Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî desthilata Tirkiyê û gelê wê dike, bi helkefta serkeftina hilbijartinên serokatiyê û yên parleman bi awayekî ku asta hişyariya gelê Tirkiyê yê bira û rêzgirtina wî ji viyana hevwelatiyan û parastina demokrasiyê re li vî welatî nîşan dide.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî pîrozbahiyê li Partiya Dad û Geşepêdanê û Serokomar Receb Teyib Erdogan dike, li ser serkeftina wan di hilbijartinan de û bidestxistina wan a careke din ji baweriya gelê Tirkiyê re, û hêviya serkeftinê di birêvebirina welat û berdewamkirina rêya destkeftan û geşepêdan û pêşketinê li Tirkiyeyê dike.
Gelê Sûriyê bi dilxweşiyke mezin pêvajoya demokrasiyê li Tirkyê wek dewleteke bira dişopîne, ji ber ku yek ji armancên mezin ên şoreşa Sûriyê, diyarkirina wêneya şaristanî ya Sûriyê, pêkanîna daxwazên gelê wê, çandina pransîpên demokrasiyê û dawîanîna li desthilata stemkar ya rêjîma Esed e, ya ku bi dehên kirîz û bobelatan li welat peyda kirine, û kiryarên kuştin, terorkirin û komelkujî dijî gelê Sûriyê pêk anîna, ji ber daxwazkirina wî ji azadiyê re, Hevbendiya Niştimanî spasiya bizav û xebatên Tirkiyê yên rawestana li kêleka gelê Sûriyê di salên bûrî de dike, û hêvî dike ku ew piştgiriya xwe ji gelê Sûriyê re berdewam bike, ta bighêje qonaxa veguhestina siyasî ya berfereh li gorî biryara navdewletî 2254, û tekeziyê li ser giringiya birrîna têkiliyan bi rêjîma tawankar re dike, û hişyariyê dide ji bedbextiya rijêmê û reva wê ya herdemî ji peyman û rêkeftinan, û tekez dike ku rêjîmeke ku sertaserê 12 salên borî kuştina Sûriyan kiriye; nikare bibe hevparek di çi siberoja ku xêra Sûriyan têde hebe de.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
28 gulan 2023