Daxwiyanî

Derbarê Berpirsyariya Rijêmê di ber Tewan û Bêserûberiya Berdewam li Sebxayê

Daxwiyaniyek Rojnamevanî Tevlî tewanên rijêmê û hevalbendên wê yên yekser bi balafir û helicopter û topxaneyan dijî sivîlan, çete û milîsên terrorist ên mezhebî yên bi ser hevpeymaniya tewanê ve, tewanên corbecor ên talankirin û dizî û revandinê û ta bi destdirêjiya sêksî û kuştinê dijî belengaz û derbideran ên li deverên corbecor ên welat pêk tînin. Tewana dawiyê ya têde jiyana 27 kesên sivîl bi guleyan li devera Elsebxe ya rojhilatî bajarê Reqayê hat bidawîkirin, yek ji nimûneyên tewan û bêserûberiya berdewam e, ya ku rijêma Esed serpereştiya wê dike, wek heman şêweyê ku pê terorîstî û tundrewî peyda kirin, û ew wek çekekî ji bo tirsandina gel û civakê bikar anîn. Hatiye naskirin ku ev milîs û çeteyên tewankar, tenê di rewşa bêserûberiya ku rijêmê derfet ji destpêka şoreşa Sûriyê de ji wan re peyda kiriye kar dikin. Tevaya pêşhat û bûyerên çêdibin, her dem tekez dikin ku tewankarî û kuştin û wêrankirin û koçberkirin ya li deverê û Sûriyê dibe, ti carî bidawî nabe eger ev rijêm di talankirina gelê Sûriyê û paşeroj û dahatên wê de berdewam bimîne, û gereke civaka navdewletî berpirsiyariyên xwe bi rastî hilgire, û çareseriyeke siyasî ya bilez ferz bike, û rewşa...

Rijêm Şagirtên Dibistanan bi Bumbeyên Goşeyî Dikuje û Civaka Navdewletî Bêkêr e

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di yekemîn roj ji sala nû de, wek berdewamiyekê ji helmeta Rijêmê ya terorîstî û tawankarî dijî gelê Sûriyê re, hêzên Rijêmê komkujiyek derheqê şagirtên dibistaneke seretayî û gulîstaneke zarokan li bajarê Sermîn li gundewarê Idlibê pêk anî. Û ew bumbebarana ku di dema bidawîbûna roja xwendina zarokan de bû, bû sedema şehîdketina 9 svîlan, 5 ji wan zarok in, her weha ketina hejmarek birîndar, şagirt û mamosteyên dibistanê û yên gulîstana zarokan ya nêzîkî dibistanê di nav wan de hebûn. Êrîşên asîmanî yên Rijêm û hevalbendên wê pêk tînin berdewam in, û tîmên Kumsipiyan armanckirina 12 deveran bi nekêmtir ji 21 êrîşên asîmanî û 65 mûşekên ku her yek ji wan 5 bombeyên goşeyî di serê wan de ne, di demjimêrên vê dawiyê de belge kirine. Komelkujiya Sermînê, tewaneke hovane ye li pêş çavên herkesî, wek beşekî ji tewanên li ber çavê civaka navdewletî pêk tên, wek binpêkirinekê ji biryar û yasayên navdewletî re, bêyî ku serkirdeyên cîhanê xwe biwestînin û wan tewanan şermezar bikin, an jî bi berpirsyariyên xwe yên dermafê sivîlan rabin. Civaka navdewletî zane çi li ser xakê dibe, û jê tê xwestin ku dest ji rola xwe ya nerênî ya rijêm wê wek...

VETOyê Rûsiya û Sînê Berpirsyariya Civaka Navdewletî Derbarê Dosya Alîkariyan Bidawî Nake

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya NIştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, tekeziyê li ser redkirin û nerazîbûna xwe dike, derbarê bikaranîna Rûsiya û Sînê ji mafê redkirinê VETO re dijî biryara demdirêjkirina guhestina alîkariyên mirovî di sînoran re bo dema saleke dîtir, ya ku ji aliyê Belcîka û Kiwêt û Almanya ve hatibû amadekirin. Ew bêkarkirina biryara ku piştgiriya gihandina alîkariyên mirovahî dike, beşdariyeke di berdewmkirina derdeseriya bimilyonan ji sivîlan dike, û digihêje sata pêkanîna tewanekê derheqê wan, û kesên ku ew biryar pûç kirine, dixe rêza rijêma Esed de, ya ku tevaya çekên normal û yên kîmawî bikar anîne, û bimilyonan kes ji gelê Sûriyê kuştine û koçber kirine. Derbasbûna alîkariyan di dergehên Sînorî yên ne di bin kontrola rijêmê de, çêtirîn û tekane bijarde ye, bo bimilyonên sûriyan, û pêgiriya bi vê bijardeyê erkê civaka navdewletî ye, da nehêle tenê alîkarî di riya rijêmekê re be, ku hevwelatiyê xwe riswa dike, û pera bo şerê xwe yê dijî gelê Sûriyê pê dabîn dike. Ji civaka navdewletî tê xwestin ku yekser destêwerdanê bike, û nehêle encamên vê dengdanê bandora xwe li gelê Sûriyê bike, û kar ji bo pêşxistina mîkanîzmayên navdewletî bibe, da alîkariyên mirovahî bi şêweyin berdêl, ên di...

Qurbanî û Birîndar û Bihezaran Derbider û Civaka Navdewletî Bêdeng e

Daxuyaniyek Rojnamevanî Rêjîma Esed û siponserên wê di pêkanîna tewanên rojane de berdewam in, ji aliyê xwe ve tîmên Kumsipîyan(berevanên sivî) di rakirina birîndaran û belgekirina êrîşan û navên qurbaniyan de berdewam in, di dema bêdengiya civaka navdewletî ya ku mîna erêkirin û beşdariya di tewanan de tête dîtin. Qurbanî û birîndar û bihezaran derbider ji ber armanckirina balefirên dagîkerên Rûsî, û bermîlên teqîner ên rêjîma Esed bi ser bajarê Me’eret Elnu’hman û Seraqib û Merdîx û bajarok û gundin din de hatin xwar. Em nikarin dest ji erk û berpirsyariyên xwe berdin, û emê di têkiliya bi dewletên xwedî banor re berdewam bin, ji bo wan rûbirûyî berpirsyariyên wan bikin, da bixebitin û rêjîma tewanbar û siponserên wê gem bikin, û serberdayîbûn û tewanên wan derhqê gelê sûriyê rawestînin. Û em hişyariyê dûbare dikin ji encama têkşûn û bêşiyaniya navdewletî, û girîngiya ku hemî aliyên navdewletî barê berpirsiyariya xwe derbarê tiştê li ser xaka sûriyê dibe hilgirin. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan 20 kanûna pêşîn 2019

Rûbirûbûna Bijardeyên Rêjîmê yên Terorîstî Erkê Civaka Navdewletî ye

  Daxuyaniyek Rojnamevanî Di demjimêrên bûrî de operasyona dijminkarî û terorîstî ya ku rêjîma Esed bi piştgiriya yekser ji hêzên dagîrkeriya Rûsî û milîsên Îranî dijî gelê Sûriyê pêk tîne gurtir bûye. Û tîmên Kumspiyan (Berevaniya Sivîl) êrîşên asîmanî û bumbebarana topxaneyan û mûşekan ya ku 23 deverên gundewarên Idlibê armanc kirin belge kirne, ku hin ji wan êrîşên bikaranîna bermîlên teqîner bûn, û bumbebaranek dijî bajarokê Tilminis bû, ku di encamê de 10 kesên sivîlên ku jin û zarok jî di nav wan de hebûn şehîd ketin, tevlî hejmarek ji birîndaran. Bumbebaran dijî bajarokê Bidama hat pêkanîn, û di encamê de hin jin û zarok şehîd ketin, ku serjimarên destpêkî dibêjin ku 7 sivîl in, û bumbebaranê 6 sivîl li bajarokê Maseran ku jinek jî di nav wan de hebû şehîd xistin, her weha di nav birîndaran de jî jin û zarok hebûn. Gelê Sûriyê rûbirûyî êrîşeke serberdayî dibe, ku tê de tewan û komelkujî bi hemî şêwazan pêk tên, tevlî bumbebarana asîmanî û ya topxaneyan û bermîlên teqîner ên ku nexweşxane û bazar û dibistan û mizgeftan armanc dikin, bêyî ku cîhan ti tevgerê bike, û bêyî çi fişarên navdewletî dijî tewankaran. Bobelateke mirovahî pêk tê, û her...

Yasya Qeyser Derfetek e jibo Derxistina Civaka Navdewletî ji Rewşa wê ya Bêlebat

Daxuiyaniyeke Rojnamevanî Biryardana Encumena Pîran a Amerîkî ji yasaya Qeyser re , ji ber dîmenekî bobelatî hat, ku gelê Sûriyê bi rengekî berdewam bi dirêjiya salan rûbirûyî kirêtirîn operasyonên kuştin û işkence û derbiderkirinê dibe di serdema nû de. Ew yasaya ji ber rawestandina Rûsan a berdewam ji karê Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî re, di riya bikaranîna gelek caran mafê redkirinê VETO re, ji bo parastina rijêmê û vêxistina gilopa kesk jê re da her tiştê dixwaze bike, û ew rawestandin bo hokarê vekirina rê ji tevaya van tewanên tirsnak re, ên ku Qeyser karîbû beşekî biçûk ji wan belge bike. Û tevlî pirderengmana bicîkirina karên têkilî biryardana van yasayên sizayan, lê derketina biryarê wateyek xwe ya mezin heye, û li benda imzakiririna serokê Amerîka ye da amade bibe. Û giring e, tekezî bibe li srer ku hokarê sereke yê tiştê li Sûriyê dibe û ta gihaye vê radeya xerab, rijêma Esed û piştgirên wê û her kesê berdewam e di dana pereyan û çekan û milîsan de, anjî sîwana siyasî ya pêwîst jê re dabîn dike. Gengaz bû ku ev yasa ji berî çend salan de têkeve warê bicîkirinê de, lê tevlî derengmanê jî, hêviyeke mezin heye ku ev...

Heft Sal li ser Pejirandina Hevbendiya Niştimanî Wekî Nûnerê Rewa yê Miletê Sûrî

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di Konferansa dostên gelê Sûriyê de, ku li 12'ê befranbara 2012'an li Marakiş hate lidarxistin, bi beşdariya zêdetir ji 120 dewletan, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî wekî "nûnerê rewa yê gelê Sûrî" hatibû pejirandin. Îro heft sal di ser wê pejirandinê re derbas dibin, ku wek encamek rasterast ji bizav û wêrekiya Sûriyan û qurbanên wan ji bo bidestxistina mafên xwe hatî destnîşankirin. Hevbendî, spasiya wan hemû welatan dike yên ku erkên xwe bicih anîn, û digel miletê Sûrî rawestiyan, û spasiya hemû gelên ku di piştgiriya Sûriyan de berdewam in, û piştgiriyê didin tekoşîna wan li dijî zordarî, dagîrkerî û terorê; ev nîşan dide ku piraniya sozên di wê demê de nehatine pêkanîn, û civaka navdewletî û helwestên wê yên sist bûne hokarê berdewamiya qeyran û astengkirina şoreşê. Ji wê demê heta îro, tevî ku ew soz û peyman nehatin cîbicîkirin, Hevbendî hîn bi berpirsyariyên xwe yên girseyî radibe, û rastî fişarên cûrbecûr û berjewendîyên navdewletî yên aloz dibe, di nav de, hewildanên dijwar ji bo dijberiya terorê, serederiya digel karesatên mirovahî, pêlên koçberkirin û binçavkirinan, û şopandina xebata hikûmeta demkî ya Sûrî .. û pêdiviya van dozan û yên din bi dahatên pir...

Hevbendî Tekezkirina Encumana Hevkariya Kendavê li ser Neguhêrên Çareseriyê li Sûriyê Bilind Dinirxîne

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê baweriya xwe ya mukim bi neguhêriya helwesta birayan di Encumena Hevkariyê ya Welatên Kendava Erebî ya derbarê maf û daxwazên gelên Sûriyê dupat dike, herwiha dakokiya Encûmenê ya di daxuyaniya dawîn de hatiye derbarê çareseriyê li Sûriyê bilind dinirxîne. Encamên civîna çilê ya Civîna Kendavê, ku karê wê li paytexta Erebistana Siûdî, Riyad, êvara sêşemê bi dawî hat, têde tekezkirina dewletên Kendavê li ser helwestên xwe derbarê rewşa Sûriyê diyar kirin, tevî piştrastkirina biryarên xwe yên girêdayî bi çareseriyek siyasî li gor biryarên Encumena Ewlehiyê û hewcedariya damezrandina rêvebireke demkî. Raspardeyên civîna Kendavê yên derbarê parastina yekîtiya axa Sûriyê , guncayî bûn ligel armancên gelê Sûrî û şoreşa wê, û herweha digel şermezarkirina hebûna Iran li ser axa Sûriyê û daxwaza derketina wê û hemû milîsên mezhebî kirin, û tevlî giringiya vegerandina penaberan û redkirina her hewildanên guhertina demografîk li Sûriyê. Civîna Kendavê pêşwaziya daxuyaniya hevbeş ya li ser pêwistiya sizadana bikarhênerên çekên kîmyayî li Sûriya kir, û kar bibe ji bo ku hemî tawanbarên binpêkirinên li dijî gelê Sûrî kirine werin darizandin, û ev berdewamiya helwestên neguhêr diyar dike, û piştevaniya helwestên Hevbendiyê di vî warî de dike. Careke...

Hevalbendiya Rejîma Tawankar û Civaka Navdewletî Hevpar in di Komkujiyên dijî Sûriyan de

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Komkujiyên girseyî ji hêla rêjîma tawanbar û patronê wê yê Rûs ve, digel bêdengiya navdewletî têne pêkanîn, ku duh şemiyê (7'ê befranbarê), ji hêla hêzên dagîrker yên Rûsî, balafirên rêjîmê û milîsên Iranî ve zincîrek ji tawan û komkujiyan li deverên cuda cuda yên parêzgeha Idlibê hatin pêkanîn. Sê komkujiyên cuda hatin pêkanîn û têde bi kêmî ve 21 sivîl hatin kuştin, ku piraniya wan jin û zarok bûn, tevî derdora pêncî birîndaran û wêrankirina jêrxaneya bingehîn bi awayekî mezin, ku bazar û dibistsnek li bajarokê "Bilyon" ji hêla balafirên dagirkeriya Rûsî ve hatin bombebarankirin, û malên gundê "Ebdîta" ji aliyê helîkopterên rejîmê bi bermîlên teqîner hatin armanckirin, hevdem ku komkujiyek li bazarekê gelêrî û dibistanek li bajarê "Al-Bara " hate pêkanîn. Di çarçoveya kampanya berdewam û sîstematîk de ya ji bo qirkirin û koçberkirina sivîlan û wêrankirina gund û bajaran, tenê di çend demjimêrên borî de, zêdetirî 23 navçeyên Idlibê rastî bêhtir ji 30 êrişên hewayî bi bombe û bermîlên teqîner û guleyên hewanan hatine topbarankirin. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, berdewam e di danûstendina bi welatên girîng yên navdewletî re, û berpirsiyariya xwe li hember tişta li li ser erdê diqewime piştrast dike,...

Hevbendî Mirina Sekreterê Giştî yê Partiya Çepa Demokrat ya Sûriyê Radigehîne

Daxuyaniyeke Sersaxiyê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê mirina sekreterê giştî yê Partiya Çepa Demokrat ya Sûriyê, Mansûr al-Atasî, rewşenbîr, şoreşvan û mirovdost radigehîne, ku ji nav me bar kir û paşmayeke mezin ji xebata li dijî zordariyê û berevaniya di ber maf û daxwazên gelê Sûriyê de li pişta xwe hişt. Çanda Atasî ya siyasî û civakî, û paşmayê wî yê rewşenbîrî û boçûna wî ya aborî dê bandorek li ser damezrandina paşeroja me hebe, ji bo pêşxistina nêrîna me ji ketwarê me re, û ji bo dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêk û astengiyên derdikevin û asoyên berfireh veke. Hevbendî sersaxiya xwe ya kûr dide ji malbat û hevalên wî û hemû kadroyên Partiya Çep a Demokrat ya Sûrî re, û tekeziyê li ser girîngiya xebat û berdewamiya kar ji bo berevaniya mafên rewa yên gelê Sûriyê li ser hemû astan dike. Dilovaniya xwedê ji Mansûr Atasî re ... û sersaxî ji kesukar û malbat û hevalên wî re. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê - Sûriya Ofisa ragihandinê 06.12.2019

Page 65 of 137 1 64 65 66 137

Nûçeyên Dawî