Daxuyaniyeka Rojnamevanî
Nesir Elherîrî
Sekertêrê Giştî Yê Hevbendiya Niştimaniya Hêzên Şoreşê Û Rikaberiya Sûrî
24 êlûn 2014
Di dema ku firokên Hevpeymaniya Navdewletî êrîşan li ser deverên rêxistinên terorîst pêk tînin, rêjîma Esed ya ku çavkaniya terorê ye, careke din kirêtirîn şêweyê terora dewletê li dijî sivîlan bi kar tîne, û gazên jehrê , ku li gor hin çalakvanan tê gomankirin ku ew gaza kolorê ye.ku şeveqa îro ji encama armanckirina hêzên Esed bajarê Edra El´emaliye li gundewarê Şamê, 8 kes şehîd ketin û bêhtir ji 50 kesî tûşî bihnçikandinê bûn û di nav wan de hin zarok,
Armanckirina bajarê Edra El´emaliye, bi gazên jehrdar hat kirin, piştî 8 heyvan ji şikestina hewlên Esed bo derbasbûna wê, û bi vê yekê rêjîma Esed, biryara Encûmena asayîşa navdweletî ya hejmar 2118 binpê kir, ya ku di têkista wê de bikaranîna çekên kêmyawî û gazên jehrdar hatiye qedexekirin.
Ji berî niha me hişyarî da li ser sûdewergirtina rêjîma Esed ji şerê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî terorê, ji bo xurtkirina kiryarên xwe yên serbazî û encamdana bêhtirîn kuştar û komelkujiyan û kontrolkirina navçeyan.
Di hevbendiya Niştimanî de em vê tawankariyê şermezar dikin, herwiha daxwazê ji Hevpeymaniya navdewletî dikin bo arastekirina êrîşên leşkerî bo navendên rêjîmê û rêxistina DAIŞ ê, ji ber ku terora rêjîma Esed li dijî welatiyên sivîl û jin û zarokan bikar tîne, ji her terora ku Civaka navdewletî şerê wê bike mezintir e.