Di dema sê rojan de Hikûmeta Demikî ya sûrî ya bi ser Hevbendiya Niştimanî Sûrî ve, mûçeyên karmendên ku ji hêla rêjîma Sûrî ve bi biryarên siyasî ji karên xwe hatibûn dûrxistin li wan belav kir.
Di nîvê meha nehan de hikûmetê 300 dolar da her karmendekî ku ji karê xwe hatibû dûrxistin li parêzgeha Hesekê, û ev mûçe yê meha şeşan û heftan e.
Fêsel Elqadirî mamosteyek ji karê xwe hatiye dûrxistin ji peyamnêrê me re gazinê xwe diyar kirin ku” mûçe bi derengî dighêje destê wan, û ew di meha nehan de ne û nû mûçeyê meha 6 û 7an werdigirin”.
Û di peywendiyekê de li gel Dr. Farûq Ismaîl berpirsê nivîsgeha Mêrdînê ya hikûmeta demikî wiha got “Me di nîvê meha nehan de mûçeyên herdû mehên şeşa û hefta belav kirin, û derengiya belavkirinê ji ber derkatina piresgirêkên teknîkî bû, û em sozê didin ku ev kêşe di demeke nêzîk de wê çareser bibe, û ji anha ve em kar dikin ji bo belavkirina mûçeyên herdû mehên tên”.
Hêjayî gotinê ye ku ev cara dûyemîn e ku hikûmeta demkî li parêzgeha Hesekê mûçeyan li kesên ji kar dûrxistî belav dike.