Rêxistina Islamî Ya Perwerde Û Zaniest Û Çandê ISESCO, daxwaza liv û tevgereke navdewletî ya bilez kir, ji bo rizgarkirina bajarê Helebê ji”wêrankirina giştî ya jiqestî û rêbazkirî”ya ku ev bajarê dîrokî tuşî wê dibe, û berdewamiya êrîşên asîmanî yên balafirên Rêjîmê û Rûsiya li ser bajêr û hêlana bidehên şehîd û birîndaran.
ESESCO di daxuyaniyeke xwe ya doh duşemê de got ku ew daxwazek lezgîn ji dewletên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan û serpereştên oldar û yên rewşenbîrî û bijarteyên ramangîrî û ragihandinê dike, da pirotestokirina xwe ya zelal ji aliyên beşdar di wêrankirina Helebê de bikin, û weha salixa Helebê da:”Ew paytexta çanda mirovahiyê ya pilebilind e”.
Û wê rêxistinê di daxuyaniya xwe de daxwaza kar û bizavên navdewltî yên cedî kir ji bo” rawestandina cenga wêranker ya ku ev bajarê dîrokî yê resen têde ye”, û wê rêxistinê dît ku di cîhanê de wêraniya wek ya Helebê çênebûye, û ew bobelateke mirovahî û avahîsazî, ku wek wê di dîroka hemdem de û ta bi herdû cengên cîhanî jî nebûne, li gore ew dibêje.
Û ISESCO berpirsiyariya yekser ya bajarê Helebê kir gunehê hêzên Esed, û çekên çekdarî yên Rûsî yên ku piştgiriya wan dike, û milîsên bi ser wan ve, her weha rêxistina DAIŞê ya got ku ” ew beşdariyê di cîbicîkirina armancên Rêjîmê dike”.
Û daxuyaniyê bal kişand ser ku Helebê sala 2006, ahenga ku wê dike Paytexta Çanda islamî lidar xist, ji ber hebûna deverên şûnwarî yên navdar ên zanistî û rewşenbîrî, û keleporeke jêderên corbecor e, û ew tê dîtin wek kevnartirîn bajarê cîhanê yê niştecî bûye.
û her weha wezîrê karûbarê derve yê Rûsiya Sergey lavrof, doh ji rojnamevanan re got ku balafirên welatê wî dê piştgiriya Rêjîmê bikin” bi çaktirîn rêyên kartêker” , da ku “terrorist” dest daneynin li ser Helebê û derdorên wê.
Jêder: Hevbendî