Berdevkȇ fermȋ yê Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ Salim El – Mislit, xwesteka xwe ya tekezkirina pȇwistiya lezê di cȋbicȋkirina pirojeyê devera aram li Bakur ȗ Bașȗrȇ Sȗrȋ nȗ kir, ȗ rawestandina berdewamiyȇ di xeleka tawan ȗ kuștarȇn ku rejȋma Esed derheqȇ sivȋlan de dike ji bo tȇkçȗnȇn xwe pȇ winda bike, mȋna hewldanekȇ ji paşxistina ketina xwe ya tekez re. herweha doza piștgiriya Artȇșa Azad bi çekên dijfirokan kir, da karibin çekȇ azmanȋ ȇ ku Esed li deverȇn rizgarkirȋ dijȋ sivȋlan bikar tȋne tȇk bibin .
El- Mislit tawana kirȇt ku rejȋma Esed duh Sȇșembȇ pȇk anȋ, ȗ di encama wȇ de 40 kes șehȋd ketin her weha bi dehan birȋndar ketin ji ber armanckirina devera ” Cisr El – Hec” li bajarȇ Helebȇ bi bermȋleke teqȋner șermezar kir.
El – Mislit diyar kir ku serkeftinȇn Artȇșa Sȗrȋ a Azad wȇ li hemȗ parȇzgehȇn Sȗrȋ berdewam bin, ȗ wȇ roj bi roj mercin nȗ li ser erdȇ ferz bikin, divȇ Civaka Navdewletȋ bizanibe ku rewșek siyasȋ ȗ leșkerȋ nȗ li ser erdȇ ferz bȗye, divȇ di riya guhertinek rastȋn ȗ ji dil li ser asta piștgiriyȇ lȇ were guhdankirin, ȗ beșdarî di rawestana ketina qurbaniyȇn bȇtir bibe, ȗ piștgiriya veguheztinek aram ji desthilatiyȇ re li Sȗriyayȇ bibe, li gor armancȇn milletȇ Sȗrȋ di azadȋ, rȗmet, ȗ dadweriyȇ de.
Jȇder: Hevbendȋ