Daxuyaniyek Rojnamevanî
Di demjimêrên bûrî de operasyona dijminkarî û terorîstî ya ku rêjîma Esed bi piştgiriya yekser ji hêzên dagîrkeriya Rûsî û milîsên Îranî dijî gelê Sûriyê pêk tîne gurtir bûye.
Û tîmên Kumspiyan (Berevaniya Sivîl) êrîşên asîmanî û bumbebarana topxaneyan û mûşekan ya ku 23 deverên gundewarên Idlibê armanc kirin belge kirne, ku hin ji wan êrîşên bikaranîna bermîlên teqîner bûn, û bumbebaranek dijî bajarokê Tilminis bû, ku di encamê de 10 kesên sivîlên ku jin û zarok jî di nav wan de hebûn şehîd ketin, tevlî hejmarek ji birîndaran.
Bumbebaran dijî bajarokê Bidama hat pêkanîn, û di encamê de hin jin û zarok şehîd ketin, ku serjimarên destpêkî dibêjin ku 7 sivîl in, û bumbebaranê 6 sivîl li bajarokê Maseran ku jinek jî di nav wan de hebû şehîd xistin, her weha di nav birîndaran de jî jin û zarok hebûn.
Gelê Sûriyê rûbirûyî êrîşeke serberdayî dibe, ku tê de tewan û komelkujî bi hemî şêwazan pêk tên, tevlî bumbebarana asîmanî û ya topxaneyan û bermîlên teqîner ên ku nexweşxane û bazar û dibistan û mizgeftan armanc dikin, bêyî ku cîhan ti tevgerê bike, û bêyî çi fişarên navdewletî dijî tewankaran.
Bobelateke mirovahî pêk tê, û her û her mezintir dibe, û berdewamiya vê rewşê dê felaketên bêtir li pey xwe bîne, eger bi şêweyekî yekser ev dijminkarî û tewan ranewestin, bi taybetî ku Hevpeymaniya tewanê sûre li ser bijardeyên teror û tewankariyê, û ev tê wê wateyê ku civaka navdewletî yekser berpirsyar e, ji ber ku ew tenê kare vê dijminkariyê rawestîne, û di rûyê istiratîciya rêjîmê û piştgirên wê de raweste.
ji cîhanê tê xwestin ku serederiyê li gel encamên têkçûna sîstema navdewletî ya nekarîna cîbicîkirina biryarên xwe dabînkiriya hêminî û aşîtiyê bike, û dive her alî berpirsyariyên xwe hilgire beramber bobelata ku li ser xakê dibe, di riya destêwerdana bilez a ku tewankarî û komelkujiyan rawestîne, û rê li pêşiya cîbecîkirina biryarên navdewletî xweş bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
18 kanûna pêşîn 2019