Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, pîrobahiya dayîkên Sûrî li her cihî bi boneya cejna dayîkê dike, û şanaziyê bi serkeftinên dayîkan û bizavên wan ên bi dirêjiya 11 salan ji temenê şoreşa Sûriyê dike.
Bi dirêjiya salên derbasbûyî, bi sedema tawanên rijêma Esed ya ku bi hezaran ji jinan girtine û zarokên wan di zîndanan de binçav kirine û kuştine; dayikên Sûrî derdên mezin kişandin, û barên giran hilgirtin, û jiyaneke dijwar jiyan, jiyaneke ku rijêmê kiriye warê êş û hejariyê .
Taliya koçberkirina bi kotekî û jiyana di kampan de, piştî ku rijêma Esed bajar û bajarokên Sûriyan dagîr kirin, ji ber ew razî nebûn ku li deverên di bin kontirola rijêmê de bijîn, rewşa bi sedên hezaran ji dayîkên Sûrî kambaxtir kir.
Jina Sûrî di rabûna bi erkê xwe yê malbatî û civakî de berdewam kir, û di rûyê dijwariyên mezin de xweragir ma, û beşdarî di parastina malbatê û tevna civaka sûrî de kir.
Dayîka Sûrî bi dirêjiya salên vê şoreşa gewre, diyar kir ku ew dikare di hemû waran de û di rewşên dijwar de berhemdar û pêşeng be, dermankara birîndaran bû, pizîşk bû, û hin jê nivîskar û çalakvan û xwepêşander bûn, di karê siyasî de rayedar bûn, û hin jê girtî û pakrewan û dayîkên şehîdan in.
Silavên rêzdarî û hezkirinê ji dayîkên Sûrî re yên ku bi xweragiriya xwe hêviyên avakirina Sûriya nû peyda kirin, Sûriya ku cihê rijêma Esed ya tawankar û sembolên wê têde tune be.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
21 adar 2022