Rojnameya Gardiyan ya Birêtanî raporteka Komîteya Dad û Lêpirsîna Navdewletî belav kir,têde nîşan û belge hatine komkirin li ser tawanên cengê yên rêjîma Esed pêk anîne, û di raportê de belgeyên taybet bi Beşar Esed û 24 serkirdeyên wî yên ewlekariyê hene, ku komîta navhatî bi niyaze wan belgeyan radestî Dadgeha Tawanên Cengê bike.
Rojnameya “Gardiyan” diyar kiriye ku ew belgenameyên li maweyê 3 salan ji Sûriyê hatine derxistin, rola Esed di serkutkirina xwepêşdanan û girtin û eşkencedan û kuştina bi hezaran di zîndan û girtîgehên rêjîmê de eşkera dikin.
Heman Rojnameyê amaje bi wê yekê kiriye ku belge hatine komkirin ji aliyê komîteya Dad Û Lêpirsîna Navdewletî ve ya ku ji lêkolîner û yasanasan pêktê, yên berî niha di dadgehên tawanên cengan de li Yogislaviya û Li Rewanda û di dadgeha tawanên navdewletî de kar kirine.
Herwiha nêzîkî 50 lêkolînerên Sûrî jî kar ligel wê komîteyê kirine, ku lêkolînerek ji wan hat kuştin û yekî din bi giranî birîndar bûye, û hin ji wan hatin girtin û rastî lêdan û eşkencê ji aliyê rêjîma Esed hatine.
Di sala 2012an de Gardiyan eşkera kiriye ku hin belgeyên fermî yên Sûriyê ji aliyê cudbûyekî ji rêjîma Esed ve hatine ragihandin, didin diyarkirin çawa Esed bi awayekî şexsî pilan emza kirine, ew pilanên navenda kargeriya kirîzan ya Hikûmeta wî danîne, bo destnîşankirina xalên serekî yên hilmeta xwe ya ewlekarî bo qedexekirin û rêgirtina rê li pêş berferhbûna xwepêşandanan li dijî deshilata wî li Şama paytext.
Hêjayî gotinê ye ku Salim Elmislit berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî, daxwaz ji “Encûmena Ewlekariya Navdewletî kiribû bo xistina biriyara 2118 di warê cîbiîkirinê de li jêr benda Heftan, û veguhestina tawankarên cengê û dij mirovatiyê û di pêşiya wan de bikujê zarokan Beşar Esed bo dadgeha tawanên Navdewletî”.
Berdevkê fermî gotibû ku ” rêjîmê bêhtir ji çar salan ve û li pêş çav û guhê Civaka Navdewletî gelekî zêderewî kiriye di pêkanîna kuştarên komkujî û tawanên cengê li dijî mirovatiyê “.
Elmislit berpirsyaretiya rewşa felaketgerî li Sûriyê xist “stuyê tevaya Civaka Navdewletî û di serî de Endamên Encûmena Ewlekariya Navdewletî, ji ber xemsariya wan di standina biryarekê ku dawiyê li tarjîdiya Sûrî bîne û tawankarên ceng û komelkujiyan dadgeh bike “.
Jêder:Hevbendî