Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokatiya Salim Elmislit, serdana Encumena Xwecihî ya bajarê Bizae li gundewarê Helebê kir, û di serdanê de hevdîtinek bi Serokê Encumenê Mahir Derwîş re li dar xist, û pêre rewşa ewlehî û rêyên çakkirina xizmetkariyên ku ji xelkê re pêşkêş dibin berçav kirin.
Û di vê serdanê de li gel Serokê Hevbendiya Niştimanî, endanin ji herdû Desteyên Siyasî û Giştî jê Bedir Camûs, Ebdilîlah Elfehid, Mihemed Qedah, Behcet Eletasî û Ehmed Elşihadî beşdarî kirin.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî, li xizmetkariyên ku ji welatiyan re li rêvebiriya nifûsê, komelgeha ofîsên hikumetê , bazara bazirganiyê pêşkêş dibin temaşe kir, her weha li mîkanîzmên pêşxistina jêrxaniyê û sazkirina rêyan û dibistana şer’î yaku niha ava dibe, guhdarî kir.
Û Serokê Hevbendiyê serdana nexweşxaneya Niştimanî û hejmarek ji navendên tendirusî kir, û ji nêz de li xizmetkariyên bizîşkî yên ku ji bo welatiyan pêşkêş dikin meyze kir.
Û Serokê Encumena Xwecihî diyar kir ku jêrxaneya bajêr hatibû rûxandin û ji nûde beşekî mezin jê hate çêkirin, û bal kişand ser ku niha karê çaksazkirinê bo hêlên avê û eletrîkê dibe.
Û bal kişand ser ku niha Encumena Xwecihî kar ji bo dabînkirina xizmetkariyan di riya pirojeya ava vexwarinê û sûdwergirtina ji ava baranê dike, û li ser rûbirûbûna astengiyên keresteyên xwarinê yên ku xelkê deverê derdeseriya wê dikîşnin dixebite.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî