Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Miletê Sûrî bi helkeftina meha Remezanê pîroz dike, bi hêviya ko Xwedayê dilovan wê bi xêr û serkeftinê bi ser hemû Sûriyan de bîne.
Di heman dema ko em pîrozbahiya hemû Sûriyan dikin, em dilovaniyê ji şehîdan re dixwazin û sebir û semaxê têke dilê malbatên wan, û girtî bêne berdan û yên dorpêçkirî dorpêç ji ser wan rabe, û yên koçber û derbider li malên xwe vegerin.
Her wiha em soza xwe nû dikin ku em ê ji bo miletê Sûriyê û bi hemû hêza xwe bi erkên xwe rabin, ji bo pêkanîna amancên miletê Sûrî.
Em bi hêvî ne ko hemû Miletê Sûrî tev li tekoşînê bibin û berpirsiyariya ko ketiye ser milê vî nifşê qehreman hilgirin, da pelê stem û zordariyê bête pêçan û Sûriya ber bi paşerojeke azad û aram ve bibe.
Ev Rojiya şeşan e ji destpêka Şoreşa me, û hêj kuştin, derbiderî û wêrankirina li welat berdewam e, tev li wisa jî miletê Sûrî bi sebir e û her tiştî fedayî azadiyê didin.
Îro û ji destpêka Meha Rojiyê, em dîsa dibêjin baweriya me bi Xwedê û bi Miletê Sûrî heye, û em hêvî dikin heta ko Remezana dahatî bê, em ji zordariya Esed xilasbûyî bin, û ber bi karûbarê xwe yê mezin ve biçin ew jî avakirina Sûriya piralî serbixwe û yekgirtî.
Xwedê rojiya we bipejirîne, û ev rojî dawiya astengiyan be, û çirûska serkeftina bilez be, û hêviyên miletê Sûrî û armancên Şoreşê bi saya Xwedê misoger bibe.
Her sal hûn bi xêr bin
Dilovanî ji bo şehîdan, çareserî ji bo birîndaran û azadî ji bo girtiyan.
Bijî Sûriya, bijî miletê wê azad û serbilind.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê
6 cehzeranê 2016