Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Îro roja sêşembê hêzên rêjîma Esed û bi bermîleka teqîner kuştarek li navçeya pira Elhec li bajarê Helebê pêk anî, û bû sedemê şehîdbûna 40 kesî û birîndarbûna bi dehên welatiyan ligor amarên destpêkî.
Em di Hevbendiya Niştimanî de û di dema ku em vê tawanê şermezar dikin, di heman demê de em dubare tekeziyê li ser pêwîstiya bilezkirina cêbicêkirina pirojeyê navçeya tenah dikin, ji bo parastina sivîlan ji zincêrên êrîş û komelkujiyên berdewam yên hêzên Esed di derheqê wan de pêk tînin, bi armanca nixomandina şikestinên xwe û hewla derengxistina rûxendina xwe, herwiha em daxwaza piştgirî û pirçekirina Artêşa Azad bi çekên dij firokan dikin, bo rawestandina çekên asîmanî yên Esed li dijî sivîlan di navçeyên rizgarkirî de bikar tîne.
Serkeftinên artêşa Azad wê bidomînin di tevaya parêzgehên Sûriyê de, û wê roj bi roj mercên nû li ser zemînê bisepînin, ku pêwîste Civaka Navdewletî têbigihêje ku hevkêşeyeka siyasî leşkerî nû tête sepandin, û pêwîste guhdariyê lê bikin bi encamdana guhertinên resteqîne û cidî li ser asta navdewletî, û pişkdariyê di rawestandina ketina qurbaniyên zêdetir de û piştgiriya veguhestineke siyasî di Sûriya de bikin, û armancên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û dadperweriyê de pêk bînin.
Berdevkê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Salim Elmislit
13 gulan 2015