Daxuyaniyeka Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî, li bîra Encûmena Ewlekariya nadewletî tîne, ku biryara 2118 ya hatî têperandin li 27 êlûna 2013an, serbarê çekên kêmayî yên rêjîma Esed; ku di têkesta wê biryarê de, bi zelalî hatiye, ku wê rêşûnên zêdetir bên sepandin li gor benda 7an ya Cardana Netewên Yekgirtî di dema ku dubare çekên kêmyayî di Sûriya de bên bikaranîn.
Herwiha li gor zanyariyên tora Sûrî ya mafê mirovan belgekirî ku bêhtir ji 30 pêşêlkariyan ji aliyê rêjîma Esed hatine encamdan ji dema têperandina biryara navborî û heta niha û herwiha piştî ku duhî nivîsîngeha nojdarî li Taxa “Cober” li rojhilatê Şamê, piştrast kir ku hêzên Esed, taxa navborî bi gazên jehrîkirî armanc kir ku ji encamê bêhtir ji 15 kesan tûşî jan û birhên gazên kêmyayî bûn, dibe ku gaza Kolorîn bikar hat be, ku ev çende hevşan bû ligel gotinê hin şahdhalan yên tekezkirîn ku tirsek ket li nav welatiyan û gelek ji wan ji taxa Cober revîn ber bi dorûberan.
Lewra Hevbendî û li gor van zanyariyên berdest, daxwazê ji Encûmena asayîşa navdewletî dike bi sepandina rêşûnên tund û bilez û li jêr benda 7an ya soznameya Netewên yekgirtî li ser rêjîma Esed, da bi şêweyekî vebir û bi yekcarî nehêle ev serpêcî û pêşêlkarî dubare nebin, û herwiha encamderên van kiryaran bên dadgehkirin, û sînorek bête dan bo bidawîkirina qeyranên metirsîdar yên rêjîma Esed peyda dike li Sûriya û li deverê, û herwiha kar bike bo piştgêriya xwest û daxwazên gelê Sûriyê ji bo dabînkirina dadî û azadî û rûmetiyê, û Sûriya ber bi fermanrewiyek demokrasî ya dadmen bibe.
Miher bo Şehîdan, Saxî bo birîndaran, Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û bijî gelê wê bi serfirazî û azadî.
Hevbendiya Niştimanî
14-09-2014z