Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pîrozbahiyên xwe arasteyî tevaya gelê Sûriyê dike, û nemaze kurdên Sûriyê û kurdên li her cih û warî bi boneya Cejna Newrozê, kurdên ku ev cejn li ba wan boneyeke giranbuha ye û taybetiyek wê ya netewî û çandî û civakî heye.
Newroz bi dirêjiya dîrokê nîşana azadî û rizgarbûna ji zordarî û stemkariyê ye, û tevlî ketwarê dijwar yê ku şoreşa me têre derbas dibe, gelê Sûriyê hêvî û xwestekên xwe bo jiyana di welatekî bê zordarî û serkutkirin û tawan û dagîrkerî nû dike, û tekeziyê li ser hiştina hêviyê di her mirovê ku dikare pêşerojeke hevbeş ava bike dike, ew hêviya ku ji hêza mafê azadî û rûmetê tê, her weha ji baweriya bi serkeftina mafdariyê, çendî hêzên zordar dijî wê rawestin jî.
Kawayê Hesinkar ê qehreman, di dawiya afsaneyê de karîbû kurdan rizgar bike, û bi tîrêjên roja azadiyê asîmanê welatê xwe ronîdar bike. Kurdên Sûriyê jî di vê serdemê de çesipandin ku ew birastî neviyên Kawa ne, ji ber ku di rêzên pêşî de bûn roja ku şoreşa azadî û rûmetê li Sûriyê vêket, û li Amûdê û Efrîn û Kobanê û Qamişlo û Rukn Eldîn li Şamê û taxa Eşrefiyê li Helebê li hember rijêma Esed ya tawanbar derketin.
Îro, ji xelkê me li Rojhilatê Ferêt bi hemû pêkhatên wî ve, nemaze ji kurdan tê xwestin ku yekdest bin ji bo ku giyanê şoreşa Sûrî nû bikin, û bi raperînê dijî rijêma Esed a tawanbar û milîsên PYD yên terrorist ên girêdayî rêxistina PKK rabin, û wan ji Sûriyê biqewtînin Qendîlê cihê ku jê hatine, û Hevbendiya Niştimanî bi boneya cejna Newrozê, daxwaz ji civaka navdewletî kir ku sîwana rewayê ji ser milîsên ku bi rengekî sexte xwe kirine nûnerên kurdan hilîne, ji ber ku wan ji her kesî bêhtir kiryarên binpêkirinê dijî kurdan pêk anîne, û xwest ku piştgiriya wan rawestîne û daxwaza serbestberdana girtiyan û bidawî-anîna îşkence û revandinê û leşkerkirina zarokan kir.
Xebata sûriyan, berê û ta niha, bi wateya Newrozê re guncayî ye, wateya rizgarbûna ji zordariyê û belavkirina azadî û aştiyê, û dabînkirina mafên siyasî û civakî û çandî û olî, û parastina pêmayên şaristaniya welêt. Û divê em tev bawer bin ku xebata ji bo parastina mafê tevaya sûriyan weke hevbeşên heman welatî, dê garantiya rasteqîn a avakirina Sûriya nû be.
Şikodarî ji pakrewanan re, saxlemî ji birîndaran re û azadî ji girtiyan re.
Bijî Newroz sembola azadî û rizgariyê.
Bijî Sûriya, bijî gelê wê yê azad û payedar.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
21 adar 2022