Daxwiyanî

Şerekî Tewankarî Dijî Jiyanê li Idlibê û Bêdengiyek Navnetewî

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Rejîm û hevalbendên wê şerekî rastîn pêktînin li ser hemû rengên jiyanê li gundewarê Idlib, bi rêya êrîşên asîmanî bi balafirên rêjîmê û yên dagirkeriya Rûsyayê, û herwiha gulebarankirin û wêrankirina ji hêla milîsên terorîst yên Iranê ve. Êrîşên asîmanî û bejahî di çend demjimêrên borî de li ser deverên başûr û başûrê rojhilatê parêzgehê têne pêkanîn, di çarçoveya şerekî terorîstî de yê berdewam û bi mebest li ser deverên niştecîhan, û armanckirina bazaran bi awayekî giran, ku bûye sedema kuştina 9 kesan û hejmarek ji sivîlan li bajarê Mi'rat al-Nu'man li Seraqib, piştî topbarana sûka şînî li bajêr ji hêla balafirên rêjîmê ve. Pêşveçûnên rojane yên li ser erdê diyar dikin ku em li pêşberî şerekî berfireh ê tewankarî yê giştî ne, ne bi tenê sûcên şer yan binpêkirinên cuda cuda ne, lê em li pêşberî zincîrek ji kiryarên tawankarî yên rêxistinkirî û bimebest tên, ku piştrast dikin ku gelê Sûrî li hember hevpeymanek terorîstî ya navneteweyî ne, hewla qirkirina Sûriyan dide, û wêrankirina çavkaniyên wan û koçberkirina gelek nifşên wan bi carekî. Berevajî daxuyaniyên dijî-terorê yan derewên nayên bawerkirin, ku destdirêjiyên rêjîmê, şerê wê yê tewankarî û piştevaniya wê ji terorîzmê re, her ji destpêkê ve...

Civaka Navnetewî Berpirs e li Hember Tawanên Kîmyayî li Sûrîyê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di Roja Navnetewî ya Qurbaniyên Şerên Kîmyayî de, û piştî bûrîna bêhtir ji şeş salan di ser pêkanîna tawanên mezin ji hêla rêjîma Esed bi bikaranîna çekên kîmyayî, tevî zincîreke dirêj ji tawanên cûrbecûr; hêjî miletên cîhanê li hêviya dadgehkirina rejîma Esed a tawanbar in, ya ku yasa navdewletî binpê kiriye, û bi pêkanîna tawanên dijemirov rabûye, bi bikaranîna çekên kîmyayî bi sedên caran, her ji sala 2011an ve, û binpêkirina hejmarek ji biryar, peyman û rêkeftinên navnetewî. Di vê roja taybet de ji bo bîranîna qurbaniyên tawanên çekên qedexekirî yên navnetewî li dijî sivîlan, Hevbendiya Niştimanî ya şoreş û rikberiya Sûriyê, careke din ji civaka navdewletî dixwaze ku bi berpirsyariyên xwe rabe derbarê dosya tawanên li Sûriye bûne, û tekez dike li ser pêwîstiya ku rêz li biryarên navnetewî were girtin, di pêşiyê de ji aliyê aliyên biryardar bi riya sepandina sizayên darvekirinê û dadgehkirina tawanbarên van binpêkirinan, ku ji hêla saziyên navdewletî ve bi lêpirsîn hatine bi belgekirin û hemûyan berpirsiyariya bikaranîna çekên kîmyayî gelek caran xistine stûyê hêzên rêjîmê. Girîngiya rojên navdewletî ne tenê ji bo agahdarkirina miletan bi babetên herî girîng yên vê rojê ne, lê zêdetir ji bo ku berpirsiyarên civaka navnetewî û...

Komkujiyên Idlib û Amanckirina Derbideran ya Rasterast bi Bombeyên Goşeyî

  Di çend demjimêrên bûrî de firokên dagîrkerên Rûsî û hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî zincîreke tawan û komkujî pêk anîne, kampa derbideran ya li dora gundê Qah li gundewarê Idlibê yê bakur ket ber bombebarana mûşekan, her weha bajarê Meeret Elnuman ket ber bombebarana asmanî ko bû sedema wêraniyeke mezin , û çendîn xelk şehîd ketin. ev komkujiyên mezin di êrîşa rêjîmê û hevalbendên wê li ser herêmê ko peyman û biryarên navdewletî û peymanên Cinêv yên bo parastina sivîlan binpê kirine, di encama heyva bûrî de bû sedema ko 100 sivîlî şehîd ketine piraniya wan zarok û jin bûn. Lêkolînan got ku rêjîmê û milîtanên Îranî kampa derbideran li nêzîk bajarokê Qah bi mûşekên bi bombeyên goşeyî barkirî amanc kirine, di encamê de 37 kes piraniya wan zarok û jin in şehîd ketine, hem bi dehan birîndar bûne, û wêraniyeke mezin li kampê çêbûye ko bi dehan malbat jê derbider bûne. Bombebarana ko firokên Rûsî li ser Meeret Elnuman cîbicî kiriye, komkujiyek çêkiriye, di encamê de şeş sivîl jin û zarok şehîd ketine. Ev komkujî û tawanên pirotestokirî gurkirineke mezin û metirsîdar e, ew helwesta navdewletî delîve dike, û di sariya xwe de li hember rijandina xwîna sivîlan...

Çeteyên Rûsî Tawaneke Tirsnak li dijî Hevwelatîyekî Sûrî bi Serjêkirin û Şewitandinê Pêk Tînin

Daxuyaneke Rojnamevanî Ji aliyê çalakvanan ve vîdiyoyek bi şok hate weşandin, têde xuya dike ku welatiyekî Sûrî li ser dersê hin çeteyên Rûsî tê kuştin, û piştre sivikatiyê bi termê wî dikin, bi mîkutekî mezin wî dikujin dûv re dest û milên wî jêdikin piştre wî dişewitînin. Tawaneke tirsnak e, dijwar e kesekî normal wê Vîdyoyê bibîne bêyî dilê wî ji vê dîmena şok bixele, ku tawanên milîsên mezhebî yên rejîmê, milîsên mezhebî yên Iranî, DAIŞ'ê û yên wekî wan li bîra mirov tînin. Her çi dem li ser vî karê hovîtî derbasbûbe, û bêyî berçavgirtina dema eşkerekirin û weşandina wî, helbet wê sûcdarên bi sûcên giran bêne dadgehkirin û darizandin, di serî de serokê rêjîmê yê xayîn û hemû tawankarên şer û dijminên mirovahiyê yên di kuştin û koçberkirina miletên Sûriyayê de beşdar bûne. Careke din dubare dikin ku agirê azadiyê di dilê Sûrî de wê geş bimîne, yê ku me ji bo wê bihayek giran daye. Hevbendî pêwîst dibîne berpirsiyariyên civaka navdewletî li hember parastina sivîlan û bicîhkirina biryarên navdewletî û misogerkirina darizandina sûcdarên şer, bi erkên xwe rabin. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Ú Rikberiya Sûrî- Sûriya Ofîsa Ragihandinê Mijdar 20.2019

Derbarê Teqîna Terorîstî ya li Bajarê Babê li Gundewarên Bakurê Helebê

Daxuysniyeke Rojnamevanî Hejmara şehîdan gihîşt 15an û tevî bi dehan birîndar ji encama teqîna ku vê sibehê (16ê heyva çirîya paşî) li dijî bajarê Babê li rojhilatê Helebê, û heye encama dawîn hîn jî bilind bibe, dema ku ambulans û tîmên berevaniya sivîl kar dikin jibo rizgarkirina birîndaran. Ev tawanên protestokirî tên bi armanca ku jiyanê li qadên rizgarkirî û ewle hilweşînin, û rê li pêşiya projeyên pêşkeftinê bigirin, bi têkbirina ewlehiyê ya bêsînor û domdar. Pêdivîye ku hemû alîyên civaka navdewletî hest bi berpirsiyarê bikin li hember berdewamiya van operasyonan. ji ber tawanbar, terorîst û aliyên berpirsiyar di ber kuştin û armanckirina sivîlan û teqandina otomobîlan de, ticarî ji ber xwe ve ranawestin. Em xwe ji şerekî nû re digel van rêxistinên terorîst re amade dikin, bi serokatiya artêşa niştimanî ya Sûrî û polîs û hêzên ewlehiya giştî, bi hev re dixebitin da van operasyonan çareser bikin. Tîmên endezyarî yên polîs û hêzên ewlehiyê karîne hejmarek ji madeyên teqemenî yên ku dikarin bibin sedema zirarên mezin têkbişkînin. Şerê me yê berfireh digel van rêxistan û aliyên li pişt wan dê bidawî nebe, heya ku ewlehî û aramî pêk bên. Em dixebitin da civaka navdewletî, û saziyên navneteweyî rakin ser...

Hevbendî Behidariya Şehîdbûna Keşîş Hosîb Bîdoyan Dike

Daxuyaniyek Sersaxiyê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê sersaxiya kesûkarên Kilîseya Mar Yûsif ya Ermenên Katolîk û ya hemû miletê Sûrî bi şehîdbûna rêveberê kilîseya Katolîk keşîş Hosîb Bîdoyan dike. Hevbendî tekez dike ko kuştina Keşîş Bîdoyan û bavê wî yê ko digel wî bû, ko duh li gundê Elriz li Dêra Zorê hatine amanckirin pirotesto dike . Çi hûrbîniyên vê tawanê bin, ya li herêmên kontrola milîtanên QSD û komên çekdar ên din ên bi ser rijêmê ve lê hene pêk hatiye, tekez dike ku destê rêjîmê yê bi xwîna Sûriyan sor bûye di vê tewanê de heye , ko ev berpirsiyariya wan e, eger bi amanckirina rasterast be an bi riya çeteyên di bin destên wê de bin. Ev tawan amancên xwe yên kirêt pêk nayne, û hemû hewildanên tirorkirina miletê Sûrî dê têk biçin. Ev tawan dihêle miletê Sûrî bêtir li ser têkbirina tiroristî û zordariyê û yên piştgiriya wan dikin sûr be, û daxwazê ji tevaya miletê Sûrî dike, ku hemî karînên xwe bikar bînib ji bo sivikirina derdeseriyan û nêzîkkirina rizgarbûnê. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Birêveberiya Medya û Ragehandinê 12.11.2019

Daxuyaniya Dawiyê ya Xula 48emîn Civînên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Enes Al-Abda, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, xula 48 ya desteya giştî bi deqeyek bêdeng û xwendina soreta alfatiha li ser giyanê şehîdên şoreşa Sûrî da destpêkirin, û bi berfirehî behsa çalakiyên herî girîng û karên ku ji hêla desteys serokatiyê hatine pêkanîn kir, bi taybetî yên têkildarî pêşhatên siyasî, û oparesyona "Kaniya Aştiyê", û serdana Maroko, di çarçoveya seredana hin welatên Erebî de, civîna bi rayedarên hikûmeta tirkî re, û civîna bi balyoz û nûnerên welatên Yekîtiya Ewropî re ji bo gotûbêjkirina awayên piştgirîkirina gelê Sûrî di tekoşîna xwe de ji bo azadî ji rejima zordar, û piştevanîya hikûmeta demkî ya Sûriyê, herwiha gotûbêjkirina rewşa li rojhilatê Firatê, û hewldanên artêşa niştimanî di çarçoveya oparesyona leşkerî de  û hewldanên Hevbendiyê yên bi riya saziyên xwe ji bo peydakirina rewşeke ewle ji bo vegera kesên koçber û penaber. Desteya giştî spasiya hewildanên wezareta parastinê kir li ser tevlîbûna Eniya Niştimanî ya Rizgarkirinê di nav rêzên artêşa niştimanî ya Sûrî de, ku feyleqên artêşa niştimanî bi vê yekê bûne heft feyleq, tevî şervanên herî baş yên parastina azadiya Sûrî û rûmeta gelên wê. Herwiha giringî da pêngava wezaretê li ser belavkirina yekîneyên polîsên leşkerî li deverên Girêspî...

Hevbendiyê Daxwaza Civîneke Awarte ya Encûmena Ewlekariyê Derbarê Idlibê Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Êrîşên terorîstî ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê ve li ser gundewarên Idlib, Heleb û Latikyê ketiye qonaxek nû ya tawanên qirkirin û wêrankirinê, û pêdivî bi rengek bilez û aktiv bi navbeynkariyeke navdewletî heye. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bang li Encûmena Ewlekariyê dike ku civîneke awarte lidar bixe da pêşkeftinên heyî li ber çav bigire û gavên pêwîst bavêje ji bo rawestandina êrîş û gulebarana sîstematîk li ser taxên niştecîyan li wan deveran, û her tiştî bike ji bo parastina sivîlan. Di çend rojên borî de, bajar, gund û bajarokên deverê hatin topbarankirin, di nav de taxên niştecî, navendên parastina sivîl, dibistan û nexweşxane hatin topbarankirin, û bû sedema wêranîyên berfireh, û ketina bi dehên şehîd û birîndaran. Hevbendî careke din teqez dike ku êrîşên rêjîmê û hevalbendên wê li ser deverên sivîl li hundur û derdorê Idlib dibin, tawanên şer yên pilankirî ne, ku li radeya yekem tên bi armanca kuştin û koçberkirina sivîlan, û ji erkên civaka navdewletî ye, bi berpirsiyariya xwe rabe bi riya saziyên xwe yên fermî, li ser tiştên diqewimin, bi taybetî derbarê rawestandina tawanên şer û darizandina tawanbaran. Hevbendî têkiliyan bi şander û nûnerên aliyên navdewletî re...

Derbarê Teqîna Tiroristî li Bajarê Til Ebyed li Gundewarê Reqa

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Derencama teqîna tiroristî ya pirotestokirî ya ko bazarek li hindirê bajarê Til Ebyed amanc kir, 15 şehîd ji nav wan zarok û jin û bêtir ji 20 kesan birîndar bûne, û mal û millk û dikan têk çûne. Tawana tiroristî piştî çend rojan ji teqîna li bajarê Efrîn çêbû, ko di encama wê de 10 şehîd û bi dehan birîndar, û çend operasiyonên din ko ew hewildanin nebaş in, dixwazin bêserûberiyê belav bikin û nehêlin peymanên bi herêma aram ve ya li bakurê Sûriyê têkildar pêk bên. Vekolîn dê pey torên tawanan bikevin û dê wan aliyiyên li pey wan û piştgiriya tiroristiyê dikin û sivîlan amanc dikin jî aşkere bikin. Piştgirên tiroristiyê amancên xwe pêk nayinin, di rêya van bijardeyên xwe yên tirsok de ko sivîlan amanc dikin, ew aşkere dike ko dijminên miletê Sûrî bêtişt mane, bizava me dê li ser têkbirina çi hewildanê ko pirojeyê herêma aram têk bide, û nehêlin ew kesên li malên xwe koçber bûne vegerin. Artêşa niştimanî ya Sûrî dê di cîbicîkirina berpirsiyariyên xwe de berdewam be, û dê pey milîtanên tirorist bikeve, hêzên me di bilindtirîn ast de amade ne û hemû karîn dibin tako tirorist derbasî herêmên zindîdar nebin....

Derbarê Kuştina Serpereştê Rêkxistina Daiş a Tirorist

Daxuyaniya Rojnamevanî Kuştina serpereştê rêkxistina Daişa tirorist li gora ko serokê Emerîkî Donald Trump evro ragehand, ko ew xaleke giring e di pêvajoya nakokiya li himber tiroristiyê li Sûriyê li herêmê. Miletê Sûrî bi salan ket ber tawanên vê rêkxistinê ko operasiyonên tiroristî û tawanên kuştin û girtinê ko nayêne hejmar bikar anîne. Dawiya Elbexdadî pêngaveke giring e bo bidawîanîna vê rêkxistinê bi tekûzî û destpêka danheva wêrankirina ko bi sedema wê bûye, bidawîanîna bêserûberiya ko belav kiriye, û gereke em ji bîr nekin ku ev rêkxistin ji destpêka xwe ve bi rêjîma Esed ve girêdayî ye. Destpêk û koka vê rêkxistinê diyar bû dema hin xort bi duruşman ji rê birin, çi yên ko bi rewşa Îraqê û vê dawiyê bi ya Sûriyê bondor li wan bû, lê yên nerînkurt ji bîr dikin ko rêjîma Esed ew bû yê pêşî piştgiriya tiroristiyê li herêmê kir, û wê rasterast pilan kir ko piştgiriya vê rêkxistinê û yên din bike, û rê li ber vekir ko berfireh bibe û ji bo şerê şoreşê û artêşa azad bikar anî, û ji bo cîhanê pê bitirsîne. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez dike ko derfeta dirist ya têkbirina rêkxistinên tirorist...

Page 66 of 137 1 65 66 67 137

Nûçeyên Dawî