Berdevkê desteya bilind ya danustandinan, Riyad Nasan Axa, diyar kir ku Hevbendî di çalakiyên xwe de ji bo kûrtirkirina danûstandinên niştimanî di nav di nav tevaya pêkhateyên xwe de berdewam e, û mandel kirin ku wan erê kirine li ser beşdarbûna girûpa Qahîra û ya Mosko û şandina nûnerên xwe.
Na’isan axa nîşan dan ku ” ew deste ava bûye ji bo komkirina hejmarek mezin ji opozisyonê, ji bo kûrkirina danûstandina, lê ne ji bo berfirehkirina desteyê an jî duristkirina şandeyeke nû”.
Na’isan Axa destnîşan kir ku” desteyê komîtek çêkiriye ji bo peywendiyan di nav aliyên corbecor ji Opozisyonê, bi armanca kûrkirina danûstandinên Niştimanî.
Û Axa ragihand ku desteya bilind ya danûstandinan, wê di danûstandinên Cinêvê yên çavrêkirî de beşdariyê bike, û bi xurtî tekez kir ku ” ev tiştên wê bibin ne danûstandin in lê tenê rawêjkariyên teknîkî yên yasayî ne”, û da xuyakirin ku tiştek tine ye navê wî”rawêjkariyê teknîkî”, û ” û komîteyên ku wê di Cinêvê de beşdarî bikin, komîtên rawêjkarî ne û ne yên danustandinan e, û mafê danûstandinan bi wan re tune ye”.
Jêder: Alşarq Alawsat