya vê jimara fermî 157 ya terxankirî ji bo vê yekê û bi rêya peywendiya li ser malpera koçberiyê ji bo hêsantirkirina dosyan û sazkirina pêvajoya gihîştina navendên pejirandî. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 24ê cotmeha 2019an  

Ti Alterativ Nîne Li Şûna Minbiceke Rizgarkirî û Ewle

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, piştevaniya xwe ji bo daxwazên xelkê bajarê Minbicê piştrast dike, û tekez dike ku rizgarkirina bajêr ji rêxistinên terorîstî, û mana wê aram û dûr ji terora hêzên rêjîmê, digel pêşkêşkirina her tiştê ji bo hêsankirina vegera xelkên wê bijardeya bi tenê ye. Gelê bajarê Minbicê ji ereb, çerkez û turkmanan pêşwazî li deh hezaran koçberên ji stemkariya rêjîmê û rêxistinên wê yên terorîst di salên borî de reviyabûn kirin, û îro erkê me ye ku em qenciya wan vegerînin û ewlekarî û azadiya wan biparêzin. Hikûmeta demkî ya Sûrî, digel hemû sazîyên xwe, amade ye ku erka xwe bicîh bîne da ku ewlehî û aramiyê li bajêr peyda bike, û derî li vegera rûniştevanên xwe veke, û rê li hewldanên radestkirina wê ji bo hêzên rêjîmê bigire, ku dê careke din niştecîyên wê yên mayî koçber bibin. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa ragihandinê 21ê cotmeha 2019an

Hevbendî Pêşwaziyê li Agirbesta Demkî ya Oparesyonên Leşkerî Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoeş û rikberiya Sûriyê pêşwaziyê li agirbesta demkî ya operasyona leşkerî ya li êvara pêncşemê (17'ê cotmehê) pêk hat dike. Biryar serkeftinek e ji operasyona Kaniya Aşitiyê re, ya ku bi mebesta parastina yekbûna xaka Sûriyê û derxistina rêxistinên terorîst û milîsên bi ser wan ve û vegerandina xelkê bo deverên wan e. Serkeftina operasyonê ji ber wê yekê ye ku armancên xwe yên damezrandina herêmek ewle di demeke kurt de pêk anîn, û ev rêkeftin dê rê li ber destkeftan bi kêmtirîn ziyan veke. Oparesyonê rastiya pêkanîna projeya herêma ewle piştrast kir, piştî ku me hewl da ku vê rewşê bi her awayên berdest bi dawî bînin, û ti carî şer ne mebesta me bû, lê pêvajo wek encamek xwezayî ji rewşa normal ya ku li vê herêmê derket hat, ji ber gelek binpêkirinên belgekirî yên ji hêla rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan ve derketin, û her weha ji bo parastina yekîtiya axa Sûrî ji metirsiya parçebûnê bû, ku civaka navdewletî nikaribû wê dabîn bike, û divê teror were rûxandin û derxistin. Li ser vê yekê, divê em rola girîng û erênî ya Amerîka û Tirkiyê di gihîştina vê rêkeftinê de bibîr bînin....

Hevbendî Pîrozbahiyê li Tûnisê û Serokê wê yê Nû Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, pîrozbahiya gelê bira yê Tûnisê kir, bi helkefta serkeftina berbijarê serbixwe Qays Saîd bo serokatiya Tûnisê di gera duyem ya hilbijartinên serokatiyê de. Hevbendî hêviya serkeftinê ji serokê nû yê Tûnisî Qays Saîd re dike, baweriya xwe bi bijardeya azad û demokrat ya gelê Tûnisî piştrast dike, û diyar dike ku serokê helbijartî dê prosesa serkeftin û pêşkeftinê li Tûnisê bidomîne, û dê di xizmeta gelê Tûnisî û bicihkirina bijardeya demokratiyê de, ya berhemê keda şoreşa Yasimîn e, berdewam be. Em hêvîdar in serkeftina ezmûna Tûnisî berdewam bimîne, û xelkê Sûriyê jî di demek nêzîk de azadiya xwe weke birayên xwe yên tûnisî dabîn bikin, û projeya guhartinê ya qurbanên pir mezin ji bo wê dane misoger bikin . Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ofîsa Ragihandinê 14 cotmeh 2019

Em bi Şerê Dijî Tiroristiyê û Rizgarkirina Sûriyê ji Zordarî û Rêkxistinên Tiroristî Pabend in

Daxuyaniyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez dike ko ew bi şerê tiroristiyê bi hemû cûreyên wê pabend in, û dê bi şirîkên xwe Tirkiyê û Hevalbendiya Navdewletî re kar bikin ji bo rêkxistinên tirsorist têk biçin, û xak û bajarên ko dagîr kirine ji miletê Sûrî re vegerin, û Hevbendî bi guhdan pêşveçûnên li bakurê rojhelatê Sûriyê dişopîne. Hevbendiya Niştimanî bi mehan di bizava berfireh ya ji bo herêma aram li bakurê Sûriyê beşdar bû, ji bo rewşeke baş dabîn bikin bo xelk bi razîbûna xwe vegerin, û hevbendî hêvî dike ko bizav biser bikevin û desthilata hatî ferizkirin ya bi serkêşiya PYD û rêkxistinên tiroristî yên sînor derbas kirine û li wan herêman tundûtûjî û tiroristiyê pêk tînin nemînin. Herweha Hevbendiya Niştimanî piştgiriya wezareta berevaniyê û serokatiya erkan dike, û tekez dike ko artêşa niştimanî amadeye li himber tiroristiyê raweste bi hevkarî û karê hevbeş li gel Tirkiyê, ya ko berjewendiyên niştimanî yên miletê Sûrî bi pêkhatiyên wî yên corbicor ji Ereb, Kurd, Tirkuman, Siryan û Aşûrî û yên din biparêze, û nahêle ko çi rêkxistinên tiroristî xaka Sûriyê bikar bînin ji bo gefê ewlehî û aramiya Sûriyê û dewletên cîran bikin. Hevbendiya Niştimanî...

Em bi Şerê Dijî Tiroristiyê û Rizgarkirina Sûriyê ji Zordarî û Rêkxistinên Tiroristî Pabend in

Daxuyaniyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez dike ko ew bi şerê tiroristiyê bi hemû cûreyên wê pabend in, û dê bi şirîkên xwe Tirkiyê û Hevalbendiya Navdewletî re kar bikin ji bo rêkxistinên tirsorist têk biçin, û xak û bajarên ko dagîr kirine ji miletê Sûrî re vegerin, û Hevbendî bi guhdan pêşveçûnên li bakurê rojhelatê Sûriyê dişopîne. Hevbendiya Niştimanî bi mehan di bizava berfireh ya ji bo herêma aram li bakurê Sûriyê beşdar bû, ji bo rewşeke baş dabîn bikin bo xelk bi razîbûna xwe vegerin, û hevbendî hêvî dike ko bizav biser bikevin û desthilata hatî ferizkirin ya bi serkêşiya PYD û rêkxistinên tiroristî yên sînor derbas kirine û li wan herêman tundûtûjî û tiroristiyê pêk tînin nemînin. Herweha Hevbendiya Niştimanî piştgiriya wezareta berevaniyê û serokatiya erkan dike, û tekez dike ko artêşa niştimanî amadeye li himber tiroristiyê raweste bi hevkarî û karê hevbeş li gel Tirkiyê, ya ko berjewendiyên niştimanî yên miletê Sûrî bi pêkhatiyên wî yên corbicor ji Ereb, Kurd, Tirkuman, Siryan û Aşûrî û yên din biparêze, û nahêle ko çi rêkxistinên tiroristî xaka Sûriyê bikar bînin ji bo gefê ewlehî û aramiya Sûriyê û dewletên cîran bikin. Hevbendiya Niştimanî...

Êrîşkariya Rûsî ya li ser Sûrîyê Çaremîn Sala xwe Derbas Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Bijardeya Rûsya ya al’giriya rejîma Esed li dijî daxwaz û mafên gelê Sûriyê, her ji destpêka şoreşa Sûrî ve, bijardeyek zelal bû, helwestên wê û paşê destwerdana wê ya leşkerî ne tenê piştgiriya rejîmê bû, lê herwisa wê hokarek sereke bû ji yên alozkirina rewşa meydanî, û dergeh li pêşiya astên nedîtî ji zêdegaviyan, tawankarî û koçberkirinê re vekirin. Raportên mafên mirovan, amarên berfireh ji amarên dagirkeriya Rusî her ji yekemîn roj û heta niha pêşkêş dikin, û ew amar berpirsyariya dagîrkeriya Rûsya li hember wêrankirina 201 dibistan, 190 xalên bijîjkî û 56 bazarên gelêrî bi kêmanî piştrast dikin, ku herî kêm bûne sedema şehîdbûna 6,686 kesî, di nav de 1,928 zarok û 808 jin, tevî kocberkirina 3,3 milyon welatiyan, û dibe ku hejmara rastîn pir bêhtir be ji hejmara hatiye belgekirin. Herwisa ku Rûsya bi awayekî rasterast yan nerasterast bi dagîrkeriya xwe berpirsyar e di ber hemû tawanên Esed bi rêya piştgiriya wî û pêşkêşkirina piştgiriya siyasî, dîplomatîk û leşkerî, û tevî bikaranîna veto 13 caran bi awayekî sîstematîkî ji bo parastina rejîmê û rêgirtin li her hewldaneke navnetewî li dijî rejîma Esed. Tevî hemû tişta ev raport û belge aşkere û piştrast dikin, ew ê nikaribe...

Hevbendî Xweşhaliya xwe bi Daxuyaniyên Bombiyo Dide Derbarê Tawanên Rêjîmê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, xweşhaliya xwe bi daxuyaniyên wezîrê derve yê Emrîkî Maykil Bombiyo yên derbarê lîsta rêjîmê ya binpêkirin û tawanên cengê û tawanên li dijî mirovayehiyê û tawanên bikaranîna çekên kîmawî, diyar kir. Guhdana birêveberiya Emrîkî bi şaopandina dosya binpêkirin û tawanên ko rêjîma Esed li Sûriyê pêk tîne, û vekolîn di hûrgiliyên mijarê de û bîrînana civaka navdewletî bi wan; mijareke pir giring e. Gerek civaka navdewletî di metirsiya van tawan bigehêje, û bi taybetî ko tawankar dûrî destê dadlêpirsîna navdewletî ne. Ragehandina birêveberiya Emerîkî ji amadebûna xwe ya bi hemû karînan ji bo nehêle rêjîm careke din çekên kîmawî bikar bîne, pêngaveke giring e, bi taybetî eger pêrabûnine piraktîk û diyar bêne kirin. Tawanên cengê yên berdewam derheqê sivîlan, tekez dikin ko giring e civaka navdewletî bi destpêşxerî û pêngavên siyasî û yasayî yên bilez rabe, da rawestandina tawanên cengê û tawanên li dijî mirovayehiyê dabîn bike, û kar bike ji bo veguhestina tevaya dosya Sûrî, ji wan jî ya bikaranîna çekên kîmawî, ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî de, ji bo rêjîmê û çi kesên destê wan di pêkanîna tawanên cengê de li Sûriyê heye dadprsîn bibin. Rêka bi tenê...

Hevbendî Bûyera Vedana Gora Zarokê Sûrî li Libnanê Pirotesto Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê hevxembûna xwe bi malbata Sûrî ya li Libnanê re diyar dike, ku piştî ko kurê wan ji destê wan çû, tiştek pir nebaş ê ticarî nayê pejirandin dijî wan hat kirin, û neçar man ko danûstandinê bi asteke nayê bawerkirin ji nebûna mirovayetiyê re bikin, ko gora zarokê wan bi erêkirina aliyine fermî hate vedan. Ev bûyer û çend helwestên din ên ko derheqê koçberên Sûrî li Libnanê pêk tên, kirdeyine pirotestokirî ne, û nayêne pejirandin, û gelek caran dikevin asta nijadperestiyê ko ji wan bi xwe re nebaş e. Em bawer in ko yên li pey van kirdeyan nûnerîtiya miletê Libnanê nakin, lê kirdeyên wan bandoreke mezin dikin, û dê tiştina din li pey xwe bîne, û ev rûdawa han dê ne ya dawî be; eger aliyên fermî bi berpirsiyariyên xwe ranebin, û dadpirsîn ligel wan berpirsiyaran nebe. Hevbendî tekez dike ko ew vê bûyerê pirotesto dike, û bi rêzdarî li destpêşxeriyên biraderên Libnanî temaşe dike, yên ko li dijî van rûdawên nemirovane derketin, û bûyera hat serê vê malbatê pirotesto kirin, û hêvî dike ko ev giyanê erênî berfiretir bibe, ji bo li gora peywendiyên dîrokî û yên...

Divê Çareseriyeke Bingehîn ji Serberdayîbûna Îranê re li Herêmê Bête Danîn

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, dîsa hişyariyê dide ji metirsiyên temaşekirina welatên cîhanê li kirdeyên Îranê li Sûriyê û Libnanê û Yemenê û şerê ko dixwaze li herêmê bi şêweyek rasterast an nerasterast bike, û ya dawî zêdegaviya wê li ser Erebistana Siûdî. Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser helwesta navdewletî ya neyênî derbarê îranê kir, ku wê bêtir qeyranê li ser asta cîhanî gurtir bike, û di encamê de dê hemû alî qelenê giran bidin. Bêguman çarenivîsa herêmê û cîhanê bûye kêşeyeke hevbeş, û kes di hêminiyê de nemaye ji ber rêkxistinên tiroristî û yên zordar dibin sedema wêranî û xerabiyê û tiroristî belav dibe, ku divê herkes berpirsiyariyên xwe beraber rêjîmê û rêjîmên mîna wê hilgire, û li ser aliyên navdewletî yên sereke feriz e ko têwerdaneke rewa û yasayî bikin, bi amanca ko sînorekî tund ji têwerdanên Îranê û vê rewşa bobelat re deynin, û piştgirî û rizgarkirina miletên herêmê û misogerkirina amancên wan dabîn bikin. Hevbendiyê tekez kir ko ew, çi milet û çi serpereştî, li dijî tiroristiyê li kêleka Erebistana Siûdî ye, û spasî û rêzgirtina bizavên Erebistana Siûdî dike, ko piştgiriya miletê Sûrî û daxwazên wî yên rewa dike. Hevbendiya...

Page 67 of 137 1 66 67 68 137

Nûçeyên Dawî